Lokman Polat

Lokman Polat nivîskarekî Kurd ê navdar e, ku di 1ê Cotmeha 1956an de li navçeya Licê ya Amedê (Diyarbekirê) ji dayik bûye. Wî xwendina xwe ya destpêkê, navîn û lîseyê li Licê qedandiye. Di ciwaniya xwe de, di sala 1975an de, wî li Licê yekem rêxistina civakî ya bi navê Lik-Der damezrandiye û serokatiya wê kiriye. Ji ber rewşa siyasî, di sala 1984an de koçî Swêdê kiriye û li wir bi cih bûye. Li Swêdê, Lokman Polat dest bi nivîsandina çîrokên kurt kiriye û di rojname û kovarên cihê de berhemên wî hatine weşandin. Ew yek ji damezrînerên Komela Nivîskarên Kurd e û endamê PENa Navneteweyî û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye. Polat zewicî ye û bavê çar zarokan e (Sertaç, Şiro, Berîn û Hulya). Polat mirovekî xebatkar, wêjehez û azadîxwaz e, ku bi zimanê Kurdî û bi xebatên xwe yên li ser çand û edebiyata Kurdî tê nasîn. Lokman Polat nivîskarekî pirberhem e, ku heta niha 14 pirtûkên wî hatine weşandin; 4 ji wan bi Tirkî û 10 bi Kurdî ne. Berhemên wî yên Kurdî di nav xwe de 3 roman, 7 pirtûkên çîrokên kurt, pirtûkên helbestan û lêkolînan digirin. Wî herwiha 4 pirtûkên zarokan wergerandine Kurdî û kovarên bi navên Helwest (li Stockholmê) û Ronî (li Stenbolê) weşandine. Berhemên wî bi piranî li Stockholmê hatine çapkirin

Pirtûka 101 Çîrokên Kurdî

✍️Lokman Polat Mamoste Faîk Ocal nivîskarekî hêja û berhemdar e. Lêkolînerekî gelek jîr e. Û herweha evîndarê xwendina pirtûkan e. Roj û şevên wî bi xwendina pirtûkan û nivîsînê derbas dibe. Di edebiyata kurdî de rexnegirên edebî hindik in. Herçiqas gelek kesên ku heqê vî karî dikarin derkevin hene, lêbelê …

Read More »

PIRTÛKA ÇÎROKÊN ŞOREŞGER

Min  twîterek/niha nave wê bûye X/ belav kiribû û gotibû : “Ji zûve bû ku min giraniya xwendina xwe dabû ser pirtûkên bîranînê û romanên kurdî. Lewre jî min ji zûvebû ku pirtûkên çîrokan nexwendibû. Niha min dest bi xwendina pirtûkên çîrokên kurdî kiriye. Ez bi xwendina du pirtûkên birêz …

Read More »

BÎRANÎNÊN HESEN HIŞYAR

Taybetiya bîranînên Hesen Hişyar ya girîng ev e ku; Ew beşdarê du serîhildanên bakurê Kurdistanê bûye û wek şervanekî çekdar li dijê artêşa dagirker a dewleta kemalîst şer kiriye. Ew hem beşdarê serîhildana Şêx Saîd Efendi bûye û wek şervanekî Şêx Saîd û hem beşdarê serîhildana Agriyê bûye û wek …

Read More »

Du Pirtûkên Hêja Yên Eskerê Boyik : 1

ŞANOYEKE KOMEDÎA/MîZAHî  Du pirtûkên hêja yên birêz Eskerê Boyik.. Herdu pirtûk û hemû berhemên wî hêjayê xwendinê ne. Eskerê Boyik nivîskarekî kurd ê ku pircure berhem afirandiye. Wî di hemû şaxên wêjeyî de pirtûk nivîsiye. Min piraniya pirtûkên wî yên çîrok, roman, şano û helbest xwendiye. Ji sala 1978an ve …

Read More »

Taybetiya Rojnama ‘Peyama Kurd’

Di dema beriya sala 2000î de gelek kovar û rojnameyên kurdî ên matbû ku li çapxaneyan li ser kaxiz dihatin çapkirin, hebû. Piştî salên 2000î bi berferehbûna înternetê û di înternetê de weşana malperên kovar û rojnameyên elektronîk weşanên li ser kaxiz her diçû kêm dibû û herweha gelek kovar …

Read More »

Rêwîtîya Nivîskar Lord Kinross Ya Li Bakurê Kurdistanê

✍️ Lokman Polat Ji dîroka qedîm heta dema Împaratoriya Osmaniyan gelek misyonerên xaçperest yên Ewropî li rojhilata navîn û bi taybetî jî li Kurdistanê rêwîtî kirine, geriyane, di bajar, navçe û gundên kurdan de mane, bi civaka kurd re jîyane û derbarê kurdan de dîtinên xwe anîne zimên, nivîsîne, pirtûk …

Read More »

Biraninen Ahmedê Mirazî

✍️Lokman Polat Di dema berê de têgihiştineke şaş hebû; herweke ku kurd tenê li Ermenîstanê hene û kurdên wir, ew hemû kurdên êzdî ne ku ji ber misilmanan reviyane çûne wir. Ji bo ku rojnameya Riya Teze û radoya kurdî ya li Erîwanê jî hebû, loma hinekan digot qey tenê …

Read More »

Bîranînên Firîda Hecî Cewarî

✍️ Lokman Polat Divê mirov pirtûkên nivîskarên kurdên Sovyeta berê /ku ji niha pêve dive mirov bibêje kurdên Kafkasyayê/ bixwîne. Di van çend salên dawîn de gelek pirtûkên van nivîskarên hêja li bakurê Kurdistanê hatine weşandin. Hinek weşanxaneyên kurdan bi taybetî jî weşanên” Lîs”ê çend pirtûkên giranbiha yên nivîskarên kurdên …

Read More »

Nirxandina Romana Yar û Mirad – 2

(Mirineke bi şeref çêtir e, ji jiyaneke bêşeref) Kurtenirxandinek derbarê Yar û Mirad Cîld 2yan de. Min di twîterek xwe de gotibû : Niha ez romana birêz Sebrî Welî cilda duyem dixwînim. Di wêjeya kurdî de rêzeroman hindik in. Rêzeromana romannivîsê hêja Welî Sebrî yek li rêzeromanên kurdî zêde kir. …

Read More »