Gotarên Zanistî

Adar, 2024

  • 7 Adar

    Kurd û dîroknasî

    Di bin ronahiya zanyariyên jorîn de mirov dikare bibêje ku “divê dîroka kurdan a têkuz ji aliyê dewleteke kurdî ve bê nivîsandin; di pêvajoya dîroknivîsînê de divê hemû derfetên pêwist ên dewletê û yên navdewletî bên bikaranîn, desteyên lêkolîner û nivîskar bikaribin bigihêjin arşîvên li seranserî cîhanê û pisporên neteweyî-navneteweyî di heyama nivîsandinê de beşdar bin. Jixwe dîroka zanistî ya …

Sibat, 2024

  • 27 Sibat

    Binaşe û şûnwara kurdan: Kurdistan wekî landika kurdan

    Dîroknas, zimannas, mirovnas û kurdnasê navdar ê nemsayî (awistiryayî) Ferdinand Hennerbichler di lêkolîna xwe ya bi sernavê “Binaşeya kurdan” (The Origin of Kurds) de hinek çewtiyên zanistî sererast dike û balê bikêşe ser agehiyên zanistî yên herî pêşketî; li gorî wî hîpoteza berbelav a ku dibêje “kurd bi awayekî kevneşopî îranî (aryayî) ne, ji malbata hind-ewropî ne û ji aliyê …

  • 20 Sibat

    Peydabûna navê “kurd”

    Ji belgeyên nivîskî yên kevnare diyar e ku peydabûna navê kurdan vedigere serdemên berî zayînê; di serdema sumerî de (3000 BZ) şopa herî pêşîn a kurdan li ser gilnivîsekê hatiye dîtin ku navê Kurdistanê wekî “welatê karda/qarda” derbas dibe û şûnwara wî welatî jî wekî başûrê gola Wanê hatiye destnîşankirin. Di serdema aşûrî de jî navê kurdan wekî “gordî/qurtî” derbas …

Hezîran, 2023

  • 24 Hezîran

    Dewlemendiya zimanê kurdî

    Ez bawer dikim huqas nimûne û agahdarî bes e. Ku xwendevan bixwazin li ser zimanê kurdî zêdetir xwedî zanabûn û agahdariyan bin, ew dikarin wan çavkanîyên min şirove kirine, bixwînin. Li gor Ferhenga Wikipedia ya dîgîtal, zimanê kurdî di nav 10 zimanên dewlemend yên dinyayê de ye. Û li gor lîsteya Wikipediayê zimanê kurdî bi 721 hezar 599 peyvên xwe di rêza nehemîn de …

  • 3 Hezîran

    Hetê Awanî ra Romanê Kilama Pepûgî (Zazakî)

    Hetê Awanî ra Romanê Kilama Pepûgî* Na xebate de hetê awanî ra romanê Kilama Pepûgî analîz beno. Deniz Gunduz, unsûranê kultur û ziwanê xo gêno û înan newe ra romanê xo de mûneno. O, hem qeydeyanê ziwanê xo ra xeberdar o hem zî nê qeydeyanê ziwanî bi yew şekilê başî goreyê aksîyonanê hedîseyanê yê eserê xo ya şuxulneno. Nuştox bitaybetî, …

Sermawêz, 2023

  • 26 Sermawêz

    Helbest Ji Bo Zarokan

    Ez gelekî dixwazim bibêjim ku ji bo zarokan tiştekî bi navê helbestê tuneye. Derbarê zarokan de gelek helbest hene; û hin ji helbestên baştirîn ên ku heta niha hatine nivîsîn li ser zaroktiyê ne; piraniya helbestvanan, herî dawî yan jî dawiya dawî wê pêvajoya dawetkar -ciwantî û mezinbûna xwe- kişf dikin. Qismekî mezin ê ku jê re kanona helbesta zarokan tê gotin, qet ji bo nûciwanan nehatibûn nivîsîn; bêtir ew helbest bûn ku mezinan ji bo zarokan minasib didîtin. Vê kanonê jî antolojînûs diyar dikin.

  • 12 Sermawêz

    Teyrê Sîmir û Rengvedanên Wê di Folklora Kurdî da

    Yek ji pênaseyên herî manadar û balkêş ên mîtosê ew e ku ew zanîna seretayî, çîrokên afirandinê û endîşeya li ser hebûnê ye. Ya ku mîtosê xurt kiriye û zinde girtiye jî bawerîya pê ye. Sîmir û manaya wê jî hebûneke mîtolojîk a Kurdo-Îranî ye ku li ser afirandinê û xisûsen di afirandina her heyînekê da tecellîya herî nêzîk a Xweda ye. Raz û sirreke xwedayî ye. Kan û çavkanîya bereketê ye û hêj gelek manayên din lê barkirî ne. Ew hîn di vegotinên mîtolojîk da jî weku teyrekê hatiye şayesandin û mirovan ew wisa xeyal kiriye ku xwedî perên biheybet, hêlîneke ezamet, dinyayeke derveyî vê dinyayê qasidek e ji bo mirovan. Nêzî heman tesewurên mîtolojîk di folklora Kurdî da jî Sîmir fîzîkî weku teyrekê lê bi gelek mana, raz û temsîlan dagirtî heta roja me hatiye neqilkirin. Bi rêbazeke analîtîk di vê xebatê da ev mana û temsîlên Sîmir ên di folklora Kurdî da hatine nirxandin. Ji aliyekî va manayên Sîmir ên mîtîk hatiye zelalkirin û ji aliyê din va rengvedana van manayan di folklora Kurdî da hatiye destnîşankirin. Di encama lêkolîneke bi vî rengî da em gihiştine wê qenaetê ku Sîmir fer/îlahî ye, Sîmir çavkanîya hebûnê ye û Sîmir bi hêz û zana ye. Sîmir di folklora Kurdî da jî weku rêber, pêşbîn, kahîn, perwerdekar, hekîm, alîkar, hêzdar û totema lehengan û heta weku ferîşte û ne ji vê dinyayê lê qasideke di navbera vê dinyayê û dinyayên din da ye.

  • 10 Sermawêz

    Vekolîneke Berawirdî Di Navbera Şengilo û Mengiloya Heciyê Cindî û Gur û Heft Karikên Biçûk a Birayên Grimm De

    Vegotinên gelêrî bi rengekî xwezayî xwedî curbecur çavkanî ne û ev çavkanî girêdayî tevgerên çandî, dînî, demografî, bazirganî û hwd. yên civakan e. Di encama van tevgeran de çawa ku di rêbazên jiyana rojane û çanda madî ya van civakan de lihevçûn derdikevin meydanê wisa jî di çanda wan ya manewî û folklora wan de lihevçûn peyda dibin. Herwekî ku gelek antropolog jî vê tesbîtê dikin; ji ber ku pêdiviyên bingehîn yên mirovan li her deverê cîhanê bi heman rengî ye, gelekî xwezayî ye ku di çanda wan de jî hevbeşiyên berbelav çêbibin. Vegotinên gelêrî digel ku her dem têne afirandin û têne nûjenkirin jî ji vekolîna li ser wan, ji taybetmendiya vegêranî û motîfên wan em dizanin ku rehên wan digihîjin demên arkaik. Lewre dema ku em di navbera vegotinên du çandên cuda de lihevçûneke balkêş bibînin, divê em ne tenê li gorî peywenda îroyîn li sedemên vê lihevçûnê bigerin. Dibe ku di dewrên kevnartir yên mirovahiyê de têkiliyên di navbera van her dû çandan de cudatir be. Wekî mînaka hevbeşiya di navbera çîrokên alman û kurdan de. Dema ku em bi hûrgilî bala xwe didin çîrokên van her dû miletan, em dibînin ku hin çîrokên wan ji alî tema, motîf û avaniya çîrokan ve wekî hev in. Çîroka Elik û Fatik û Hansel û Gretela almanî, dîsa çîroka Şengê û Pengê û Gur û Heft Karika almanî ji hemî waran ve heman çîrok in. Yanê ew ne du çîrokên dişibin hev in lê heman çîrok in. Di vê vekolînê de em ê bi berawirdkirina Şengilo û Mengilo ya kurdî û Gur û Heft Karikên Biçûk a almanî hewl bidin vê hevbeşiyê tesbît bikin.

  • 8 Sermawêz

    Helbestkarekî Tekyaya Hezanê: Mela Ehmedê Hezanî

    Mela Ehmedê Hezanî heta niha nehatiye naskirin û derbarê wî de agahîyên zêde jî tune ye. Alimekî ku di heyama dawî ya Dewleta Osmanî û nîvê ewil ê serdema Komara Tirkiyeyê de jîyaye. Mela Ehmed li Gulpîka Hîzana Bidlîsê hatiye dunyayê û li Hezana Licê medfûn e, lêbelê tarîxa çêbûn û wefata wî nayê zanîn. Navê bavê wî Mela Zubeyr e û ew jî birayê Şêx Ebdulqadirê Hezanî ye. Di helbestên Mela Ehmed de tê dîtin ku ji Şêx Mihemed Selîmê Hezanî pir hezkiriye û li ser wî medhîye nivîsîne. Ev yek jî nîşan dide ku ew jî bi terîqeta Neqşebendîya Xalidîyê ve girêdayî ye û murîdê Şêx Mihemed Selîmê Hezanî ye. Îhtîmaleke mezin ew jî weke şairên ji devera Hezanê li ba alimên meşhûr ên mîna Şêx Mihemed Selîm û bavê wî Şêx Ebdulqadirê Hezanî perwerdeya tesewifî wergirtiye. Li gorî agahîyên heyî 5 helbestên wî gihaştine roja me û mecmûeyeke ku wî bi xetê xwe îstînsax kiriye heye. Di helbestên xwe yên Kurdîya Kurmancî de mexlesa “Hemdî” bi kar anîye. Heta niha ev helbest di lîteratûrê de cî negirtine û helbestnûsîya Mela Ehmed jî nehatiye zanîn. Di vê xebatê de dê li ser van helbestên wî ku heta niha nehatiye weşandin bê rawestan. Bi vî awayî dê helbestên wî ji alîyê ruxsarî û naverokî ve bên nirxandin û ligel destxetan metna transkirîbekirî bê pêşkêşkirin. Bi vê lêkolînê dê alîyê wî yê edebî û tesewifî derkeve holê.

  • 7 Sermawêz

    Li Gorî Poeticsa Arîstotales Analîza Trajediya Memê û Eyşê

               LI GORÎ POETICSA ARÎSTOTALES ANALÎZA TRAJEDIYA MEMÊ Û EYŞÊ Bozkır, N. (2023). Li Gorî Poeticsa Arîstotales Analîza Trajediya Memê û Eyşê The Journal of Mesopotamian Studies, 8 (2), ss. …-…, DOI: 10.35859/jms.2023.1320377. Nuh BOZKIR Xwendekarê Lîsansa Bilind, Zanîngeha Mardin Artukluyê, Beşa Ziman û Çanda Kurdî, nuhbozkur7@gmail.com, Orcid: 0000-0002-0178-2812. KURTE Trajedî wekî cureyeke vegotinê ya dramayê, bûyerên biêş, xemgîn û …