Lokman Polat

Lokman Polat nivîskarekî Kurd ê navdar e, ku di 1ê Cotmeha 1956an de li navçeya Licê ya Amedê (Diyarbekirê) ji dayik bûye. Wî xwendina xwe ya destpêkê, navîn û lîseyê li Licê qedandiye. Di ciwaniya xwe de, di sala 1975an de, wî li Licê yekem rêxistina civakî ya bi navê Lik-Der damezrandiye û serokatiya wê kiriye. Ji ber rewşa siyasî, di sala 1984an de koçî Swêdê kiriye û li wir bi cih bûye. Li Swêdê, Lokman Polat dest bi nivîsandina çîrokên kurt kiriye û di rojname û kovarên cihê de berhemên wî hatine weşandin. Ew yek ji damezrînerên Komela Nivîskarên Kurd e û endamê PENa Navneteweyî û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye. Polat zewicî ye û bavê çar zarokan e (Sertaç, Şiro, Berîn û Hulya). Polat mirovekî xebatkar, wêjehez û azadîxwaz e, ku bi zimanê Kurdî û bi xebatên xwe yên li ser çand û edebiyata Kurdî tê nasîn. Lokman Polat nivîskarekî pirberhem e, ku heta niha 14 pirtûkên wî hatine weşandin; 4 ji wan bi Tirkî û 10 bi Kurdî ne. Berhemên wî yên Kurdî di nav xwe de 3 roman, 7 pirtûkên çîrokên kurt, pirtûkên helbestan û lêkolînan digirin. Wî herwiha 4 pirtûkên zarokan wergerandine Kurdî û kovarên bi navên Helwest (li Stockholmê) û Ronî (li Stenbolê) weşandine. Berhemên wî bi piranî li Stockholmê hatine çapkirin

DU ROMANÊN BAWER RÛKEN DI TARIYÊ DE Û QALIK

Reşo K. panzdeh sal li hepisxaneyê radize û paşê ji girtîxaneyê tê berdan û diçe gundê xwe. Reşo ji bo çi ketibû hepisxaneyê? Piştî berdanê sedema ku ew dere gund çiye? Meraqa bersîva van pirsan mirov li xwendina romanê sor dike û herweha mirov/xwendevan bi baldarî û bi meraq xwendina …

Read More »

SÎWAD

Romana Rev, Rê û Rêwîtiyê   Romana Îdrîs Erenç ya i navê ”Sîwad” romaneke qalind e, ebada wê mezin e, naveroka wê berfereh e. Roman 480 rûpel e. Di nav weşanên ”Sîtav”ê de li bajarê Wanê derketiye. Roman bi helbesteke helbestvanê netewî, şaîrê merşa netewî a netewa kurd ”Ey Reqîb” …

Read More »

Di Edebiyata Kurdî û Folklora Kurdî De Huner

Niha min dest bi xwendina pirtûka hêja birêz M. Emîn Bozarslan a bi navê “Di Edebîyata Kurdî û Folklora Kurdî da Huner” kiriye. Pirtûka lêkolîn, lêgerîn û lênêrînê ye. Babeta hunera di edebîyata kurdî û folklora kurdî de bi şêweyeke dewlemend di naveroka pirtûkê de hatiye nivîsîn. Rûpelên pirtûkê bi …

Read More »

Romana Mehmed Dehsiwar ”ŞOPA  XETERÊ”

Min peyamekî di facebook û twîterê de belav kiribû, gotibû; Maşallah, bê nezer, 7 roman, 2820 rûpel bi kurdî, berhemdarî ev e. Romannivîserê hêja Mihemed Dehsiwar heft roman, heryek bi kêmanî 300, 400 û 500 rûpel nivîsîye û weşandiye. Di wêneyê de 5 roman hene, min wan xistiye dorê ez …

Read More »

Şahê Eceman, Siltanê Osmaniyan û Mîrê Kurdan

Min romana romannivîserê tirkê îslamîst Îskender Pala ya bi navê Şah/Sultan xwend. Di romanê de bi berferehî behsa Şah Îsmaîl û Yavuz Sultan Selîm dike. Digel vana bi hevokek sê rêz qala Mîrê kurdan Îdrîsê Bedlîsî jî dike. Ez ê bi gelemperî behsa hinek tiştan ku di romanê de nerast …

Read More »

ROMANA ŞÊRÊ ÇIYAYÊN PÎRANÊ

Jiyan û Têkoşîna ŞÊX EVDIREHÎM   Romannivîsê berhemkar ku, gelek roman û pirtûkên wî hene, hêja Mihemed Seîd Temel li ser jiyan û têkoşîna şêxê têkoşer Şêx Evdirehîm romaneke giranbiha nivîsiye. Roman di nav weşanên ‘‘Nûbihar’‘ê de derketiye. Roman 224 rûpel e. Di berga pêşîn a romanê de wêneya Şêx …

Read More »