Lokman Polat

Lokman Polat nivîskarekî Kurd ê navdar e, ku di 1ê Cotmeha 1956an de li navçeya Licê ya Amedê (Diyarbekirê) ji dayik bûye. Wî xwendina xwe ya destpêkê, navîn û lîseyê li Licê qedandiye. Di ciwaniya xwe de, di sala 1975an de, wî li Licê yekem rêxistina civakî ya bi navê Lik-Der damezrandiye û serokatiya wê kiriye. Ji ber rewşa siyasî, di sala 1984an de koçî Swêdê kiriye û li wir bi cih bûye. Li Swêdê, Lokman Polat dest bi nivîsandina çîrokên kurt kiriye û di rojname û kovarên cihê de berhemên wî hatine weşandin. Ew yek ji damezrînerên Komela Nivîskarên Kurd e û endamê PENa Navneteweyî û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye. Polat zewicî ye û bavê çar zarokan e (Sertaç, Şiro, Berîn û Hulya). Polat mirovekî xebatkar, wêjehez û azadîxwaz e, ku bi zimanê Kurdî û bi xebatên xwe yên li ser çand û edebiyata Kurdî tê nasîn. Lokman Polat nivîskarekî pirberhem e, ku heta niha 14 pirtûkên wî hatine weşandin; 4 ji wan bi Tirkî û 10 bi Kurdî ne. Berhemên wî yên Kurdî di nav xwe de 3 roman, 7 pirtûkên çîrokên kurt, pirtûkên helbestan û lêkolînan digirin. Wî herwiha 4 pirtûkên zarokan wergerandine Kurdî û kovarên bi navên Helwest (li Stockholmê) û Ronî (li Stenbolê) weşandine. Berhemên wî bi piranî li Stockholmê hatine çapkirin

Selika Çîrokên Zarokan

Çîrokên ji bo zarokan girîng in. Di rewşeke bêdewletbûn, bê dibîstan, bê perwerdeyî de, ango ji bo zarokên kurdan girîngiya wê dubare ye. Zarokên kurdan di bin dagirkeriya dewleteke nîjadperest de, bi fermana qedexebûna zimên de, ji neçarî di dibîstanan de xwendin û nivîsîna  zimanê xwe ê netewî fêr nebûn, …

Read More »

Romana Gula Almastê ”Xeleka Xeyalên Bê Ezman”

Li gor min kurdiya baş, paqij û herî rast jinên kurd dipeyivin. Jinên kurd ên ku bi tirkî yan jî bi erebî û farisî nizanin hîn baştir kurdî diaxifin. Jinên kurd ên nivîskar, romannivîser jî berhemên xwe de kurdîyeke baş û zelal bi kar tînin, dinivîsin. Romannivîsera jin Gula Almastê …

Read More »

”Qal” Qala Çi Dike?

”QAL” QALA ÇI DIKE?  Qal peyveke balkêş e, meraqdarî ye. Navê romana Hesen Ildiz ”Qal” e. Ev nav di serî de bala mirov dikişîne û mirov dixe meraqê. Gelo Qal qala çi dike? Gelo behsa kîjan mijarê dike? Qal û behs her du jî peyvên hevmane ne û erebî ne. …

Read More »

Çîrokên Mîrza Mihemed û Romana Silêman Feqiyanî

Çîrokên Mîrza Mihemed çîrokên gelêrî û folklorîk in. Ew ji hêla naveroka xwe ve gelek dewlemend in. Çîrokên Mîrza Mihemed weke wersiyoneke çîrokên hezar û yek şevan e, lêbelê orîjînala wê kurdî ye. Çawa ku çîrokên hezar û yek şevan gelek dirêjin û weke rêzeçîrok berdewama hevin û bi hevûdu …

Read More »

Romana Egîdê Xudo ”DÊ Û DÊMARΔ

Ev cara duyeme ku ez romana Egîdê Xudo ”Dê û Dêmarî” dixwînim. Xwendina yekem, dema ku roman li Stockholmê/Swêdê bi tîpên Latînî/Kurdî di sala 1995 de hate weşandin min ew kirî û xwend. Xwendina duyem jî min di meha yekem a sala 2022 de xwend. Ez car caran hinek romanên …

Read More »