Lokman Polat

Lokman Polat nivîskarekî Kurd ê navdar e, ku di 1ê Cotmeha 1956an de li navçeya Licê ya Amedê (Diyarbekirê) ji dayik bûye. Wî xwendina xwe ya destpêkê, navîn û lîseyê li Licê qedandiye. Di ciwaniya xwe de, di sala 1975an de, wî li Licê yekem rêxistina civakî ya bi navê Lik-Der damezrandiye û serokatiya wê kiriye. Ji ber rewşa siyasî, di sala 1984an de koçî Swêdê kiriye û li wir bi cih bûye. Li Swêdê, Lokman Polat dest bi nivîsandina çîrokên kurt kiriye û di rojname û kovarên cihê de berhemên wî hatine weşandin. Ew yek ji damezrînerên Komela Nivîskarên Kurd e û endamê PENa Navneteweyî û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye. Polat zewicî ye û bavê çar zarokan e (Sertaç, Şiro, Berîn û Hulya). Polat mirovekî xebatkar, wêjehez û azadîxwaz e, ku bi zimanê Kurdî û bi xebatên xwe yên li ser çand û edebiyata Kurdî tê nasîn. Lokman Polat nivîskarekî pirberhem e, ku heta niha 14 pirtûkên wî hatine weşandin; 4 ji wan bi Tirkî û 10 bi Kurdî ne. Berhemên wî yên Kurdî di nav xwe de 3 roman, 7 pirtûkên çîrokên kurt, pirtûkên helbestan û lêkolînan digirin. Wî herwiha 4 pirtûkên zarokan wergerandine Kurdî û kovarên bi navên Helwest (li Stockholmê) û Ronî (li Stenbolê) weşandine. Berhemên wî bi piranî li Stockholmê hatine çapkirin

Pirtûka Şems Qemer: Mêzîn

Mêzîn navê kurteromana nivîskarê kurd Şems Qemer e. Mêzîn 89 rûpel e û di nav weşanên “Na“ de, li bajarê Îzmîrê derketiye. Edîtoriya wê H. Kovan Baqî, redaktorîyê Receb Dildar, mîzanpajê “Na“ û berga wê Berfo Barî çêkiriye. Mêzîn, dema mirov peyva mêzînê dibîne wezin, weznandin û mêzîna xêr û …

Read More »

Ji Herêma Amedê Hin Mînakên Folklorîk

Pîrtûka yekem a xwendekara Zankoya Cewligê ya Beşa kurdî Eylem AKINCI li Swêdê hat weşandin û navê pirtûka wê “Hin mînakên folklorik ji herêma Amedê” ye û ew di nav weşanên “Jîndan”ê de li Stockholm/Swêdê hat weşandin. Çapa yekem a pirtûkê di meha Tirmeha 2019an de hate weşandin. Pirtûk 88 …

Read More »

Çîrokên Erojen

Pirtûka Berfo Barî a bi navê ”Erojen” di nav weşanên ”Na” de li Îzmîrê hatiye weşandin. Pirtûk ji 14 kurteçîrokan pêk tê û 49 rûpel e. Berfo Barî ji Farqînê/Amedê ye. Ew çîrok û helbest dinivîse, karê edîtoriyê dike û herweha yek ji berpirsiyarê birêvebiriya weşanên “Na” ye. Çîrokên erojen! …

Read More »

Çîrokên Rêçên Di Neynikê

Nivîskarên ku bi kurdî dinivîsin ên ji bajarê Semsûrê/Adiyamanê ne her diçe hejmara wan zêde dibin. Pêşî min digot qey tenê Osman Sebrî yê Semsûrî bi kurdî nivîsiye. Paşê fêr bum ku Mehmet Oncu û Şêxo Fîlîk jî ji Semsûrê ne û bi kurdî berhem afirandine. Dure gotin Welat Dilken …

Read More »

Edebiyat û Dîrok

Gelek çîrokên antîk, folklorîk yên gelêrî hene ku dikare bibe roman. Edebiyata kurdî di hêla romanên ku ji ber bûyerên dîrokî hatine afirandin qels e. Di dîroka kurdan de wisa bûyerên girîng pêk hatine ku, her bûyerek bi serê xwe dikare bibe roman. Serkêş û damezrevanê romana kurdî a yekem …

Read More »

G Û L Î Z A R – Azad Avcî

Bê guman çîrok, an jî çîrokbêj ji bo me zêde ne xerîb e. Lê bi hêsan mirov kare bêje, ku em di wêjeya Kurdî de zêde rastê çîrokên modern ya bi nivîskî nabin. Em bi çîrokên dê û bavên xwe mezin bûne. Û ji çîrokan, an jî li gor tesîra …

Read More »

Edebiyat û Ziman

Edebiyat/wêje wek her tiştên însanî, berhemeke mirovahiyê ye û hîmê xwe ji jiyanê digre. Berhemên edebî jîndar in, ji nav jiyana însanan û ji xeyalên mirovan tên afirandin. Edebiyat, anku lîteratur hunera nivîsînê ye. Dîtin, raman, hest û îmgeyên/remzên ku bi gotin û nivîsînê tê qalkirinê. Zanîstiya hunera hunermendî û …

Read More »

Hespên Hesînî

Romana helbestvanê kurd Ulku Bîngol a bi nave “Hespên Hesînî“ di nav weşanên “Na“ de li bajarê Îzmîrê derketiye. Wek tê zanîn navenda weşanên “Na“ lî Îzmîrê ye. Roman 75 rûpel e. Helbestvanê kurd Ulku Bîngol ji Amedê/Dîyarbekirê ye. Ez jî ji Amedê me û min di jiyana xwe de …

Read More »

EDEBIYAT Û GUHERTIN

Edebiyat/wêje bi taybetî jî roman her diçe digehure, xwe nû dike. Teknîk û stîla nivîsîna romanê nûjen dibe. Metoda nivîsîna romannivîseran, mijar û naveroka berheman, tevn û lihevanîna bûyeran bi şêweyeke modern pêk tên û mirov ferqa vizyona berhemên klasîk û yên modern dibîne. Romannivîserên cîhanê bi afrandina berhemên xwe …

Read More »

DI EDEBIYATA KURDÎ DE ROMANTÎZM Û SEMBOLÎZM

Kurd romantîk in. Jiyana Kurdan romantîk e. Jiyana her Kurdekî dikare bibe romanek romantîk. Di berhemên edebiyata Kurdî yên klasîk û modern de romantîzm cihekî girîng digire. Di edebiyata Kurdî de sembolîzm jî cihekî taybetî digire. Gelek berhemên edebiyata Kurdî bi romantîzm û sembolîzmê hatine nexşandin. Her çiqas sembolîzm û …

Read More »