Xizir û Rêwî

Du zelam, di rêde rasta  hev tên û bi hev re dimeşin. Yêk ji wan Hz. Xizir Nebîye, lê yê din nizanê. Qasekî dimeşin, gotinek ji wî, yek ji yê din û Xizir ji havalê xwe dipirsê û dibêjê:

-Rêya me dirêje. Rê de em birçî bibin, em ê çi bikin, gelo xwarin bi te re heye?

Rêwî dibêjê:

-Nanek bi min re heye.

Xizir dibêjê:

-Dudo jî bi min re hene. Nexwe ez ê wan jî bidim te, bila çeltikê te de bin û dema em rûnin, em ê bi hev re bixwin.

Rêwî jî dibêjê; “bila” û wan herdu nanan jî têxê çeltikê xwe, hey tûrikê xwe û dimeşin. Qasê saetek, duduyan diçin, Rêwî dibêjê:

-Filan kes, ez birçî me.

Xizir dibêjê:

-Camêr, li ser rêya me kehnîyeke ava wê xweş heye; bêhnekî din jî sebir bike dema em çûn ser kehniyê em ê nanê xwe bi wê ava cemidî bixwin.

Zelam deng nakê, qasekî din diçin û disa dibêjê:

-Wileh ez birçîme, divê ez nên bixwim.

Xizir dibêjê:

-Piçeke din jî êdare bike, hindik ma.

Vê carê denge xwe dernayêxê û dimeşin. Bêhnekî din diçin, zelam dibêjê:

-Bi Xwedê êdî ez nikarim ji nêzê êdarebikim, ez ê bixwim.

Xizir dibêjê:

-Zehf hindik ma, hema piçek din jî sebir bike, deh-pazdeh xulek din em ê li ser kehniyê bin.

Zelam dengê xwe dernaxê, lê bi xef parî parî nên dixwê. Heta digihijin ser kaniyê nanekî xelas dike.

Dema digihin kehniyê, dest û rûyê xwe dişûn, destnimêj digrin, mêj dikin. Li ser ferşê kehniyê rûdinin, nanê xwe derdixin lê du nan hene. Bi ava kehniyê nane xwe dixwin û ber re jî diştexilin. Xizir dibêjê:

-Bira, te got nanek min heye, min jî du nan dan te û bûn sisê. Lê niha dîsa du nan hene; ma nan bi te re tinebî?

Zelam dibêjê:

-Belê weleh, nanek min hebû.

-Nexwe ka nanê sisiyan?

-Ez nizanim.

-Çawa tu nizanî?

-Ez nizanim.

Nanê xwe dixwin, bêhna xwe vedikin û dikevin ser rê. Diçin û diçin, rasta çemekî tên, aveke boş e, pêlên wê dar û beran li ber xwe dibe, rê nadê wan. Jor ve diçin, jêr ve diçin, lê bihorek tine. Xizir dibêjê: “Ya avê, bi izn û destûra xwedê rê bide me.” Ava çemîxwe dide alî, kevirê bine bestê dimîğnin ji der ve, Xizir û havalê xwe dikevin rê, diçin wî alî û dîsa dibê xum xum û gum gum û xwiş xwişa ava çemî. Xizir ji havale xwe dipirsê û dibêjê: “Tu bidî xatirê wî Xwedayî, ew Xwedayê ava vî çemî ji me re rawestandî û kirî rê û em tê re derbas kirî, ew nan, nanê sisiyan kû ve çû?” Zelam dîsa dibêjê: “Ez nizanim.”

Çend saetekî din dimeşin; zelam dibêjê: “Ez birçî me” Xizir dibêjê: “Ma ez dikarim çi bikim? Naneke din ê me hebû, heke winda nebûbûya yê niha me bixwara.” Rê dûr e û xalîye, dimeşin û dimeşin. Her gav zelam dibêjê: “Ez birçî me, ez ê ji nêzan bimrim.”

Ji dûr ve bizineka pez kûvîyan dibînin, Xizir bang dikiyê û dibêjê; “ya heywana xwedê, were cem me.” Bizin tê û li ber wan disekinê, Xizir dibêjê: “Ya heywana xwedê, em birçîne û em ê te şerjê bikin û goştê te bixwin.” Bizin tê zimên û dibêjê: “Ya nebîyê xwedê, ne kehrikê min hene, guhanên min tejî şîrin, divê ez herim, wan bimijînim, şîr bidim wan. Nexwe li vir bimînin, ez ê herim kehrikê xwe bimijînim û werim.” Xizir dibêjê: “Tê vegerî?” bizin dibêjê: “Nebiyê Xwedê emrê min kiriyê, çawa ez ê neyêm, helbet ez ê bêm.” Bizin diçê, ew li binê darekî rûdinin û dimînin hêviyê. Zelam, ecêpmayî milkî li havalê xwe dinêrê û milkî li bizina kûvî dinêrê, tiştên dîtîn, gotinên bizinê… Çavên wî mane beq û devê wî maye req, matmayî sekiniye. Qasek diborê bizin tê, ber havalê wî de disekinê û stûyê xwe dirêj dikê. Xizir, serê bizinê jê dikê, goştê wê parçe dike, agirekî dadidin, goş dipijînin û têr dixwin. Yê mayî jî li kincikekî dipêçin û têxin çeltikê xwe de. Xizir hestî mestiyên bizinê datînê ber hev û dibêjê; RABE! Bi izna Xwedê.” Xwedê ruh didê bizinê, bizin radibê ser xwe, dikevê rê û diçê. Zelam şaşwaz, mat metel maye sekini û Xizir dibêjê: “Tu bidî xatirê wî xwedayî, ew xwedayê ev bizin ji me re şandî, me goştê wê xwarî û paşê dîsa ruh dayîyê û sax kirî, çi bi wî nanî hat?” zelam dîsa dibêjê: “ez nizanim.”

Rêwîyên me, rêya xwe dimeşînin û diçin. Çiya û geliyan, dûl û mesîlan diborînin, dikevin deşt û berûyê û dimeşin. Xizir di wê berûyêde li cihekî disekinê, rûdinê erdê û sêlaxê didê hev û sê komên sêlaxê çêdikê, dua dikê. Ew her sê komên sêlaxê dibin zêr; gazî havalê xwe dikê û dibêjê: “Ka were vir” zelam tê, çav bi zêran dikevê, çavên wî beq dibin, dimînê ecêpmayî. Xizir dibêjê: “Camêr, ev komên zêran yek yê te ye; yek yê min e û yê din jî ez ê bihêlim ji yekî re…” Zelam koma zêran ba li xwe ve dikişînê û dibêjê: “ji kê re?”  Xizir dibêjê: “Ji wî kesê nanê sisîyan xwarî re!” zelam dibêjê: “Weleh ew nan min xwaribû, nexwe ew zêr jî behra min in.” Piştî van gotinan Xizir dibêjê: “Filan kes, rê de ewqas ecêp hatin serê me, Xwedê ew qas alîkariya me kir û min ji te re got; ‘bide xatirê wî xwedayî yê ev kerem bi mere kirî bêje’ te negot. Niha ji bo temahiya malê dinyayê, ji bo zêran tu dibêjî, min xwariye. Bi xwedê, êdî hew ez havaletiyê bi te re dikim. Bila ev zêr hemû -yên min jî- ji te re bin, ez diçim”

Xizir dikevê rê û diçê. Zelam, li wê çolberîyê dimînê tinê. Sê komên zêran, yê çawa bibê? Ew, ji xwe re hesaban dikê ku ka yê zêrên xwe çawa bibê. Wê hînê re du siwarî tên raserî wî disekinin. Dema zêran dibinin çavên wan sor dibin û êrişî wî dikin. Zelam dibêjê: “Ka bisekinin, min ev zêr ji kesên wek we re amade kiribûn. Min got komek ji rêwî û belengazan re, komek ji siwaran re û koma dawî jî ji min re. Nexwe qismetê we ye, sê komin û her yekî me komek.” Siwari li hev dişêwirin û dibêjin: “Baş e, lê em birçîne. Pişt vî girî de bajarek heye, me nekarî em herin bajêr. Nexwe tu here ji me re xawarinekî bîne, em ê paşê zêrên xwe leyve bikin û herkes bi rêya xwe ve herê.”

Zelamê me, mecbûrî dikevê ser rê û diçê bajêr. Diçê, xwaringehekî têr xwarin dixwê û ji herdu siwaran re jî hin xwarin têxê nav nênde, dipêçê û derdikevê. Ji xwe re dibêjê; divê ez ji van herdu talankeran xelas bibim. Diçê hin jehrî peyda dikê, têxê nav nan û xwarina wan de û tê ba siwaran. Dema xwarinê didê wan, her du dikevin ser dilê wî xwenceran û cihde wî dikujin. Kelaşê wî dihêlin wê erdê û xwe didin alê din, xwarina ji wan re anî dixwin. Dema xwarina jehrîkirî  dixwin, ew jî li wê derê dimrin û dibin kelaş.

Wê hînê re Xizir jî tê, dinêrê wê sê kelaş li erdêne. Li wan dinêrê, havale xwe yê rê yê bere nas dikê û dibêjê: “Kesê xayînetiyê li havalên xwe bikê, tu carî nagihê meqsed û mirada xwe.”

SÊRT – Sibata 2024an

Kurdjan SORΠ

Zarbêj: Mele Evdilayê Sohrî yê Eynî

Temen : 84, Xwende

Cih : Sêrt

Mêjûya Vegotinê: Sibata 2024an

Derbar Kurdjan Sorî

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply