Bi waryanteke din ROMANA MEMÊ ALAN: “MEMÊ DIN”

Romana sazendeyê eşqê/evînê

Wek tê zanîn romannivîs birêz Îlhamî Sîdar berê çend romanên bi tirkî nivîsî û paşê dest pê kir romanên kurdî nivîsî. Çend nivîskarên din jî weha pêşî bi tirkî û paşê bi kurdî nivîsîn. Xanim Suzan Samancî jî yek ji wan nivîskarane ku pêşî bi tirkî û paşê bi kurdî nivîsî.

Min bi xwe vê helwesta wan û tercîha a ji tirkî nivîsî ber bi kurdî nivîsê teqdîr kir, pesend kir, wan pîroz kir ku dest bi kurdî nivîsînê kirin û di nav pêvajoya çend salan de heryek çend berhemên hêja yên wêjeyî ên kurdî li edebiyata kurdî zêde kirin û pirtûkxaneya kurdî bi berhemên ku hîn pirtir dewlemend kirin.

Lêbelê hinek nivîskar bêku navên wan bidin li wan nivîskarên ku pêşî bi tirkî û paşê bi kurdî nivîsîne rexne dikin, wan tawanbar dikin. Binêrin Bahoz Baran weha dibêje : ” Bahoz Baran dibêje : ”Yaşar Kemal, Cemal Sureya, Ahmed Arîf û gelekên mîna wan kurd bûn û bi awayekî eşkere bi tirkî nivîsîn. Yanî ketin nava deftera edebîyata tirkan. Îcar çend cureyên din ên nivîskarên me jî hene, yek ji wan ev e: kurd in, bi tirkî dinivîsin* lê hertim qala kurdan dikin. Dibêjin qey a wan tiştekî din e. Qaşo serê nivîsîna xwe ya bitirkî, bi qalkirina li ser kurdan dişon. Hay jê tune bin jî, ew jî li ser hesabê deftera serdestên xwe ne.

 

*Cureyek jî heye, ew jî di eslê xwe da bi tirkî dinivîsin, bi tirkî deng dane, populer bûne û dixwazin bi kurdî jî çend tiştan lê bikin. Mîna ku dixwazin xwe bidin efûkirin, lê ziman bêbextîyê efû nake.

 

Nivîskarên mîna Mehmed Uzunî, di kategorîyeka cuda da ne, wî xwe şaş nekirîye û bi kurdî nivîsîye (bi piranî) lê mixabin bi piranî bi tirkî (ji alîyê kurdan ve) hatîye xwendin..”

 

Ji bo nivîskarên ku pêşî bi tirkî û paşê bi kurdî nivîsîne ez weha wek van gotinên Bahoz Baran nafikirim. Ez dibêjim gelek sedemên ku wan berê bi tirkî nivîsîne û paşê tercîha xwe bi kurdî kirine hene. Heger li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê kurd û gelên din yên netirk têne asîmîlekirin, bi zimanê xwe na, bi zimanê fermî ê dewleta dagirker dinivîsin, sucdar di serî de dewleta ku wan asîmîle dike, hebûna wan gel û neteweyan înkar dike. Hêj jî li gor zagona bingehîn a dewletê hemû kes tirk in.

Ez ji bo vê mijarê gotina xwe dirêj nekim, ev pirsgirêk di esasê xwe de karê lêkolînvanan e. Ew dikarin lêkolînên berfereh bikin û bigîşin encameke. Heger lêkolînvan bi lêkolînên berfereh û akademîk vê mijarê binirxînin, şîrove bikin di rastî derkeve hole.

Niha ez dixwazim bi kurtenirxandineke behsa romana Îlhamî Sîdar ya bi nave ”Memê Din” bikim. Ev roman li gor min romana sazendeyê eşqê/evînê ye. Romaneke hêjayê xwendinê ye û divê romanhez, edebiyatvan û xwendevanên kurd vê romana hêja bixwînin û rexnevanên wêjeya kurdî wê binirxînin, şîrove bikin.

Romana Îlhamî Sîdar ”Memê Din” di nav weşanên ”Avesta” de li Stenbolê derketiye û 271 rûpel e. Di destpêka pirtûkê de kurtejiyana romannivîser û navên berhemên wî hene. Di vir de tê gotin ku heta niha (cotmeh/oktober 2022) çar romanên wî bi kurdî hatine çapkirin û şeş romanên wî jî bi tirkî hatine çapkirin, weşandin. Wî sê pirtûkên helbestan jî weşandiye. Ew hem romannivîser û hem jî helbestvan e.

Romana ”Memê Din” ji çar beşan pêk tê. Sernavên beşan ev in: Dîbace, destan, zeyl û beşek jî derveyê naverokê di şûna encamê de ye. Min navê sernivîsa vê gotara xwe ”Romana sazendeyê eşqê/evînê” danî. Westayê edebiyata kurdî û pêşevayê hişmendiya netewa kurd nemir Ahmedê Xanî dibêje : ”Sazendeyê eşqê Zîn û Mem bît.” Ev romana Îlhamî Sîdar bi naveroka xwe romaneke sazendeya evînê ye.

Di destpêka serî de Nivîskar/vebêj bi xwendevanan re dikeve nav diyalogê, bi xwîneran re diaxife, ji wan re qala hinek tiştan dike, armanca nivîsîna nivîskar a ji bo çi vê romanê nivîsiye rave dike û xwendevanan derbasê nav cîhana romanê dike.

Di beşa ”Dîbace” de vebêj behsa hevûdu dîtina nivîskarê romanê û nivîskarê ”Mem û Zîn”ê dike. Romannivîser Îlhamî Sîdar dibêje : ”: “Her çiqas Xanî mijara xwe ji destana Memê Alan hildabe jî di honaka xwe de hin guhertinên berbiçav kirine. Ev yek ji berê ve pir bala min dikişand. Ji bo vê kitêba hanê ku heman mijar bi forma romanê radixe pêşiya me deriyek veke, min xwest ewil ji hosteyê mezin pirsiyar bikim, ango ji Ehmedê Xanî.” Nivîskarê romana ”Memê Din” ji nivîskarê ”Mem û Zîn”a mesnewî û destana netewî Ahmedê Xanî dipirse, pirs ev e: Pirs ev e: “Biborin lê bi rastî ez tênagihêjim cenabê we çima bi kakilê destanê lîst, ji kerema xwe re hûn dikarin vê ji bo min rave bikin?” Belê, ew dipirse ku çima wî di Mem û Zînê de bi kakila destanê re leyistiye, hinek guherandin çêkiriye?

Vebêjê romanê  dibêje : “Destana Memê Alan jî yek ji wan berheman e ku xwedî bê hejmar afirîneran e. Ji zayîna xwe û vir de kî dizane nifş bi nifş di awaza dengbêj û hîkayetbêjan de çend teşe girtiye? Çi lê hatine zêdekirin û çi jê hatine qutkirin? Nivîskarê vê kitêbê ku çîroka xwe li ser Destana Memê Alanî dihûne wê bi çi rengî pênûma xwe bixebitîne? Dê kakila destanê biperçivîne yan dest nediyê yan jî bi nêrîneke din, nêzikî mijarê bibe û şiroveyeke nû lê bike?”

ji van gotinên vebêj diyar dibe ku; dê romannivîser destana Memê Alan bi waryanteke cuda ji nû ve binivîse, şirove bike û weke varyanteke nû biafrîne. Û herweha romannivser Îlhamî Sîdar Li ser bingeha destana Memê Alan romaneke diafirîne û pêşkê xwendevanan kiriye..

Di destana Memê Alan de, Mem padîşahê Mexrîbiyan e, lê di mesnewiya Mem û Zîna Ahmedê Xanî de tovrindekî ji herêmê ye. Rasthatina ango hevûdudîtina Mem û Zînê di destanê de di xewneke şevê de, lê di Mem û Zîna mesnewiya Ahmedê Xanî de bi rengekî neteweyî di cejna netewa kurd, di Newrozê de hevûdu dibînin, dîtina wan pêk tê.

Di karekterê Beko Ewan de jî di navbera destan û mesnewiyê de hinek ferq hene. Vebêj li ser honak û afirandina berhema nemir Mem û Zînê û destana Memê Alan pirsên cuda dike. Bersîva van pirsan gelek balkêş e, manedar e û divê xwendevanên kurd bi taybetî jî nivîskarên kurd ji bo bi fêrbûna bersîva van pirsan divê vê berhema edebî a hêja ku d asta radeya modernklasîk de ye, ango romana Îlhamî Sîdar a bi navê ”Memê Din” bixwînin. Herçiqas ez zanibim ku nivîskarên kurd berhemên hevûdu naxwînin jî, bi min divê ew vê romana hêja bixwînin. Ez ji bo xwendinê, xwendina vê romanê ji tevahiya nivîskarên kurd re pêşniyaz dikim û ji rexnegirên edebiyata kurdî re jî daxwaz dikim ku romanê binirxînin, rexneyên xwe binivîsînin.

Bersîva van pirsên ku min li jor behs kir ango bersîva Ahmedê Xanî ji bo pirsên romannivîser çine? Ez ê qala bersîvan nekim û bersîvan wek meraq bihêlim ku xwendevan/xwîner yên ku vê nivîsa min dixwînin/bixwînin meraq bikin û vê romanê bikirin û bixwînin.

Sedemê min ê ku ez li ser romanên kurdî û şaxên din ên wêjeya kurdî dinivîsim yek jê jî ev e ku; Ez xwendevanan di derbarê berhemê de agahdar bikim û wan di nav meraqê de bihêlim ku ew meraq bikin û pirtûkê bikirin û bixwînin.

Bergên pirtûkên weşanên ”Avesta” amatorîne û bi piranî nebaş in, nebedew in. Lê ev berga romana Îlhamî Sîdar”Memê Din” bergeke baş e, bedew e, xweşik e. Di piraniya pirtûkên weşanên Avesta de wek edîtor navê Abdulah Keskîn heye. (A. Keskîn jî û hinek xwediyên weşanxaneyên kurdî ên jîn jî hema navên xwe wek edîtor li ser her pirtûkê dixin ev nebaş e, nerast e û ji exlaqê weşangeriyê re jî ters e.) Lê vêcarê navê A. Keskîn tune. Edîtoriya romana Î. Sîdar ”Memê Din” nivîskarê kurd romanivîser Şener Ozmen edîtorî kiriye, berhemê edît kiriye.

Di beşa sernavê ”Destan” de, êdî çîroka Memê Alan tê qalkirin. Vebêjê romanê bi xwendevanan re cih bi cih dikeve diyalogê. Ev metoda bi xwendevanan re diyalog di berhemên cîhanê de hene û ji alî hinek nivîskaran ve tê bikaranîn. Romannivîser bi ravekirina vebêj vegotineke ku bi şêweya romanên klasîk lê bi teknîkeke nûjen/modern rave dike. Yanî romanê wek romaneke modernklasîk û teknîka nivîsîna wê weke berhemên post-modern afirandiye.

Romannivîser Îlhamî Sîdar bi vê romana xwe a nû daye nîşandan ku wî xwe wek berhemên xwe yên berê dubare nekiriye, xwe nû kiriye, teknîkeke nû bi kar aniye û bi şêweyeke nû çîroka romanê rave kiriye. Herweha romannivîser Îlhamî Sîdar cih bi cih teknîka hunerî a ku di tirkî de jê re dibêjin ”bîlînç akişî” bi kurdî jî hinek dibêjin ”herka hiş” an jî ”herikandina hiş” Ev metoda hirka hiş di gelek romanan de ji alî romannivîserên navdar yên cîhanê ve hatiye bikaranîn.

Di romanê de atmosfereke çîrokên folklorîk jî heye. Vebêjê romanê herweke çîrokbêjên gelêrî yên ku bi devkî ji gel re çîrokan dibêjin, bi stîla gotinên çîrokbêjiyê bûyerên di cîhana romanê de pêk tên raveyê xwendevanan dike. Dema mirov romanê dixwîne herweke ku gohdariya çîrokbêjekî ku çîrokan dibêje dike. Tehm û lezeta gohdarîkirina çîrokbêjiyê xwe di xwendina romanê de dide nîşandan. Bi gotina kin û kurt, nivîskar  Îlhamî Sîdar bi zimanêfolklorîk, gelêrî weke çîrokbêjên wêjeya kurdî a devkî bi zimanekî herikbar  di romanê de bi kar tîne.

Memê Alanê ku di romana Îlhamî Sîdar de ye, Memekî din e. Lewre jî ji xwe navê romanê jî ”Memê Din” e. Ev Mem ne weke varyantên din ên Melê Alan in. Ev Mem afirandineke edebî, hunerî, xeyalî ya fîkşîonîya nivîskar e ku bi şêweya romanê hatiye afirandin.

Romannivîser Îlhamî Sîdar di romanê de metodeke balkêş bi kar tîne. Ew bi devê vebêj hem çîroka gelêrî qal dike, çawa hespê Bozê Rewan ji nav bahrê/deryayê derxistine û kedî kirine qal dike û hem jî vebêj şîroveya çîroka gelêrî ji xwendevanan re dike, herweke ku bi xwendevanan re xeber dide, diaxife hesreta xwe tîne zimên. Vebêj dibêje; ”Gava mirov….”Rûpel 44-45.

Roman li ser bingeha destana Memê Alan hatiye honandin. Sê keçên perî ku navê wan Tavbanû, Heyvbanû û Stêrbanû ne di xew de Zînê tînin menzela/odeya Mem. Mem jî û Zîn jî dema şiyar dibin dimînin şaş û ecêb. Mem ji Zîn re dibêje : ” Ev der….kurda me.# Rûpel 52.

Vebêj/çîrokbêj Mexrîbê dike welatê kurdan û Mem dike siltanê/kralê kurdan. Eh çîrokbêj e, dikare her tişt bike. Ji xwe Xwedayê cîhana romanê ew e. Hersê keçên periyan Zîna Zêdan jî ji paşve dibin Cizîra Botan. Lê, dema Mem û Zîn di odeya Mem de bune, herduyan gustîlikên/alyansên xwe bi hevûdu re guhartine. Navên wan jî li ser gulîskan e.

Keçên cin û periyan Zînê tînin, lê dema Zîn ji xew şiyar dibe, dimîne şaş û ecêb û derûniya wî nebaş dibe. Mîrê Cizîra Botan bijîjk û hekîman têne, lê dinêrin, bijîjkek dibêje; ” dibe ku ji ber derdê dilan be ku ketiye vî halî.” Belê ji xwe di esasê xwe de jî psîkolojiya Zînê ji ber derdê dil xerab buye.

Mem jî ji xew şiyar dibe û dinêre Zîn tune, ew jî dimîne şaş û ecêb. Mem di derbarê Cizîra Botan de lêpirsîn, lêkolîn dide destpêkirin. Cizîra Botan likur e, di kîjan aliyê cîhanê de ye? Mem padîşahê kurdan nizane ku Cizîra Botan likure(!).

Di romanê de du navên ku min ji navên wan qet hez nekir navê ”Beglî” û ”Kemal” in. Di destana Mem û Zînê  û di Memê Alan de bi qasê ku tê bîra min ev herdu nav tun in. Diyare van navan romannivîser lê zêde kiriye û xeyalî ne, wî bi xeyalî van herdu navan afirandiye. Helbet min neku ji karekterê wan, ji navên wan hez nekir. Karekterê pîs, xirab ku mirov jê hez neke karekterê Beko Ewan e.

Mem Beglî jî digre ber xwe û li pey evîna xwe berê xwe dide Cizîra Botan. Li Cizîrê jî Mîrê Cizîra Botan Zînê dişîne Fenîkeyê ji bo bêhnvedanê. Mem û Beglî di rê de rastê kaloyekî xeybane tên. Kalo hinek şîret li Mem dike, behsa Beko Ewan û keça wî dike. Di mesnewiya Ahmedê Xanî de keça Beko ewan tune. Di destana Memê Alan de cin û perî, di romana Memê Din de kaloyê xeybane heye. Cin, perî, sinibazî, kaloyê bi efsun û hwd berhemên fantastîk dixe bîra mirov. Di wan berheman de jî tiştên ecêb tên serê leheng û fîgurên çîrokan.

Keçên cin û periyan, ji alî wan ve Zînê ji Cizîrî anîna bajarê Mexrîbê, ev fantastîkeke çîroka gelêrî, folklorîk e. Şeytan, melek, cin, perî, vana di zîhîna mirov de hene. Çîrokên mîtolojîk bi xeyalî hatine çêkirin, metafor in. Di rastiyê de lembeya bi efsûn tune ye, lê di çîrokên hezar û yek şevî de, ev lembe bi navê “Lembeya Alladîn” bi xeyalî hatiye afirandin û çîrok li gor wê hatiye sazkirin.

Berhemên edebî yên giranbiha, her wekî Odysseia, Don Kîşot, Efendiyê Alyansan, Engulîska Bi sihir, Cadubazê Behrê û hwd. bi hiş, di zîhîn de hatine afirandin û vana cureya edebiyata fantazî ne. Hemû Varyantên çîrokên Mîrze Mihemed, çîroka Rustemê Zal, çîroka Memê Alan, romana Memê Din û hwd, vana cureyên edebiyata fantastîk a kurdî ne.

Min di nivîsek xwe de gotibû; Xeyal û fantaziyên ku di çîrok, çîrçîrokên kurdî ên klasîk de têne rave kirin, gelek dewlemendin û ji ber her çîrokek kurdî dikare romanek were nivîsîn, fîlmek were çêkirin.

Romana Memê Din di hêla xeyal û fantaziyan de romaneke dewlemend e û ji ber vê romanê dikare fîlmeke baş bi senaryoyeke baş were çêkirin.

Mem di rê de Beglî paşve dişîne û ew diçe Cizîra Botan. Li wir dibihîse ku Zîn nexweş e. Ji ber mêvanperweriya kurdan, xelkê Cizîrê dixwazin wî bikine mêvan. Lê, li ser şîretên Kalo ew diçe dibe mêvanê Tajdîn. Li gor çand, adet, tore ango gorê tradisyona çanda kurdan çi derd û kulên mêvan hebe, xwedî malê hel dike, alîkariya mêvn dike. Ango ji bo çareseriya pirsgirêka mêvan hewl dide, çi ji destî tê dike.

Ji bo ku li gorê romanê (ku naveroka romanê weke varyanteke din a çîroka Memê Alan e) Zîn destgirtiyê Çeko ye. Dema Çeko dibihîse ku Mem ji bo Zînê hatiye Cizîra Botan, ew neraziye ku Zîna destgirtiya wî bidine Mem. Lêbelê, paşê ji bo xatirê birayê xwe Tajdîn û ji bo sonda ku xwarine, Çeko jî qayil dibe ku Zînê bidine Mem.

Romana Memê Din neweke metneke mesnewî, destan û çîrokên gelêriye yên folklorîk ku di nav xelkê de têne gotin û neweke Mem û Zîna ku Ahmedê Xanî nivîsiye. Ev Mem naşibe Memê Ahmedê Xanî, ev Mem Memekî din e, ango Memê Alanekî din ku romannivîser bi şiklekî din, bi naverokek din, bi çîrokek cuda wî afirandiye.

Dema min romanê xwend, di ber wê de min Mem û Zîna Ahmedê Xanî (ku min berê du car xwendibû) û Memê Alana ku Roger Leckot berhev kiribû xwend û min li fîlma Mem û Zîn cara duyem temaşe kir. Memê Din ji wan Memê Alanan cuda ye, ew ew bi rastî jî Memekî din e.

Di romanê de çîrokek balkêş jî ku tê qalkirin çîroka Bersîs e. Ev çîrok weke çîroka di nav çîrokê de, di romanê de tê rave kirin. Çîroka Bersîs di nav varyantên din ên destana Memê Alan de tune. Diyare vê çîroka gelêrî ku dibêjin ji alî Feqiyê Teyran ve hatiye nivîsîn, romannivîser Îlhamî Sîdar li çîroka Memê Alan/Memê Din zêde kiriye.

Hevûdudîtina Mem û Zînê di nav baxçede bi sahneyek erotîk hatiye xemlandin. Di romanê de hevûdudîtina nav baxçe de ne wek ya Mem û Zîna Ahmedê Xanî ye. Di a Ahmedê Xanî de ji bo ku Mîr Mem û Zînê di nav baxçe de nebîne, Tajdîn diçe agir bi mala xwe ve dide, xaniyê xwe dişewitîne ku Mîr û kesên pê re ne ji nav baxçe derkevin wan bikşîne ber bi mala xwe ve ku Mem û Zîn jî bikaribin ji nav baxçe derkevin. Di romanê de ev der guhertiye.

Beko Ewan fesadî dike, bi derewan ji Mîr re dibêje : ”….” Rûpel 201.

Beko û Mîr bi hevre fenek tînin serê Mem, Tajdîn û birayên wî. Ew ji wan re dehvik/kemîn datînin. Dema Mîr Mem dibîne, dinêre ku wekî Padîşahan e. Cil û bergê kralan lê ye, hespê wî xemilandiye. Di encama fen û fût û dexesiyên Bekoyê Ewan, bi fermana Mîr Mem digrin diavêjin zîndanê. Dema ew Mem dikine zîndanê Tajdîn û birayên wî li wir nîn in. Ew çûne cenga sefera şer li dijê dagirkeriya Acem, li hemberê Aceman şer dikin.

Li gorê kurguyê/hoaka romanê keça Beko Ewan jahrê marî dike nav henarê û dide Zînê; jê re dibêje : ”Mem çend rojin birçiye, vê henarê bide wî bila bixwe dê baş bibe.” Zîn henarê dide Mem û Mem dixwe bi jehrê marî dimre.

Piştî mirina bi jahrê marî, Zîn diçe ser mezelê Mem, li wir herweke pê re biaxife, gotinên xwe dibêje û ew jî jahr dixwe û li ser mezel dimre.

Ev roman e, romannivîs li gor xwe dikare dawî lêanîna encama evîna Mem û Zînê bi şêweyek cuda bi dawî bike. Çîroka Memê Alan, evîna Mem û Zînê bi varyantên gelek cuda tê qal kirin. Varyanta ku di romanê de tê pêşkêş kirin weke varyanteke nû û nûjen e û bi şêweya romanê hatiye pêşvazîkirin.

Çîroka romanê diqede, lê diyare gotinên vebêj/nivîskar/romannivîser naqede. (Diyare ew dev ji xwendevanan bernade(!). Lewre jî bi sernavê ”Beşek ji derveyê navendê di şûna ”encamê” de hinek tişt dibêje, gotinên xwe didomîne.

Ne rexne lê wek balkêşiyek, ez dibêjim ku ji bo min û xwendevanan roman di rûpela 249an de diqede. Ji wir pê ve zêde ye. Belê, ev beş beşeke zêdeye ku weke duvika romanê pê ve hatiye zeliqandin.wek pîne bi romanê ve hatiye pîne kirin. Tiştên ku nivîskar/vebêj ji xwendevanan re dibêje, pêwîst nedikir ku bigotana. Ji xwe tiştên ku di herdu beçên dawî de têne gotin eleqeya wan bi naveroka romanê û bi cîhana çêker a romanê ve tune. Tiştên hatiye gotin, gotinên, nirxandin û şîroveyên gelemperî yên derbarê edebiyatê û hinek roman û nivîskarên cîhanê de ne.

Di herdu beşên dawî de nivîskar bi devê vebêj behsa xwe û nivîskariya xwe dike. (Firat Cewerî jî di romanên xwe de gelek behsa xwe dike û ev ji alî xwendevan û rexnegiranve tê rexnekirin.) vebêj derbarê nivîskar de gelek tişt dibêje. Helbestvaniya romannivîser dike wek helbestvanê navdar ê cîhanê Rîlke, berhemên wî dike Kafkawarî wek ên Kafka. Navên Proust, Kavka, Joyce, Wolf, Calvîno, Nabokov, Kundera, Orhan Pamuk, Eta Nehayî, Şêrzad Hesen li du hev rêz dike. Têgihîştinên her xwendevanî cuda ye. Hinek xwendevan dikarin cuda fêm bikin û bibêjin; ”Binêr nivîskar pesnê xwe day û xwe kiriye rêza van nivîskaran.” Helbet heqê her nivîskarî heye ku pesnê xwe bide, lê heger nivîskar pesindayinê ji xwendevanan re bihêle, hîn baştir e.

Nexwe li gorê min, nivîskarên kurd kêmê nivîskarên gel û neteweyên din nîn in, heta ji gelek nivîskarên cîhanê û bi taybetî jî ji nivîskarên tirk, ereb û farisan serketîtirin, zanatir in.

Vebêj behsa destanek grekiyan/yunaniyan dike û dibêje dibe ku destana Memê Alan li ser hîmê wê destanê, ji ber çîroka wê destanê were afirandin. Bi min na, ne wisan e û ev dîtineke şaş e. Berevajê wê dibe ku ew destana grekiyan ji ber destana kurdan a Memê Alan were afirandin. Ji xwe Alî Şerîatî dibêje; ”grekiyan gelek tiştan ji kurdan wergirtiye.” Kurd neçûne greklandê/yunanîstanê ku tiştên wan wergirin, ew ji Dema Îskenderê mezin ê Meqedonî ta dema Împaratoriya romayê a rojhilat tim hatine Kurdistanê, êrişê kurdan kirine û tiştên kurdan talan kirine, çîrok û destanên kurdan birine kirine yên xwe. Bingeha medeniyeta wan, şarezariya civakî û bajarî ya wan jî ji Kurdistanê ye.

Di derbarê vê ramanê de jî vebêj dibêje : ”Ev roman….” Rûpel 264.

Bi min jî divê nivîskar û herweha vebêj vê jî ji demê re û ji xwendevanan re bihêştana. Di nav pêvajoya demê de xwendevan û di pêşerojê de jî rexnegirên wêjeya kurdî dê miheqeq vê romanê binirxînin, şîrove bikin, analîz bikin.

Nivîskar çima bi vegotina vebêj xwendina xwe ya romanên nivîskarên klasîk û şîroveya romanên wan rave kiriye min fêm nekir. Tiştên ku ew bahs dike çi hêjayî dide romana ”Memê Din”? Çieleqeya xwendina nivîskara romanên klasîk bi romana ”Memê Din” re heye? Min fêm nekir. Ev gotinên bi devê vebêj yên derbarê nivîskarên navdar ên cîhanê û romanên wan de, weke pîne bi dawiya romanê ve pîne kirin nebaş bûye. Weşanger ango xwediyê weşanên ”Avesta” jî ji edebiyatê, romanê fêm nake ku bala nivîskar bikşandana bigota ev pîneya beşa dawî zêde ye, divê em jê derxin.

Nivîskar/vebêj weke ku kronolojiya roman û romannivîserên cîhanê derxe, navên roman û romannivîseran li du hev rêz kiriye û hişmendiya xwe û hestên xwe yên xwendinê ên derbarê van romanan de aniye zimên. Gelo pêwîst dikir ku ew zanîstiya xwe ên derbarê edebiyata cîhanê weke gotareke bike duvika romana xwe.

Divê xebata afirandina berhemên wêjeyî de tîrbûnî, lêhurbûnî û berdewambûnî hebe. Birêz Îlhamî Sîdar berdewambûniyê didomîne û ez hêvîdarim ew dê hêj gelek berhemên hêja biafrînê.

Bi hêviya ku di pêşerojê de helbestvan û romannivîser Îlhamî Sîdar romana Bersîsê Abid û Bîjen û Menîceyê binivîse.

Ez gotara xwe bi van gotinên îlhamî Sîdar  dawî tînim.

”Her çîrokeke eşqê a neqediyayî li pey xwe ariyê dihêle paşê wek balindeya kaknûsê vedigere ji wê ariya xwe ji nû ve vedijîne, tê li hişê me datîne, xwe li bîreweriya me digire û li wir nemirtiyê bi dest dixe. Mem û Zîn di gewdeyekê de bi cî nabe, dibe ku çîroka wan jî wek hemû çîrokên nemir ya eşqê honaka heman zarvekirinê be ku hêj tê nehatibe gihîştin.

Dibe ku mirov ji roja ku xwe bi wê pela hêjirê herimandî poşand û xuypakiya xwe ji dest da û wê de ji vîyana ku eşqê di eziya xwe de nemir bike heta hetayê borîbe yan jî dinya hîn negihiştibe wê kemala ku bi cewhera eşqê têbigihêje. Kî çi dibêje bila bêje sedema heyîna me ya eslî eşq e, beyî wê tu wateya hewa û av û ax û arê nîn e.

Eziya me ya kakilî behreke cawîdanî ye, di wê behra cawîdanî de wek mircana nav îstirîdyeyê di hundirê her yekî me de Memek yan Zînek vedihewe lê xwezaya me ew di bin qalikên hişk de nuxamtiye. Yê ku li xwe vedigere, wek dara berûyê hewl dide û ji qalikê xwe dertê, ew kakilê giyanî pê tê kifşê. Ew kesê ku cewhera eşqê pê tê kifşê jiyana ebedî bi dest dixe, eşq wê şiyana xurt didiyê ku bişê her kêliya jiyana xwe wek risteke şi’rê birêse.

Taliyê gava li dû xwe dinêre dibîne ku li şûna wî/ê berhemeke adan şîn hatiye ku çavên meriv jê didele, ji nêrîna wê têr nabe. Yê ku wek sîberekê ji xwe dertê û tevî giyanê keriyê dibe gava li xwe dizivire û dinêre li şûna xwe sîbera xwe jî nabîne.”

…………………………………………

Îlhamî Sîdar kî ye?

Nivîskar Îlhamî Sîdar di sala 1965’an de li Misirca Sêrtê hatiye dinê. Li Zanîngeha Enqereyê Beşa Ziman û Edebiyatê xwendiye û bûye mamoste. Sîdar wekî gelek nivîskarên kurd pêşî bi tirkî dest bi nivîsê kiriye.

Piştî salên 2000’î kurdiya xwe pêş dixe, piştî salên 2010’an jî dest bi nivîsandina pirtûkên bi kurdî dike. Di sala 2011’ê de yekem pirtûka wî ya bi kurdî “Tehma Xweliyê” (roman) dertê.

Romanên Îlhamî Sîdar yên bi kurdî ev in:

– Tehma Xweliyê, roman, 2011, Kurdî

– Xewneke Payîzê, roman, 2015, Kurdî

– Memê Din, roman, 2021, Kurdî

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply