Bûm pirpirînk digerim li azadiya xwe
Ne şeva min wek şevê ye
Ne roja min wek rojê ye
Bi hêvî û xebatê digerim
Di nav tariyan de li ronahiyê
Ji reşayiyan ber bi ronahiyê ve
Mîna pirpirînkekê difirim ber bi azadiyê ve
Dilazad im di demsalên hêvîşikestî de
Hêviyan avadikim yek bi yek
Ji têkçûyinan ber bi serfiraziyan ve
Êdî alaya serkeftinê dihejînim
Li ser asîmanên bilind
Alaya azadiyê diçikînim
Li ser çiyayê herî bilind
Û bayê azadiyê
Dil û can û laşê min yên birindar dermandike
Ez azad im êdî
Ez dilazad im
Ji nû ve bi tahm dibe her tişt li min
Evîn
Azadî
Bazdan
Razan
Xwarin, vexwarin
Ken û girî
Şev û roj
Sterk, çem, av, gul
Û pirpirînk
Dilazad A.R.T