Kurdjan Sorî

Ne Hewla Mîr Meyla Mîr

Mîr, bi ehlê diwana xwe ve derketibî, li nava bajêr digeriya. Venêrîna sûk û bazar û bedestanan dikir, li kirîn-firotina dikandaran dinêrî û pirsa halê muşteriyan, yê gundî, bajarî û koçeran dikir; li hal û hewalê gel dipirsî. Sûk dişibiya kunmêrûyek mezin. Hin dihatin û hin diçûn; hin hêdî hêdî …

Read More »

Çîrokeke Balkêş: ÇA

Em, ji gundekê Bohtan diçûna Sêrtê. Dema me ava boş û pêlên erjeng dîtin, me xwest ku em qasekî meyze bikin. Bi rastî jî temaşekirina pêlên avê zehf xweşe. Me erebeya xwe li ber binê Kevera Mendî sekinand û em çû ber keviya Ava Mezin. Me bêhnekî xweş, li pêlê …

Read More »

Xizir û Rêwî

Du zelam, di rêde rasta  hev tên û bi hev re dimeşin. Yêk ji wan Hz. Xizir Nebîye, lê yê din nizanê. Qasekî dimeşin, gotinek ji wî, yek ji yê din û Xizir ji havalê xwe dipirsê û dibêjê: -Rêya me dirêje. Rê de em birçî bibin, em ê çi …

Read More »

Romana Semerqand – 47 (Amîn Me’lof)

Cherborg, 10ê Avrêla 1912ê. Li pêşberî min Deryaya Manşê ya bê serî û bê binî, bi ava xwe ya zîvîn ve weke mehfûrekî ya Îranê dirêj dibûya. Li rex tenişta min: Şêrîn. Di baholên me de: Destnivîs. Li derdora me qelebalixek belav û tev Rojhilatî! Behsa gelek kesên navdar yên …

Read More »

Romana Semerqand – 46 (Amîn Me’lof)

Di parlementoyê de heftê û şeş parlementer, li benda wî bûn. Hin bi şaşik, hin bi fes, an bi kum bûn. Ji Benîademan yên rapir, weke Ewropiyan xwe pêçabûn. Serokwezîr saet yazdehan, wek çawa herê ser kursiyê sêdarê, welê çû ser kursiyê parlementoyê. Ultimatoma ji alê Londonê ve jî hatî …

Read More »

Romana Semerqand – 45 (Amîn Me’lof)

Sala 1911ê li Îranê her kesî digot: “Emerîkî û hey Emerîkî!”. Heke ez bêjim wê salê, li Îranê di nava berpirsyaran de kesê herî dihat heskirin û herî xurt Morgan bû, yê ne pirole bê. Tiştên dixwestin bike bi rojnamegeran re parve dikirin û heta ji ber ku mijarên asê …

Read More »

Romana Semerqand – 44 (Amîn Me’lof)

Fazil, agahiya du derhozeyan da. Bi pispisandin diaxiviya, lê dilşad bû. -Ka li wî binêre! Min ji te re negotibû yê bişihubê Baskervîlle? Kesê behsê dikir, Morgan Shuster bû. Xeznedarê Giştî yê Îranê yê nû, li ba me ve dihat. Em çûbûn ser rêya Qezwînê pêşwaziya wî. Ew û kesên …

Read More »

Romana Semerqand – 43 (Amîn Me’lof)

Du kesê bêsebiriya xwe vedişartin li benda min bûn. Li balyozxaneyê! Bi taxima gewr, papyona muare, bi simbêlên daketî wek yên Theodore Rosevelt lê ji yên wî tekûztir hatîn rastkirin Rûssel û wek her wextî bi kirasê spî, saqoyê reş û şaşika şîn ve Fazil! Yê ewul dest bi axaftinê …

Read More »

Romana Semerqand – 42 (Amîn Me’lof)

Min mereq dikir, ji wî bajarê Xeyam ciwaniya xwe lê borandî, ka çi maye. Taxa Asfîzarê, ew koşka di nava baxçeyê piçûk de, ya têde Emer bi Cîhanê re şad bûyî çi lê hatibû? Taxa Mûtarîd ya tê de yê Cihû li gorî rêbazên Çînîyan ji toşalê dara tûyê kaxiz …

Read More »

Romana Semerqand – 41 (Amîn Me’lof)

Di van rojên bijan de, ez çima ji mirîyan Baskervîlleyî bîr tînîm? Gelo ji ber ku hevalê min û hemwelatiyê min bû? Bê guman. Lê heman demê de ji ber ku li vê Rojhilata jê re xerîp de ji bo avabûna azadî û demokrasiyê pê ve ti azweriya wî jî …

Read More »