ROMANA ŞÊRÊ ÇIYAYÊN PÎRANÊ

Jiyan û Têkoşîna ŞÊX EVDIREHÎM

 

Romannivîsê berhemkar ku, gelek roman û pirtûkên wî hene, hêja Mihemed Seîd Temel li ser jiyan û têkoşîna şêxê têkoşer Şêx Evdirehîm romaneke giranbiha nivîsiye. Roman di nav weşanên ‘‘Nûbihar’‘ê de derketiye. Roman 224 rûpel e. Di berga pêşîn a romanê de wêneya Şêx Evdirehîm heye.

Beriya ku ez behsa naveroka romanê bikim, dixwazim bi kurtahî çend gotin ji bo romannivîsê hêja M. Seîd Temel bibêjim.  M. Seîd Temel nivîskarekî kurd ê ji Êlihê/Batmanê ye. Li medreseyên Kurdistanê perwerde bûye. Di kovara Nûbiharê û hinek malperên înternetê de gotar, nivîsên wî hatine weşandin. Herweha di rojnameya ‘‘Pusula’‘ de  derbarê herêmê û civaka kurd de nivîsên wî têne weşandin. Wî ji sala 2014 ta niha heşt/8 pirtûk nivîsiye û weşandiye. Hemû pirtûkên wî di nav weşanên Nûbiharê de derketine. Weşanên Nûbiharê bi sedan pirtûkên kurdî û yên tirkî ên derbarê kurdan de weşandine. Weşanxaneyê ji bo pêşveçûna ziman, çand û zanîna dîroka kurd û Kurdistanê  kar ûxebat û herweha xizmetên hêja kiriye û dike.

Wek xwendevanekî kurd ku bi taybetî ji xwendina pirtûkên kurdî û bi taybetî ji xwendina romanên kurdî gelek hez dikim, ez vê bibêjim; hemû romanên M. Seîd Temel baş in, serketî ne, hêjayê xwendinê ne. Lêbelê ev romana wî a dawî ji yên berê baştir e, serketîtir e.

Romannivîs M. Seîd Temel neynika xwe li ser demeke digerîne, dîmenên demeke, bûyerên dema nêzîk a parçeyek ji dîroka berxwedana netewa kurd bi hunera romanê radixe ber çavan, pêşkêşê xwendevanan/xwîneran dike.

Piştî serîhildana Şêx Seîd Efendî li bakurê Kurdistanê berxwedana hevalên wî yên çekdar domiya. Li gelek deweran, herêman li hemberê artêşa dagirker a kemalîst şerê çekdarî meşiya. Gelek lehengên binavûdeng li hember leşkerên kemal û milîsên hevkarên wan şerên giran pêk anîn. Van lehengan ji dema serîhildanê pirtir leşkerên kemal yên artêşa dewleta dagirker kuştin. Lêbelê çi heyf ku artêşa tirk, leşkerên kemoyê kor bi saya piştgiriya hinek xaînên kurd gelek egîd, mêrxas û lehengên kurd bi bêbextî kuştin, şehîd kirin.

Têkoşîna Şêx Evdirehîm di nav gelê kurd de tim dihat qalkirin, xelkê pesnê mêranî, mêrxasî û lehengiya wî didan, stranbêjan li ser wî kilam, stran digotin. Niha jî têkoşîna wî bi şêweya hunera romanê ji alî hêja M. Seîd Temel ve hatiye nivîsîn.

Di dema ku artêşa rus beşeke welatê kurdan, serhedê dagir dike û kurd di nav agirê artêşa osmanî û rûsan û herweha çeteyên ermeniyan de dimînin, ji neçarî koç dikin. Malbata Şêx jî koçê Pîranê dikin. Li Pîranê Şêx Evdirehîm bi keçek re dizewice û êdî dema şerê rûs û osmanî radiweste (Lenîn li Rûsyayê li hemberê Çarê rûs soreş çêdike û artêşa rûs ji paşve dikşîne lewre jî êdî şer radiweste), Şêx Evdirehîm venagere Qolhîsarê.

Di romanê de dema dagirkeriya artêşa rûsan û çeteyên ermeniyan weha tê qalkirin: ‘‘…sedsala bîstan bi şer û kuştinan dest pê kiribû. Sal bû 1915, herba dinyayê ya yekemîn bi hovîtiyeke zehf xeter dom dike. Vê salê Dewleta Osmanî ji ber hinek sedeman fermana filehan derxist. Kuştin, sirgûnkirin, talankirin, rebenî, birçîbûn, her cure zahmetî û xizanî bûye karê rojane. Sal 1916, vê carê tiştekî din rûda. Artêşa Rûs ket herêma Serhedê, welat dagir kir. Çeteyên ermen li gundan digerin, ji her cure xerabiyê xwe nadin paş, malê gel talan dikin, tevkujiyan dikin. Xuya ye ew jî li dû tolhildanê ne, dibêjin ku ‘‘Eşîrên kurdan em kuştine û talan kirine, îroj jî roj roja me ye.’‘ Armanca wan a sereke ku di xaka kurdan de ji xwe re dewleteke ermen ava bikin…..

Heta çend sal berê gundên ermenan û gundên kurdan li rex hev bûn, di gelek gundan de bi hevre dijiyan, her tiştî bi hev re parve dikirin. Ola wan neyek bû, qîz nedidan hev, lê hemû kar û xebatên xwe bêyî pirsgirêk bi hevre dikirin. Tu car di nav wan de dubendî çênedibû, gelek ji wan ermenan wekî kurdên misilman ji malbata şêx re rêz digirt. Di dema qirkirina ermenan de malbata şêx ji wan re bûbû stargeh.

Roj hat gelên zordest ev yekîtî xera kir, ev herdu gel ji hev re kirin neyar…..gelek kesên xwedîhêz ên wê herêmê û hinek qumandarên dewleta Osmanî, tiştên ku dikin ji yên wan çeteyên ermen ne kêmtir in. Gelê kurd li wê herêmê ketiye nav du agiran; li aliyekî leşkerên rûs û çeteyên wan ermen, li aliyê din eskerên dewleta osmanî û hevkarên wan.  Zahmetiyeke pir xerab rûdaye, di ser de jî bûye xelaya xwarinê. Feqîrî, xizanî li çokê ye, gel hesreta pariyek nan e. Di vê rewşê de ji bilî koçkirinê tu rêyek nemaye., lê ewê bi ku ve herin, her der di nav agir de ye. Gundê Qolhîsarê li pey xwe hiştin, koçî herêma bajarokê Pîranê kirin, hatin li wir bi cih bûn.’‘ Binêrin rûpel 9 – 10.

Hevokên ku min ji romanê wergirt dirêj bû. Lê ji bo mirov rewşa wê demê bizanibe, pêwîst bû. Lewre gotinên li jor rastiya wê demê tîne zimên. Ji xwe romana Şêx Evdirehîm romaneke biyografîk e û li gor ekola realîzma civakî ya rastîtiyê, rastiya jiyan û têkoşîna Şêx rave dike.

Di romanê de wêrekî û mêrxasiya Şêx Evdirehîm, têkoşîna wî a li dij artêşa dagirker a kemalîst û milîs, eşîret û terîqetên xwe firoş bi berhemeke edebî ango bi hunera romanê aniye zimên. Ji bo ku romannivîser welatparezekî xwedî zanîna olî ye û bi hest û ruhê kurdayetiyê, kurdperweriyê mijarê rave kiriye û di romanê de agahdariyên gelek giranbiha pêşkêşê xwendevanan kiriye.

Di romanê de zalimî, zilm û zordariya yuzbaşî Elî Barûd tê qal kirin. Bapîra min jî tim behsa vî fermandarê tirk ê zalim û xwînxwar dikir ku çawa li navçeya Licê li xelkê zilm kiribû. Di romanê de vebêjê romanê ji bo yuzbaşiyê artêşa hov a dagiker weha dibêje : ‘‘bi serpiriştiya qumandarên zalim sosretek e ku hatiye serê gel. Yuzbaşî Tahsîn, bînbaşî Elî Barûd, bînbaşî Elî Heyder, Kemalê dîn, Fikretê bêeqil, Mistefa Muglalî gelek qumandarên wekî wan, jin û zarokên xwe li welat hiştine, hatine xerakirina welatê kurdan.

Li dora Licê heta nêzî bajarokê Pîranê navê bînbaşî Elî Barûd ji ser zimanan danakeve, herkes behsa wî û zalimiya wî dike…bi ser gundan de digire, avahiyan dişewitîne, sewalan dişewitîne, kesên ku zeft dike gulebaran dike yan jî bi qesetûreyan dikuje….kesên ku dikuje wan jî dişewitîne, gelek caran însanan bi saxî diavêje nav agir…ji leşkerên xwe re dibêje li temenê biçûk jî nenêrin, biçûkên îroj mezinên sibehê ne ji ber vê zalimiya wî, gava gundî navê wî hildidin, dibêjin Barûd hat, Barûd kuşt, Xweda hefza me ji Barûd bike’‘ Rûpel 23.

Di romanê de behsa milîsên ku kurd in û ji dewleta kemalîst re xulamî dikin, bûne hevkarê dewletê, bûne çete û dikevin pey nêçîra şervanên Şêx Seîd efendî û wan şervanan dikujin bi berferehî tê qal kirin. Di dema serîhildanê û piştî têkçûna serîhildanê de hinek şêx û eşîrên kurd bi Şêx Seîd Efendî re ranebûn û hinekên wan bûn hevalbendên dewleta kemalîst a dagirker. Wê demê ji wan xaînan re xelkê digot ‘‘çeteyên hukmatê’‘. Di romanê de qala rêberê çeteyan/milîsan ku navî Diyab Axa ye tê kirin.

Diyab Axa bi 300 zilamên xwe ên çekdar ve ku hemû jî milîsin, çeteyê hukmatê ne û yuzbaşî bi sed askerên xwe ve, tevahî çarsed çekdarên milîs û asker diavêjin ser gundê Xerabe ku Şêx Evdirehîm û hevalên xwe li wir in. Di encama şerekî giran de milîs û leşkerên artêşa dewleta kemalîst têk diçin, gelek milîs û asker têne kuştin.

Romana jiyan û têkoşîna Şêx Evdirehîm bi stîla qalkirina şêweya çîrokên folklorîk, gelêrî hatiye nivîsîn. Vebêjê romanê weke şêweya çîrokbêjên gelêrî qala bûyeran û herweha qala têkoşîna Şêx Evdirehîm dike. Li gorê min ev roman romaneke nûjen a folklorîk e, bi wê stîlê hatiye nivîsîn. Di lîteratura gelemperî a edebiyatê de ji van cure romanan re romanên modernklasîk dibêjin. Li cîhanê gelek romannivîserên serketî yên navdar ev cure roman afirandine û diafirînin.

Di romanê de qasidiya Zal, girtina wî, ji alî dayika Hesîna û keça wê Şîn ve xilasiya wî, evîna Şîn û Zal bi heyecan/kelecan tê qal kirin. Di navbera Zal û keça delal ku navê wê Şîn e, de evîneke pak dest pê dike. Lêbelê ka dê evîna wan bi ser bikeve yanî dê miradê wan here serî yan na, em ê binêrin.

Ez ji xwendina romanên biyografîk yên kesayetiyên/şexsiyetên kurd hez dikim. Mirov bi xwendina van romanan wan şexsiyetên kurd hîn baştir nas dike. Romana rahmetî Mehmed Uzun ya li ser Celadet Bedirxan û Memduh Selîm Begê di vê hêlê de du mînakên baş in. Min ew bi dilxweşî xwendibû. Romana birêz M. Seîd temel ya derbarê lehengê kurd Şêx Evdirehîm jî romanek weha ye û mirov wê bi dilxweşî dixwîne.

Di romanê de digel ravekirina têkoşîna Şêx Evdirehîm, karektereke bi navê Zal û evîna wî û ya keça delal Şîn jî ciheke girîng di nav rûpelên romanê de digre. Di nav rûpelên romanê de serpêhatiya evîna wan baş û xweş hatiye qal kirin.

Ji malê revîna Şîn û drama kuştina Şînê û birîndariya Zal dil û kezeba mirov dişewitîne. Şîn li pey evîna xwe diçe û ji alî xulam û peyayên bavê xwe ve tê kuştin. Piştî bûyera kuştina Şîn, Diyab Axa bi hezaran çeteyên hukmata romê û leşkerên kemoyê kor ve davêje ser gundê ku Şêx Evdirehîm û şerker û şervanên wî, çekdarên  can fîda li wir in. De ka em binêrin encama vê êrişa hov a Diyab Axa û artêşa kemalîst ku dixwazin Şêx Evdirehîm û çekdarên wî bikujin dê çawa be…

Şêx xeberê digre ku waye çeteyên xaîn û leşkerên artêşa hov ji bo êrişa li ser wan ber bi gund ve têne. Şêx jî planeke xweparastinê çêdike, kemîn datînin pêşiya askeran, canfîdayên Şêx di kozikên xweparastinê de cih digrin û li benda êrişa çete û askerên kemo yên artêşa dagirker disekinin.

Di encama êrişa milîs û askeraên kemo de êrişkar têk diçin. Diyab Axa û bi sedan milîs û asker têne kuştin, bi sedan birîndar dibin û dîl/êsîr dikevin destê şervanên Şêx Evdirehîm. Di romanê de berxwedana şerê kuHesen Keyayê Celkî li hemberê artêşa tirk bi herdu kurên xwe ve çawa bi mêranî şer kiriye û paşê ew bi herdu kurên xwe ve şehîd ketine jî tê qal kirin. Celkê gundek Licê ye û mêrxasiya Hesen Keyayê Celkî di herêmê de bi nav û deng e, dinav gel de tê qal kirin. Stranbêjên herêmê li ser lehengiya wî kilam, stran gotine.  Kilama ‘‘dêran, dêran, şerekî giran çêbû li şela heydan e. ‘‘ Li ser mêrxasiya wî hatiye gotin.

Dawî ez dixwazim vê bibêjim; ev roman bi hest û ruhê netewî, bi hestên kurdayetî, bi parastina zanîna doza netewa kurd û Kurdistanê hatiye nivîsîn. Romaneke antî kolonyalîst e, li hemberê dagirkeriyê ye. Romana têkoşîna lehengekî kurd ango têkoşîna Şêx Evdirehîmê gorbihîşt e. Divê xwendevanên kurd vê romanê bixwîn in.

Bi hêviya ku romannivîsê hêja M. Seîd Temel vêca romana serokê serîhildana Agriyê Îhsan Nurî Paşa û paşê jî romana Şêx Alî Rîza efendî binivîse û herweha nivîsîna xwe ya romanên biyografîk bidomîne.

Derbarê zimanê romanê û kêmaniya romanê de jî ez dixwazim çend gotin bibêjim û nivîsa xwe biqedînim.

Zimanê romanê gelek baş e. Zimanekî  gelêrî û edebî ye. Kurdîyeke paqij, herikbar û sade ye. Pevgirêdana beşan serketi ye û ravekirina bûyeran bi şêweyeke kêrhatî û hunerî hatiye rave kirin. Taswîrên wî yên derbarê xwezayê/natûrê û heywanan de, taswîrên wî yên  ji bo gundan, gundiyan, milîsan, şaşikmezinan, xiyanetkaran û zilm û zordariya leşkerên Kemal girîng in, hêjayê xwendinê ne.

Mirov/xwendevan bi hêsanî romanê dixwîne ango di xwendina romanê de mirov zahmetî nakşîne. Şêweya ravekirina bûyerên di romanê de bi tevahî bi şêweyeke balkêşane û bi meraq xwendevan li xwendinê sor dike.

Ev romana birêz M. Saîd Temel afrîneriyeke serketiye. Ravekirina jiyan û têkoşîna Şêx Evdirehîm, şer û têkoşîna wî ya li hemberê leşkerê dakirker ên dewleta kemalîst, zilm û zordariya fermandar û mîlîsên xaîn bi hunera romanê hatine rave kirin. Afirandina vê romanê hem ji hêla pêşveçûna çand, ziman û wêjeya kurdî ve û hem jî ji bo zanîna demeke ji dîroka kurdan û ronahîkirina têkoşîna Şêx Evdirehîm, xebateke hêja ye. Nivîsîna romanên leheng, egîd û mêrxasên kurd pêwîst e û divê werine nivîsîn.

Romana biyografîk ya têkoşîna Şêx Evdirehîm li hemberê leşkerên kemalîst a artêşa dewleta dagirker ya komara Tirkiyê romaneke serketî ye. Di hemû waran de, bi taybetî jî di ravekirina bûyeran, bi hevûduve girêdana beşan, pêşwazîkirina karekterên ku di romanê de ne, taswîra xweza û herêmê, qalkirina şerên di navbera askerên Kemo, milîsên xaîn û leşkerên Şêx Evdirehîm de û herweha zimanê romanê ê edebî ango bi her awayî romaneke baş û serketî ye.

Kêmaniya romanê ev e ku; di romanê de bûyera kuştina Şêx Evdirehîm tune. Kuştina wan, di nav erdê genim de şewitandin drameke mezin e. Divê ew jî hebana. Çûyina Şêx a bin xetê, liwir mayin û paşê vegera bakurê Kurdistanê…Armanca vegera wî, li deşta navçeya Bismilê, bi şêweyeke tradejî kuştina Şêx û hevalên wî. Kurdê xayînê ku bi wan re hatibû û bi wan re xiyanetî kiribû, xaînê gundî ê Bismilî, îxbara wan û şewitandina di nav erdê genim de…Divê romanê de di beşa dawî de cih bigirta. Yan jî di cîlda duyem a romanê de van tiştên ku min li jor anî zimên divê binivîse. Ku bi min divê binivîse jî. Ji xwe di dawiya romanê de dibêje Şêx derbasê wiyalîn ango derbasê bin xetê bû. Lê divê roman bi vî şiklî neqede, bidome. Pêşniyaza min ev e ku; divê berdewama wê were nivîsîn û weke cîlda du were weşandinê.

Lokman Polatsernıvis

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply