Lokman Polat

Lokman Polat nivîskarekî Kurd ê navdar e, ku di 1ê Cotmeha 1956an de li navçeya Licê ya Amedê (Diyarbekirê) ji dayik bûye. Wî xwendina xwe ya destpêkê, navîn û lîseyê li Licê qedandiye. Di ciwaniya xwe de, di sala 1975an de, wî li Licê yekem rêxistina civakî ya bi navê Lik-Der damezrandiye û serokatiya wê kiriye. Ji ber rewşa siyasî, di sala 1984an de koçî Swêdê kiriye û li wir bi cih bûye. Li Swêdê, Lokman Polat dest bi nivîsandina çîrokên kurt kiriye û di rojname û kovarên cihê de berhemên wî hatine weşandin. Ew yek ji damezrînerên Komela Nivîskarên Kurd e û endamê PENa Navneteweyî û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye. Polat zewicî ye û bavê çar zarokan e (Sertaç, Şiro, Berîn û Hulya). Polat mirovekî xebatkar, wêjehez û azadîxwaz e, ku bi zimanê Kurdî û bi xebatên xwe yên li ser çand û edebiyata Kurdî tê nasîn. Lokman Polat nivîskarekî pirberhem e, ku heta niha 14 pirtûkên wî hatine weşandin; 4 ji wan bi Tirkî û 10 bi Kurdî ne. Berhemên wî yên Kurdî di nav xwe de 3 roman, 7 pirtûkên çîrokên kurt, pirtûkên helbestan û lêkolînan digirin. Wî herwiha 4 pirtûkên zarokan wergerandine Kurdî û kovarên bi navên Helwest (li Stockholmê) û Ronî (li Stenbolê) weşandine. Berhemên wî bi piranî li Stockholmê hatine çapkirin

Şerê Dawî Yê General Mistefa Barzanî

Bi gelemperî di hêla romannivîseriyê de û bi taybetî jî di hêla afirandina romanên biyografîk û otobiyografîk de nivîskarên kurd ên başurê Kurdistanê qels in, serketî nîn in. Di derbarê serok Mistefa Barzanî, Şêx Mahmûd Berzencî, Celal Telebanî Samî Evdirahman û gelek şexsiyetên/kesayetiyên navdar ên başurê Kurdistanê hêj yek romaneke …

Read More »

Bîranînên PDKTyîyekî Berê

✍️Lokman Polat Felemez Akad PDKTyiyekî berê ye ango kevne PDKTyî ye. Ew di sala 1969an de bûye endamê PDKTyê. Ew di pirtûka xwe ya bîranînê de behsa damezrandina PDKTê, pêkanîna du kongreyên wê dike û herweha orîjînala bername û destûra/program û tuzuka wê diweşîne. F. Akad li Uppsala/Swêdê dijî û …

Read More »

Di Riya Têkoşînê de Bîranînên Mewlanzade Rîfat

Pirtûka bîranînên Mewlanzade Rîfat ji alî lêkolînvan Seîd Veroj ve ji bo cape hatiye amadekirin û pirtûk di nav weşanên ”Dara” de li Amedê hatiye weşandin. Pirtûk 196 rûpel e. Di dawiya pirtûkê de hinek belge/çavkanî û wêne hene. Derbarê Mewlanzade Rîfat de di pirtûkê de agahdariyên gelek berfereh hene. …

Read More »

Xanîname – Li Ser Rêça Ehmedê Xanî

Di vê meha Cotmehê de salvegera 330 saliya nivîsîna Mem û Zînê li bajarê Wanê hate pîroz kirin. Pîrozkirin bi şêweyek serketî pêk hat. Gelek nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar û kesayetiyên curbecur ên kurd beşdarê Sempozisyuma Ehmedê Xanî bûn. Masmediya kurdan ne bi tevahî lêbelê hinekên wan cih dane civînê û …

Read More »

Derbarê Selahaddînê Eyûbî De Çend Pirtûkên Kurdî I 3

LI GOR ÇAVKANIYÊN SWÊDIYAN SELAHEDDÎNÊ KURD Rohat Alakom lêkolînvanekî berhemdar ê kurd e. Gelek pirtûkên wî yên lêkolînî hatine weşandin. Herweha wî ji ber arşîvên masmediya Swêdiyan derbarê Selaheddînê Eyûbî û kurdan de gelek tiştên ku dîrokzan, lêkolînvan, nivîskar, romannivîser û rojnamevanên Swêdî nivîsîne wek pirtûk weşandiye. Alakom di derbarê …

Read More »

Derbarê Selahaddînê Eyûbî De Çend Pirtûkên Kurdî I 2

Pirtûka Cankurd ya bi nave ”Selahdînê Eyûbî – Kurdekî Cîhan Hejan” di nav weşanên ”Helwest”ê de li Stockholm/Swêdê di sala 2000î de derketiye. Pirtûk 68 rûpel e. Pirtûka lêkolînê ya li ser jiyan û têkoşîna Selahdînê Eyûbî ya li dij xaçperestan e. Di pirtûkê de bi sernavê ”Serdarê Rojhilata Navîn” …

Read More »

Nirxandina Pirtûkekê I Komkujiyên Gêliyên Zîlanê

Lokman Polat I polat.lokman@gmail.com Di van çend salên dawîn de li ser komkujiyên ku di herêma bakurê Kurdistanê ango di gêliyên Zîlanê de ji alî dewleta dagirker a kemalîst ya komara Tirkiyê pêk hatibû çend pirtûkên lêkolînî û romanên mijara wan li ser komkujiya gêliyê Zîlanê ye hatin weşandin. Yek …

Read More »