Xeyal dikim…

Xeyal dikim ez te li wî bajarî
di vî kolanî de ..
dinav qerebalixîya sûkê de
her wekî kes kesî nasnake
kes ji kesî heznake
ji xeynî min û te..
dibêjim qey ez û tu tenê jihev hezdikin
ez û tu tenê bihevra dikenin
bajarû sûk jî bimera dikenin
kesên di sûkê de jî, wekî me jihev hezdikin
lê ez û tu cudane li nav kolanên vî bajarî de
carna dibêjim me hezkirina xwe berda nav kolan û sûkên vê bajarî
em diçin ber bi bêhna pêlên deryayê ..
çiqas xweş difirin kew kevok, qaqlîbaz
hemû tişt bimin xweştên..
nizanim jiber bêhna hezkirina te ye
hin caran hestîyar dibim
hin caran bi te ra dikenim
em wisa dimeşin,
hemû bajar bimera dimeşe
hemû ajal bimera difirin
çi xweşe mêzekirina herdû çavên te
çi xweşe ken stran xwarin vexwarin
hemû digel te xweşe!..
ku tu bêjî hezkirin; wê derya bi pêlên xwe va xwe li germahîya himbêza me bide
ewê masî me bi semayên xwe li rûyê deryayê pêşwazî bikin
kew ribatên deryayî hemû bi mera kêfweş dibin ..
wisa ferz ke lingê me ber bi buhuşta evînê ve gav diavêje
wê demê aştî azadî wiha xweşe rêhavala min a ku bêhna sirûşta dilê xwe da ye ber bêhna min ..
li vê gavê geh hestyarim,geh dilşad geh xeyalperstekî bendewarîyê hêvîyê me ..
gotina min a dawî xweşî xweşe bira hemû nerindî têk herin ..
Min bêrîya baran û biharên welatê xwe kirîye ..
min bêrîya demsalên zarokatîya xwe kirîye
min bêrîya aştîyê kirîye ..

Bawer Berbang -7.12.2023

Derbar Bawer Berbang

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply