Çand

Nîsan, 2024

  • 14 Nîsan

    Heywanên Tûşî Webayê Bûyî

    Nizanim ji ber çi tawan û gunehan Xwedê xezeb barandî bû ji asmanan Girtî bû her derî webayê Nalenalek êxistî bû dunyayê Nexweşî ku hat û mirinê li ber derî teqe teq kir Nevroz û çile çi ferq dikir Tehma devî di reviya bi yekcar Êdî aramiyê xatir dixwest û dikir bar Ne gur li pey berxan dibezîn Ne rûviyan …

  • 7 Nîsan

    Destar

    Destar, du kevirên pan in, di danî- ne ser hev û dibe aş; ew aşê destî ye. Jixwe peyva dest+ar, yanî arê bi dest tê çêkirin. Wateyeke wiha ji vê peyva hevedudanî derdikeve. Yê serî di nîvekê de kunkiriye û aliyekê wî darkekî wekî destkî pêve zevtkiriye ku li ser yê din bihête zelandin. Her du kevir jî gilover in. …

Adar, 2024

  • 21 Adar

    Di wêjeya Kurdî de Newroz

    Helbestvanên kurd ji berî hezar û sedê salan behsa Bewrozê di berhemên xwe de kirine. Cejna Newrozê cejneke kevn û dîrokî ya gelê Kurd e. Di wê rojê de ku tê wateya roja nû û destpêka buharê, Kurd bi biçûk û mezinan, xort û keçan, pîr û kalan derdikevin pêşwaziya buhara xweza û azadiya Kurdistanê. Newrozê cihê xwe di dilê …

  • 2 Adar

    JINA ÇÊ Û YA NEÇÊ!

    Pîrê Xerzanê gotiye ku ew bûye dîdevanê vê meseloka li jêrê: Li herêmekê dibêjin Hecî Elko hebûye, bavê 30 kur û keçana bûye û sê jinên wî jî hebûne. Lê mala her jinekê cuda bûye. Hecî Elko kesekî xuyaî û nandayî bûye. Sifreya wî ya xwarinê hertim li erdê bûye, mêvan dihatin û diçûn, piraniya gundiyên wî jî li ser …

Sibat, 2024

  • 26 Sibat

    Cemre(Pişko, Koz)

    Cemre(Pişko, Koz) her heft rojan serê biharê; Zêdebûna germê tê texmîn kirin ku pêşî li hewa û paşê li av û axê pêk tê. Cemra yekem di 20ê sibatê da dikeve hewayê û her heft rojan carekê dikeve erd û avê. Wateya ferhengî ya “cemre” ku bi eslê xwe erebî ye, koz e, yanî agir e. Bi rastî, ew rewşek …

  • 19 Sibat

    Dîk û Rovî

      Wek qijo, dîk jî carek Rabû ser şaxê darek Ji rewşê dibû diyar Ne ferx e ew extiyar Bang didan bi kubarî Ka qirikê çi karî Rovî çawa dengê dîk Seh kir xwe gihand nêzîk Dilşad û bi lezgînî Got: Birako mizgînî Li hev hatin ajal tev Êdî ne hewce ye rev Ez sûnd dixwim bi îman Xirab nabe …

  • 16 Sibat

    Pîrê û Rovî

    Hebû tunebû pîrikek û rovîyek hebû. Pîrê her roj çêleka xwe didot û şîrê xwe dikir bin teştekê û diparast. Rovîyek jî, her roj, bi dizî dihat mala pîrê û şîre wê vedixwar.   Pîrê meraq dikir: Gelo ew kî ye şîrê çêleka min vedixwe?   Rojekê pîrê bivirekî tûj dixe destê xwe û disekine. Rovî dîsa tê ku şîr …

  • 4 Sibat

    Dêw: Taybetî û Tezahurên wan

    Dêw di Avestayê da weku “Daeva” û di Hindiya Kevin da “Deva” hatiye binavkirin û berî Zerdeştiyê herçiqas weku Xweda û xwedavend hatibin pejirandin jî piştre bi piranî weku temsîlkarên xirabiyê hatine zanîn (Fesaî, 1379, r. 393). Carinan hin ji wan bi xirabî radibin bes paşê vediguherin ser başiyê. Ew bi piranî mexlûqên dirinde, mirovxwir, sêhrbaz in. Ew weku cin, …

  • 4 Sibat

    Derewa Ji Rastiyê Çêtir

    Dibêjin, carekê şêxek ji şêxên Ereb, xeber ji qiralekî Kurd re hinartiye, gotiye: – Ez ê leşkerê xwe hildim û werin ser te. Ez ê qetik têxim stuyê te û te li dira serbajarê te bigerînim, heta ku tu ji kerê re bêjî ŞOŞ DAYÊ! Qiralê Kurd jî xeber ji wî Şêxê Ereb re şandiye û gotiye: – Ez zirt …

  • 3 Sibat

    Mirîşka me hêkekê dike

    Mirîşka me hêkekê dike, heft gundan bi xwe dihisîne. Ne mirîşk doşanî ye ne dara xoxê sotenî ye ne jî xezûr bi zavan xenî ye. Sê tişt hene bi êş; mirtib û mirîşk û mêş. Sê tişt hene bi çêj: rez û pez û hurmet. Li dinyayê sê tişt hene bi serêş; mêş, mirîşk û kermêş, tu çiqas dibêjî “kiş” …