NIRXANDINEK LI SER PIRTÛKA “DÎROKA ROJNAMEGERIYA KURDÎ / 1 ”

Min du pirtûkên derbarê rojnamegerî/kovargerî û weşangeriya kurdî de bi dor li pey hevûdu xwend. Pirtûkek bi tirkî bû û ya din bi kurdî/kurmancî bû. Di masmediya kurdan de, di weşanên elektronîk yên înternetê de, di malperên kurdî û di weşanên matbû de û herweha di kovar û rojnameyên kurdî û yên kurdan de ku piraniya wan bi tirkî ne behsa van herdu pirtûkên ku min niha xwendiye nehatibû kirin. (Heger nirxandina van herdu pirtûkan hatibe kirin jî min bi xwe nedîtiye. Lê ez masmediya kurdan baş dişopînim, min nirxandin nedît.)

Ev herdu pirtûk, yek jê bi navê ”Kurd Basinî – Weşangeriya Kurdî” ye û bi tirkî ye. Nivîskarê wê lêkolînvan Fethullah Kaya ye. Pirtûka din jî bi navê ”Dîroka Rojnamegeriya Kurdî – 1” e. Bi kurdî ye û nivîskarê pirtûkê nivîskarê rojnamevan , rewşenbîr û ramanger Mîrhem Yîgît e. Ez ê wek du beş behsa pirtûka Mîrhem Yîgît bikim û paşê jî wek beşeke behsa pirtûka Fethullah Kaya bikim, herdu pirtûkan binirxînim, şîrove bikim.

Beriya ku ez dest pê bikim, dixwazim bi bîr bînim ku; di beriya salên 2000î de li Swêdê derbarê weşangeriya kurdî û kovar û rojnameyên kurdî de li Stockholmê 4 pirtûk derketibû. Du pirtûk weke du cîld yên Malmisanij û Mahmûd Lewendî bû. Du pirtûk jî weke du cîld yên min(Lokman Polat) bû. Berê û piştî salên 2000î jî pirtûkek li Stenbolê ya Muslum Yucel û yek jî li Amedê ya  Seîd Veroj yên li ser kovargerî û rojnamegeriya kurdî hatibû weşandin. Niha bi van herdu pirtûkan dibe 8 pirtûkên derbarê kovargerî, weşangerî û rojnamegeriya kurdî de. Digel van 8 pirtûkan lêkolîna Ahmed Kanî ya li ser rojnameya Kurdistanê û herweha kar û xebatên dûr û dirêj û berfereh ya Mehmed Emîn Bozarslan di derbarê kovara Jîn û Kurdistan de hêjayê pesnê ne.

Pirtûka Mîthem Yîgît di encama lêkolîneke berfereh de hatiye amadekirin. Wî pirtûka xwe bi şêweya analîz, çavdêrî û bîranînê nivîsiye. Naveroka pirtûkê berfereh e. Pirtûk di nav weşanên ”J-J” de li Amedê hatiye wşandin. Mîrhem Yîgît dîroka rojnamegeriya kurdî ji sala 1898an ta sala 1998 – sed sal girtiye şîrove kiriye. Di nav sed salan de çi kovar û rojnameyên kurdan derketine, behsa hemûyan kiriye, derbarê wan de agahdarî pêşkêşê xwendevanên kurd kiriye. Pirtûk ji deh beşan pêk hatiye û di her beşî de mijarên cuda û weşanên cuda, kovar û rojnameyên kurdî analîz kiriye, nirxandiye.

Lêkolîner û ramanger Mîrhem Yîgît li ser yekoyek kovar û rojnameyên kurdî radiweste û herweke ku bi xwendevanan re rû bi rû sohbet bike, bi stîleke sohbetwarî û bi şêweyeke waqanivîsiyê dîroka weşangeriya kurdî rave dike. M. Yîgît di destpêka pirtûkê de wek bîranîn panoramayeke kar û xebata ku wî bi xwe di hêla weşangerî û rojnamegeriyê de kiriye qal dike. Ji xwe ew bi devê xwe dibêje ku; ev xebata wî a li ser dîroka rojnamegeriya kurdî xebateke akademîk nîn e. Ev berhemeke analîzên siyasî û rojnamegeriyê ye.

Li gorê agahdariya nivîskarê kurd Mîrhem Yîgît, cîlda yekem ango pirtûka yekem a dîroka rojnamegeriya kurdî li ser rojname û kovarên li welêt e. Dê di cîlda duyem de weşanên/rojname û kovarên li derveyê welat bi taybetî jî kovar û rojnameyên ku li Ewropayê derketine bêne nirxandin. Mîrhem Yîgît dibêje : ” di herdu pirtûkan/herdu cîldan de jî keda bi dehan lêkolîner û bi sedan gotarên nivîskar û rojnamevanên kurd ji her aliyê Kurdistan û Sovyeta kevin mezin e….Çendek ji xwediyê vê kedê: Malmisanij û Mahmûd Lewendî, Muslum Yucel, Huseyin Aykol, Kakşar Oramar, Konê Reş, Seyidxan Kurij, Osman Aytar, îbrahîm Seydo Aydogan, Abdullah Keskîn, Medenî Marşîl, Mustafa Aydogan, Gabbar Çiyan, Salihê Kevirbirî, Lokman Polat, Hejarê Şamîl, Têmûrê Xelîl, Tosinê Reşîd, Wezîrê Eşo û gelek kesayetiyên din ji Başur û Rojhilat wek berpirsê Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê Newzad Hirorî, Rêbiwar Reşîd, Karwan Seîd, Aso Seyad û hrd.” ji vana hemûyan re spas dike.

Di pirtûkê de li ser girîngiya arşîv û valahiyên girêdayê arşîvê tê sekinandin û bal dikşîne li ser hinek kovarên kurdî ku di dema berê de hatine weşandin lêbelê niha yek hejmarek wan jî bi dest neketiye. A rastî jî heger ji van 8 pirtûkan û herweha ji xebatên li ser kovaran yên  Mehmed Emîn Bozarslan û Ahmed Kanî yên li ser kovar û rojnameyên kurdî nebana dê haya mirov ji gelek weşanên kurdî, kovar û rojnameyên kurdî tunebana.

Di pirtûkê de di derbarê tevahiya kovarên ku di nav sed salan de derketine nirxandin û şîrove hene. Kovar û rojnameyên ku Bedirxaniyan derxistine, yên ku di salên 1955, 60 û 70 yî de Musa Anter weşandiye û hwd, hemû jî di pirtûka Mîrhem Yigît de hatine rave kirin.

Bi sernavê ”Rojnameyên ewil û hin taybetmendiyên wan” gotareke derbarê rojnameyên ewil yên cîhanê de heye. Agahdariyeke hêja ye, mirov jê derbarê rojnamegeriya cîhanê de gelek tişt fêr dibe. Di salên 1960 û 1700î de ango çarsedsal berê rojnameyên ku derketine tê rave kirin. Di beşa duyemîn a pirtûkê de şîroveya çapemeniya tirk jî heye.

Li gor agahdariyên ku di pirtûkê de tê dayin kovar û rojnameyên kurdî yên ku li derveyê Kurdistanê, li welatên din derketine, herî pir li Swêdê derketine. Li swêdê 139 kovar û rojnameyên kurdî derketine. Ya rastî jî hetanî sala 2000î herî pir kovar, rojname û pirtûkên kurdî, pirtûkên zarokan û çîrok û romanên kurdî herî pir li Swêdê hatine weşandin. Li Sovyeta berê 13 û li Amerîkayê 23 heb derketine. Li hepisxane û zîndanên Tirkiyê de jî 7 kovarên kurdî/kurdan hatine weşandin. Van kovarên hepisxaneyan bi destnivîs dihatine amade kirin.

Di derbarê rojnameya yekem a kurdî ku navê wê ”Kurdistan” e û herweha derbarê rojnameyên ”Şark ve Kurdista” û ”Jîn”ê de agahdariyên berfereh di pirtûkê de hene. Ji xwe pirtûk netenê rojnamegeriya bakurê Kurdistanê, herweha digel wê rojnamegeriya tevahiya parçeyên Kurdistanê rave dike. Kovar û rojnameyên li başurê Kurdistanê derçûne bi berferehî dinirxîne, şîrove dike. Qala têkoşîna Şêx Mahmûd Berzencî ya li dijê dagirkerên Îngilîzan dike. Behsa weşanvaniya Îbrahîm Ahmed dike. Li Kafkasyayê bi kurtahî dîroka kurdan û weşana Riya Teze û kurdên Kafkasyayê, taybetmendiyên herêmê, di dema desthilatdariya Sovyetê de rewşa kurdan dinirxîne.

Pirtûka Mîrhem Yîgît a lêkolîna li ser rojnamegeriya kurdî bi naveroka xwe ji pirtûkên din yên li ser weşangeriya kurdî cuda ye. Ango di ravekirina weşangeriya kurdî de ev pirtûk ji yên din cudatir e. Giraniya naveroka pirtûkê nirxandin, şîrove û cih bi cih analîzkirin e.

Di beşa rojnamegerî, kurdolojî û xebatên berhemdariya kurdên Sovyetê de M. Yîgît dibêje : ”Kurd dibin xwedî alfabe, dibîstan û mamosteyên xwe, kurd saziyên xwe ava dikin û kurdolojî kurdî dibe, cografya lêkolînê kurdolojiyê fereh dibe.” Lêbelê salên desthilatdariya Stalînê dîktator de, salên Stalîn qiyametê li serê kurdan radike. Piştîmirina Stalîn qonaxa vejînê û salên bêrdar û zincîra romanên kurdî û romannivîsên kurd pêk tê. Gelek romanên kurdî têne nivîsîn û weşandin.

Derbarê rojnamegeriya rojavayê Kurdistanê de jî agahdariyên berfereh hene. Ji weşandina kovara Hawar pêve li rojava kar û xebata rojnamegeriyê û komaleyetiyê tê qal kirin. Di vê beşê de M. Yîgît wek çavkanî ji pirtûka min a bi navê ”Danasîna Kovarên Kurdî – Yên li Kurdistana Suriyê” Çapa yekem 1999. Weşanên Helwest / Stockholm – Swêd. Siûd wergirtiye, ji pirtûka min hevok girtiye û wek çavkanî nîşan daye. . Di pirtûkê de li ser xebatên Bedirxaniyan û girîngiya weşana Hawarê nirxandin û şîroveyek dirêj heye.

Piştîrojnamegeriya rojavayê Kurdistanê vêca rojnamegeriya başurê Kurdistanê tê qal kirin. Bi kovara Gelawêj û Îbrahîm Ahmed dest pê dike, li ser kovara Gelawêj û xebatên weşangeriya Îbrahîm Ahmed agahdariyên baş û girîng di pirtûkê de hene. Başurê Kurdistanê ji berê ve ji hêla weşangeriya kurdî, weşandina kovar û rojnameyên kurdî ve dewlemend e. Gelek kovar û rojname li wir hatine weşandinê. Di hêla weşangeriyê de divê mirov tim navê Elaedîn Secadî bi bîr bîne.

Di beşa rojnamegeriya rojhilatê Kurdistanê de behsa weşandina kovara Kurdistan ku ji alî Xizba Demokrat a Kurdistana rojhilat ve hatibû weşandinê dike. Lêkolînvan Mîrhem Yîgît pesnê rojnameyê dide û dibêje ”ev 72 salin ku ev rojname tê weşandin.” Mîrhem Yîgît di beşa şîrovekirina rojname û kovarên rojhilatê Kurdistanê de, damezrandin û kurtejiyana komara Kurdistanê/Mahabatê û rojnameya Kurdistanê de weke kurdperwerekî kurd û Kurdistaniyek bi dîtineke kurdayetî şîrove dike û serbilindiya kurdan ji bo damezrandina komara Kurdistanê ya li rojhilatê Kurdistanê tîne zimên. Mîrhem Yîgît weha dibêje : ”di dîroka neteweyî û ya rojnamegeriya Kurdî de 11 mehên Komara Kurdistanê bêhnikeke tije dagirtiye, bi serê xwe xezne, kelepor û arşîvek e. Ev kêlî yek ji azadtirîn û bixêrûbertirîn deme ku ji awira berhemdariya afrênerî bihareke Kurd e ne bi tenê ji bo Rojhilat belê ji bo her perçê Kurdistan bûye çavkaniyeke moralû jêbixwedîbûnê. Rol û cihê Komarê, deng, olan û hêza wê, bandêra wê li ser salên piştî xwe di nav Kurdan de ne têr û tesel be jî tê zanîn. Îlana Komarê li ser asteke berz bilaşûgewdbûna kiyaneke neteweyî ye. Ji awura raman û nasnameya neteweyî Îlana komarê nîşana asteke berz e. Kurt be jî xewnên Ehmedê Xanî, Hecî Qadirê Koyî dbin rastî, dikevin jiyanê. Kiyaneke Kurdî, êdî ne bi tenê daxwaz û niyazek e. Bi Îlanê re dibe bûyereke dîrokî. Hezar û sedhezar vê dijîn, bi çavên serê xwe dibînin. Li perçên din kurd pê dihesin. Welatên der û dor, cîran û cîhan dibhîze. Kurd serbilind in. Bi çavekî din li xwe û li cîhanê dinêrin. Bahweriya ku ”em ne kêmî kesekî ne, vaye em jî dibin xwediyê desthilatdarî û dewleta xwe” bela dibe, serdest û degel dibe. Di 330 rojên komarê de zimanê kurdî fermî dibe, werdigere zimanê daîre, sazî û pêkhateyên desthelatdariyê, xwendin û nivîsandina bi kurdî, perwerdeya bi Kurdî roj bi roj coxrafya xwe fireh dikin, xebatên li ser dîrok û wêjeya Kurdî dikevin rê. Li bajarê Mehabadê îstasyona radyoya Kurî dadimezre û rojane merşa neteweyî Ey Reqîb tê xwendin. Komên şanoyên Kurdî çêdibin. Li du bajarên wek Mehabad û bokan çapxaneyên bi navê Kurdistan dikevin xizmeta weşan û çapemeniyê. Xelk sînemaya gerok nas dike, têkiliya vi vî beşê hunerê re şiyar dibe. Tevgera lêkolînerî, rewşenbirî û rojnamevanî serî hildide. Di demeke kurt de hejmara kovar û rojnameyan zêde dibe. Ev dibe destpêka pêvajoyeke nû di eniya rojnamegeriyê de. Kovara Kurdistan, rojnama Kurdistan, kovara Helale, kovara Girûgalî mindalanî Kurd, kovara Awat, kovara Hawarî Niştîman ku her yek bi serê xwe dibe kanal û organeke rohnîdarkirin û organîzekirinê, hinek ji wan jî wek kovara Helale û kovara Girûgalî Minalanî Kurd dibin destpêk û pêşengên weşanên ji bo zarokan,ji bo jinan û hwd. Bi giranî û piranî navenda van weşanan Mehabad bû. Rewşenbîr û zanayên mîna Hêmîn Mûkrîyanî, Ebdulrehman Zebîhî, Hesen Kizilcî, Hejar Mûkrîyanî û dehan kesên din di amadekirin, serastkirin û derxistiina van kovar û rojnameyan de xwedî ked in, ji wan re bûne mejî û rêberî kirine.” Rûpel 161 – 162.

Hevoka ku min ji pirtûka Mîrhem Yigît wergirt herçiqas hevokek dirêj bû jî, hêjayê xwendinê ye. Aha ev e nîmeta azadiyê, dewletbûnê, ev e pêwîstiya dewletbûnê ji bo kurdan. Di vê hevokê de nivîskarê lêkolîner rastiyê aniye zimên. Mirov dibêne ku nîmeta dewletbûnê, hêjayiyên wê çiqas e û herweha ji bo kurdan ev nîmet, ev hêjayî çiqas pir û pir ji bo kurdan pêwîst e. Ev tiştên ku di vê hevoka li jor de Mîrhem Yigît aniye zimên ji bo kurdan û hemû parçeyên Kurdistanê pêwîstiyeke giranbiha ye, serbilindî ye. Bêyî statu, bêyî dewletbûn – şiklê wê federasyon, konfederasyon yan jî serxwebûn- ev tişt pêk nayên. Divê dewlet hebe û ev hêjayî, ev nîmet, ev serbilindî pêk were. Ji bo pêkanîna van tiştan xweseriyek, statuyek, dewletek li ser axa Kurdistanê pêwîst e.

Beşa pêncemîn a pirtûka Mîrhem Yigît li ser rojnamegeriya bakurê Kurdistanê ye. Beşa herî dirêj a pirtûkê ev beş e. Ji rûpel 179 heta rûpel 330 tam 151 rûpel in. Ji bo ku nivîsa min dirêj bû, derbarê vê beşê de, ez ê wek berdewama vê nivîsa xwe gotarek din binivîsim. (Min nivîsiye.) Paşê jî ez ê derbarê pirtûka Fetullah Kaya a bi navê ”Kurd Basinî – Çapemeniya Kurdî” de binivîsim. Pirtûka Muslum Yucel a bi navê ”Kurd Basin Tarîhî – Dîroka Çapemeniya Kurdî û Pirtûka Saîd Veroj a bi navê ”Rojnamegerî û Kovargeriya Kurd – 1898 – 1932” jî bila niha bimîne, ez ê di demîn pêş de derbarê wan de jî binivîsim.

(Didome)

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Mirina Çîrokê

piştî esir xwîn hêdî hêdî hat kişandin ji lingan min xwest ku çîrokeke bêdem û …

Leave a Reply