Nedîyarî…

Hûn mîna ku li ser keviya zinarekî li nêzikî tofanekê disekinin radiwestin, hûn tenê li wir radiwestin û bi çavên vala dinêrin, hûn nizanin çi bikin an li ku bisekinin.

Kendal carna fizîkî ye, carna di ruhê te de, carna di dilê te de, carinan di çavên te de ye. Hûn li cihekî bê armanc in û hûn bi êşa ku nizanin çi bikin. Bi rastî, gelek armanc, gelek hêvî û xewnên we hebûn, dibe ku bawerîyake we yê mezin hebû, lê carinan dem tê ku tiştek naxebite û her tişt bi tevahî bêwate dibe. Tu dixwazî ​​tiştekî bikî, lê tu hîs nakî, tenê tu dixwazî ​​li wê cihê rawestî û li bendê bî.

Rabirdû tê hişê we, hûn dixwazin berê xwe bidin cihê ku hûn lê hilweşiyane, lê hûn nikarin bikin, hûn tenê dirûxînin.

Tu qels bûyî, canê te dihejiya, te hin tişt di nava xwe de qedandin. Niha hûn tenê dixwazin wê bihêlin, lê hûn nikarin vê yekê bikin, fikir û hişê we jî nahêle.

Hûn berxwe de diponijin, dibêjin ez ê bikin lê çi bikim, çawa bikim tu dîyarî tune, paşê ew çêkirina jî di dilê we diçe. Bi xwe re axaftin jî yekcara bi we re giran tê, hûn xwe jî dixeyidin û xwe jî eciz dibin. Tenê xwesteke ke we heye bêdengbûn lê derfeta wê jî tune, mejî nasekine, fîkr û raman nasekinin wek saetê her dem tîk taka wan tê.

Bi raketinê dibe ku fikr û barê mejî bifilitin lê îcar jî xewn me rehet bernadin em tim di nav hurdilîyekê de diçin û tên. Di nav valahiyeke bêwate de diçin û tên. Lê bê çare ser çokan dikevine erdê û serê xwe digrin û berxwe de bere girî didin. Dibe ku girîyekî bi dilda me aram bike…

Firat Bawerî

Derbar Firat Bawerî

Nivîskar li ser perwerdehî û folklorê dixebite û xebat û wergeran dike

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply