Lokman Polat

Lokman Polat nivîskarekî Kurd ê navdar e, ku di 1ê Cotmeha 1956an de li navçeya Licê ya Amedê (Diyarbekirê) ji dayik bûye. Wî xwendina xwe ya destpêkê, navîn û lîseyê li Licê qedandiye. Di ciwaniya xwe de, di sala 1975an de, wî li Licê yekem rêxistina civakî ya bi navê Lik-Der damezrandiye û serokatiya wê kiriye. Ji ber rewşa siyasî, di sala 1984an de koçî Swêdê kiriye û li wir bi cih bûye. Li Swêdê, Lokman Polat dest bi nivîsandina çîrokên kurt kiriye û di rojname û kovarên cihê de berhemên wî hatine weşandin. Ew yek ji damezrînerên Komela Nivîskarên Kurd e û endamê PENa Navneteweyî û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye. Polat zewicî ye û bavê çar zarokan e (Sertaç, Şiro, Berîn û Hulya). Polat mirovekî xebatkar, wêjehez û azadîxwaz e, ku bi zimanê Kurdî û bi xebatên xwe yên li ser çand û edebiyata Kurdî tê nasîn. Lokman Polat nivîskarekî pirberhem e, ku heta niha 14 pirtûkên wî hatine weşandin; 4 ji wan bi Tirkî û 10 bi Kurdî ne. Berhemên wî yên Kurdî di nav xwe de 3 roman, 7 pirtûkên çîrokên kurt, pirtûkên helbestan û lêkolînan digirin. Wî herwiha 4 pirtûkên zarokan wergerandine Kurdî û kovarên bi navên Helwest (li Stockholmê) û Ronî (li Stenbolê) weşandine. Berhemên wî bi piranî li Stockholmê hatine çapkirin

Paklawa û Berfeşîr

Ez ji Swêdê hêj nû çûbûm Kurdistanê. Ez li Amedê bûm, min li nûçeyên televizyonê temaşe dikir, minaqeşeya mesela paklawayê dest pê kiribû. Paklawa ya tirkan e yan ya grekiyan e –yunanîyan e- bûbû mijara sereke a minaqeşeyê. Yunanîyan gotibû “Paklawa ya Yunanîyan e” û tirkan li ser vê qîyamet …

Read More »

Em Bi Zimanê Xwe Kurd In!

Kurdên kafkasyayê bi taybetî jî kurdên li Ermenîstanê ji bo pêşveçûna çand, ziman û edebiyata kurdî kar û xebatên hêja kirine. Xebatên wan û afirandinên wan di nav dîroka kurd û Kurdistanê ya sedsalên dawî de cih girtine. Ji xwe cihê radyoya Erîwanê girînge û ciheke payebilinde , hêjayê pesnê …

Read More »

Di Pêşketina Ziman De Girîngiya Wergerê

“Eger hûn Kurd dixwazin bikevin nav miletên – neteweyên- modern-medenî klasîkên edebiyata cîhanê – dunyayê –wergerînin.”  Ebdullah Cevdet     Yê ku ziman û edebiyata nivîskî dewlemend dike yek jê jî werger e. Ji bo pêşketina edebiyatê û dewlemendiya zimên werger roleke girîng dilîze. Gelek zimanên ku qels bûn ji …

Read More »

Westayê Edebiyata Kurdî

Ehmedê Xanî westayê edebîyata Kurdî ye. Dîtin û ramanên wî, berhema wî Mem û Zîn nemir e. Ew pêşevayê welatparêzîyê ye. Wî ji vir 325 sal berê di berhema xwe Mem û Zîn de hîmê ramanên welatparêzîya Kurdan danîye.   Di nav edebîyata dinê (cîhanê) de Romeo û Julîyet’a  Shakespeare, …

Read More »

Biryan û Savara Kurdan

Ez li gelek welatên cîhanê geriyame, min li tu ciheke ”tenûr” û nanê tenûrê nedîtiye. Tenûr tenûra kurdan e. Mucîdê ji mast, dew û rûn çêkirin jî kurd in. Kurd di meşkan de mast diçelqînin û dikin dew û li ser dew rûnê taze heye. Mast, dew, çortan û herweha …

Read More »

Çîrokên Çiya Mazî ”MISTEK JIYAN”

Hersal berhemên nû yên edebî li berhemên edebîyata kurdî zêde dibin. Di nav şaxên edebîyata kurdî de, herî pir kurteçîrokên kurdî berbi dewlemendîyê ve diçin. Di hêla afirandina kurteçîrokan de pêşveçûneke berbiçav heye.   Di nav pirtûkên kurdî –yên ku hatine weşandin- de herî pir pirtûkên kurteçîrokan hene. Li Kurdistanê …

Read More »

Sê Pirtûkên Helbestên Kurdî

Di van demên dawîn de gelek pirtûkên helbestan hatin weşandin. Piraniya wan pirtûkên helbestan bi kurdî ne, lêbelê hinek nivîskarên kokkurd jî bi tirkî pirtûkên helbestan dinivîsîn û diweşînin. Hêj tasnîfek, ji hevûdu hilçinandinek nehatiye kirin ku gelo li bakurê Kurdistanê wek hejmar pirtûkên helbest, çîrok yan roman pirin? Bi …

Read More »

Pêlên Bayê Felekê

Min kurdê Konyayê ê yekemîn li bajarê Wanê nas kir. Hevalekî min ê mihendis bu û kurdekî ji Konyayê bû. Dema ez hatime Swêdê min gelek kurdên Konyayê nas kir û bi hinekan re hevaltî û dostaniya min çêbû. Kurdên Konyayê yên li Swêd ji bo çand, wêje /edebiyat û …

Read More »

“Dûvpişk bi xwe venade”

Romana Edîp Polat ”Dûvpişk bi xwe venade” di nav weşanên Evrensel–gerdûnê de derket. Pirtûk 230 rûpel e. Ev romana duyem a nivîskar Edîp Polat e. Wî berê bi navê ”Ristemê Zal” romaneke dîrokî nivîsîbû. Wî destana ”Ristemê Zal” bi şêweya romanê afirandibû. Di romana ”Dûvpişk bi xwe venade” de rewşa …

Read More »