Min romana romannivîserê tirkê îslamîst Îskender Pala ya bi navê Şah/Sultan xwend. Di romanê de bi berferehî behsa Şah Îsmaîl û Yavuz Sultan Selîm dike. Digel vana bi hevokek sê rêz qala Mîrê kurdan Îdrîsê Bedlîsî jî dike. Ez ê bi gelemperî behsa hinek tiştan ku di romanê de nerast hatine qal kirin bikim. Romanên li ser dem û bûyerên …
Nîsan, 2024
Adar, 2024
-
8 Adar
ROMANA ŞÊRÊ ÇIYAYÊN PÎRANÊ
Jiyan û Têkoşîna ŞÊX EVDIREHÎM Romannivîsê berhemkar ku, gelek roman û pirtûkên wî hene, hêja Mihemed Seîd Temel li ser jiyan û têkoşîna şêxê têkoşer Şêx Evdirehîm romaneke giranbiha nivîsiye. Roman di nav weşanên ‘‘Nûbihar’‘ê de derketiye. Roman 224 rûpel e. Di berga pêşîn a romanê de wêneya Şêx Evdirehîm heye. Beriya ku ez behsa naveroka romanê bikim, dixwazim …
Sibat, 2024
-
11 Sibat
Romana birîna civakî ya edet, tore û tradîsyonên kevnar: Kêra Ko
Ji ber zilm û zordariyê, ji bo ku gundê mala malbata Zozanê dişewitînin, ew jî ji gund bar dikin pêşî diçin navçeya Tatosê û paşê diçine Stenbolê. Lokman Polat Ev romana birêz Mazhar Kara romaneke weke neynika civakê raxe ber çavên mirov, bal dikşîne ser êş û birîneke civakî ku keç û xort pêrgê wê tiştî tên û di encama …
-
5 Sibat
NIRXANDINEKLI SER PIRTÛKA ”DÎROKA ROJNAMEGERIYA KURDÎ / 1 ” Beş – 2
Min di beşa yekem a nivîsa xwe de gotibû; ”Beşa pêncemîn a pirtûka Mîrhem Yigît li ser rojnamegeriya bakurê Kurdistanê ye. Beşa herî dirêj a pirtûkê ev beş e. Ji rûpel 179 heta rûpel 330 tam 151 rûpel in. Ji bo ku nivîsa min dirêj bû, derbarê vê beşê de, ez ê wek berdewama vê nivîsa xwe gotarek din binivîsim.” …
Rêbendan, 2024
-
23 Rêbendan
Seyda Goyan: ‘Bi amatorî min dest bi berhevkirina gencîneya kurd kir’
Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz Seyda Goyan ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn? Seyda Goyan – 1965an li Navçeya Goyan bajarê Şirnexê hatîme dinê. 1990an di Kargeha Elektirîka Tirk de wek karmend min dest bi karê fermî kir. Ji bo azadtir berhevkirin û parastina karê gencîneya kurdî bikim sala 2017an de min xwe …
-
12 Rêbendan
Heyder Omer: ‘Berhemên min, bi gelemperî lêkolînên wêjeyî û rexneyî ne’
Heyder Omer nivîsevanê Rojavayê Kurdistanê li herêma Çiyayê Kurmênc / Efrîn sala 1952 hatiye dinyayê, û ji sala 1999ê de li Almanya dimîne. Li Sûriyê û Lîbyayê mamosteyê ziman û wêjeya erebî bû, û li Almanya jî mamosteyê her du zimanên kurdî û erebî bû. Di meydana nivîsîna kurdî de bi lêkolînên wêjeya kurdî naskirî ye. Lêkolînên wî di rojname, …
-
8 Rêbendan
Di Derbarê Pêşengeha Pirtûkan de Çend Gotin
Li ser fuara pirtûkan a Amedê gelek gotin hatin gotin û gelek tişt hatin nivîsîn. Ez jî dixwazim bi çend gotinan çavdêriya xwe, tiştên ku min dît û dîtinên xwe bînim zimên. Ez du sal berê beşdarê fuara pirtûkan a li Stenbolê bubûm. Di wê fuarê de nehemû, hinek weşanxaneyên kurdan beşdar bubûn. Lê ya li Amedê hema bibêj tevahiya …
Hezîran, 2023
-
31 Hezîran
Pirtûka Şerê Melazgirtê û Kurd
Dîroka tirkan li ser derewan hatiye avakirin û nivîsîn. Wan dîroka xwe bi derewan nivîsîne. Hinek nijadperestên tirk ji asya navîn heta çermsorên Amerîkayê hemû dikine tirk. Jineka keftar a tirkek kemalîst pirtûkek li ser derewan nivîsî û got Sumer jî tirk in. Dema mirov bê kok, bê esalet, bê esl û fesl be, dê weha bike. Mongolên hov yên …
-
22 Hezîran
NIRXANDINEK LI SER PIRTÛKA “DÎROKA ROJNAMEGERIYA KURDÎ / 1 ”
Min du pirtûkên derbarê rojnamegerî/kovargerî û weşangeriya kurdî de bi dor li pey hevûdu xwend. Pirtûkek bi tirkî bû û ya din bi kurdî/kurmancî bû. Di masmediya kurdan de, di weşanên elektronîk yên înternetê de, di malperên kurdî û di weşanên matbû de û herweha di kovar û rojnameyên kurdî û yên kurdan de ku piraniya wan bi tirkî ne …
-
15 Hezîran
Bi waryanteke din ROMANA MEMÊ ALAN: “MEMÊ DIN”
Romana sazendeyê eşqê/evînê Wek tê zanîn romannivîs birêz Îlhamî Sîdar berê çend romanên bi tirkî nivîsî û paşê dest pê kir romanên kurdî nivîsî. Çend nivîskarên din jî weha pêşî bi tirkî û paşê bi kurdî nivîsîn. Xanim Suzan Samancî jî yek ji wan nivîskarane ku pêşî bi tirkî û paşê bi kurdî nivîsî. Min bi xwe vê helwesta wan …