KELA WANÊ

Av li xweza herikî
Gul û çîçek pelda.
Milet rabûn piyan
Erd û çiya hejiyan.
Cihoka avê xitimî
Guliyên dara pelpitî
Banga Leyla lê zivirî
Lambe şikest vemirî.
Kar û xebat ji xwe re bî
Cesaret dibe xwe xwedî
Ji kesî re serî danaynî
Payetxt têktere hildişînî
Dîsa cihan bû şehed
Neheqî binpê bû heciqî
Mêrxasan serî dananî
Vîna xwe girtin alenî.
Wane qela berxwedanê
Bi tîpê zêrîn dîrek danî
Tu hêz nikare bibe manî
Kalê şirnaqê çevan deranî.
Kolana zarokê sêzde salî
Balê kişand bi kenê şirîn
Hûr kirin pênûsa zaliman
Silav li te kurrê qenc tîtalî
Silav linte bajarê qedîm
Mina mozqirta pêve danî
Kumê bîrdozan serî danî
Serkeftin bû erka Wan î.

Behçet Ateş:04-04-2024

Derbar Behçet Ateş

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply