Atîlla Barişer

Nameya Neşandî

Tu çû, Dilên kelogirî li dû te man. Eva bû panzdeh sal Şêst û yek demsal Tu çû, Em man. Emrek e, Bi gotinekî nayê ziman. Çend xewn xilaz bûn Stêrk şimitîn Çend baran barîn Çend dil sekinîn… Zarokên hînga mezin bûn simêl badan Çend bûk bi zaro man Eva …

Read More »

Beşek ji romana Desmal û Xencerê

Şerekî giran destpê kiribû. Heta danê êvarê topên şahîderbezan mewziyên Bedlîsê bênavber kutan û kirin eleg û bêjing. Hirîna hespên serhişk, qirçîna tivingan, şingîna şûr û mertalan, vizîna tîr û riman û qarîna mêran tevlîhev dibû. Tep û toza simên hespên hêris û bazdayî ber bi asîmanê zelal de bilind …

Read More »

Hinek roman di dilê meriv de hestên xerîb çê dikin

Hinek roman di dilê meriv de hestên xerîb, li ber çavê meriv jî hêmayên wisa tarî dihêlin ku bi hêsanî nayên şîrovekirin. Welatek dagirkirî, herêmên qedexekirî, rêyên girtî, tengasiyên bêdawî, payînên bêdawî li qorîdorên resmî yên avahiyên sor (xwînî), jiyanên di bin nîrê bindestiyê de, pozbilindiya desthilatdariyê û bêminetiya Benoyê …

Read More »

Çima dinivîsim?

Nizanim… Çewa ku zarokek sê salî nizane çima dipeyîve ez jî nizanim min çima dest bi nivîsandinê kiriye. Têkiliya min û nivîsê dişibe birêveçûyînê. Ez nenivîsim ez ê xwe seqet hîs bikim. Pêwîstiyek însan ya girîng jî xwe îfadekirin e. Ji ber vê dinivîsim. Nivîs, li hember neheqî û xirabiyên …

Read More »