Hûn mîna ku li ser keviya zinarekî li nêzikî tofanekê disekinin radiwestin, hûn tenê li wir radiwestin û bi çavên vala dinêrin, hûn nizanin çi bikin an li ku bisekinin. Kendal carna fizîkî ye, carna di ruhê te de, carna di dilê te de, carinan di çavên te de ye. Hûn li cihekî bê armanc in û hûn bi êşa …
Sibat, 2024
Rêbendan, 2024
-
28 Rêbendan
Çanda Devkî – 1
Du cure çand hene; Ji van ya yekem çanda devkî û ya duyemîn jî çanda nivîskî ye. Di gotara me ya yekem de ez ê ji we re hinekî qala çanda devkî bikim. Ez van notan bi îlhama pirtûka Walter J. Ong a Çanda Devkî û ya Nivîskî dinivîsim , ku niha ez dixwînim. Çanda devkî ji çanda nivîskî gelekî …
-
11 Rêbendan
Dîroka ‘Hegemonyaya Polîtîkaya Dewletê Li Ser Çand û Zimên’
Polîtîkayên Dewletê Yên Sala 1923 – 1991: Avahiya Hegomanyayê û Sazîkirin Komara Tirkiyeyê avahiyeke hişk a navendîparêz û yekpare qebûl kiriye. Piştî ragihandina Komarê polîtîkayên çandî û perwerdehiyê li dora neteweya tirk hatin avakirin. Ji ber vê yekê kêmneteweyên olî û etnîkî ji mafên xwe yên zimanî û çandî bêpar mane. Di nav van gelên ku ji mafên xwe bêpar …
-
10 Rêbendan
Çanda Bîranînê
1.Hunera Hafizeyê û Çanda Bîranînê Hunera hafizeyê, li rojava bi têgeha ‘memoratîva’ tê gotin û cihekî xwe yî saxlem heye. Cara yekem B.Z sedsala 6an Sîmonîdes ev têgeha bi lêv kiriye. Wateya Sîmonîdesê ev e; ‘Tiştên xeyalî bi mekanan re têkîldarkirin û rêzkirine’. Hunera hafizeyê, bingehê hafizeya “çêkirî” ye. Bi alîkariya wê, takekes dikarin gelek agahdariyan biparêzin û bigirin. Hunera …
-
9 Rêbendan
Vladimir Propp – Morfolojiya Çîrokê
Jiyana Vladimir Propp (1895-1970) Vladimir Propp, kurê malbatek bi eslê xwe Alman, 29ê Nîsan 1895an li St. Petersburgê de hatiye dinyayê. Di xortaniya xwe de li hawîrdora bahoz a Rûsyayê di 1913-18an de, li zanîngeha St. Petersburgê wî fîlolojiya rûsî û almanî dixwend. Di dibistana navîn de dest bi mamostetiya van zimanan kir. Paşê li zanîngehê bû mamosteyê almanî; sê …
-
8 Rêbendan
Vladimir Propp – Folklor/ Teorî Û Dîrok (Kurtasî)
Jiyana Vladimir Propp (1895-1970) Vladimir Propp, kurê malbatek bi eslê xwe Alman, 29ê Nîsan 1895an li St. Petersburgê de hatiye dinyayê. Di xortaniya xwe de li hawîrdora bahoz a Rûsyayê di 1913-18an de, li zanîngeha St. Petersburgê wî fîlolojiya rûsî û almanî dixwend. Di dibistana navîn de dest bi mamostetiya van zimanan kir. Paşê li zanîngehê bû mamosteyê almanî; sê …
-
7 Rêbendan
Nirxandina Gotara ‘Fêrkirin û Fêrbûna Kurdî li Kurdistanê: Serkeftin û Zehmetî’
Di vê gotarê de, perwerdehîya kurdî li pêş û piştî 1920an tê dabeş kirin. Di gotarê de rewşa perwerdehiya kurdî li her welatê ku kurd lê dijîn li gorî welat tê nirxandin. Pêşî pênaseya perwerdeyê hat kirin û li ser perwerdeyê ev tişt hatin gotin: ‘Perwerde weke saziya herî bi hêz û bi bandor a ku ziman pê rewa dibe, …
-
6 Rêbendan
Li ser Teorîyên Folklorê Hinek Nîşe
Bi giştî ekola dîrokî-erdnîgarî her çend rastî pir rexneyên tund bûye jî, di pêşxistina folklorê de û di geşedana teorîyên folklore de roleke wan a pir girîng heye. Dîsa hemî lêkolînerên folklorê ji bo têgihên mîna “varyant, ûrform, qanûnên epîk û motif” deyndarê vê ekolê ne ku îro jî derbasdarîya xwe ya metodolojik winda nekirine. Her çiqas dirok û folklor …
-
5 Rêbendan
Nirxandinek li ser romana 3 gav û 3darek
KURTASÎ Di vê xebatê de em ê li ser romana 3 gav û 3darek / Şeva dawî di jiyana Şêx Seîdê Kal de şîrove, rexne û tehlîlên hatiye bikin. 2007an heta roja îro li ser vê pirtûkê gelek xebat hatine kirin em ê jî ji wan hinekan sûd werbigrin. Roman ji ber ku romaneke dîrokî ye dibe ku zêde çavkanî …
-
3 Rêbendan
Hafizeya Kolektîf a Malbatê û Olê
DESTPÊK Ol û malbat du faktorên girîng in ku di teşekirina hafizeya civakî de rolên girîng dilîzin. Ol bi destnîşankirina nirx, bawerî û kevneşopiyên hevpar ên civakekê, bingeha hafizeya civakî ava dike. Nirx û baweriyên hevpar ên ku ji hêla olê ve têne peyda kirin, endamên civakê bi hev ve girêdide û ji wan re dibe alîkar ku hestek hevpar …