Rojbîn Ozkan

Çîrok | Gozel

Ewr bi baranê avis bû. Ew rewşa hewayê dikir ku, mirov ji mal dernekeve. Min fîncanek çîkoleta germ çêkir, betanî li xwe pêça pirtûkek da destê xwe û li ser qoltixa li ber pacê rûniştim. Di rojên payizê dawîya heftê ku ez ne li kar bim, kelîyên ku herî zêde …

Read More »

Mesele | Namûsa Hecî Rizo

Zivistanê bi hemû reng û dirûvê xwe ve xwe nîşan dida. Berf wekî çarşefeke spî rûyê erdê rapêçabû. Sibê şefeqê bi dengê derî ji nav nivînan hilpekîya: Hecî Rizo beyî ku cilên xwe biguherîne ber bi derî ve çû: “Babo! Di vê sermayê de kê vê saetê tê mala me? …

Read More »

Birûsk

Ewrên ku ji roj ve bi baranê avis bûn, nivê şevê dest bi zayinê kiribûn. Baraneke gurr bê navber dibarîya, birûskên ku kesê herî wêrek li hember heybeta wan nedikarî bêje “Ez natirsim” tunebû; wê şevê jî bi emrê Xwedê hatibûn xezebê. Jinik û mêrê xwe piştî şîvê hinekî dabûn …

Read More »

Şikir ew jî hel bû

Bavê min piştî nimêja sibê bangî min kir: “Rabe taştê amade bike em ê herin nexweşxaneyê” Çi! Nexweşxane! Eywax û çi eywax! Roja ku em bi bavê min re herin nexweşxaneyê yan jî rêwîtiyekê ew roj ji bo min kabûs e. Dema em ji Enqerê diçin Mûşê, tevî ku mala …

Read More »

HÊVÎYÊN DI PAXILA JÎYANÊ DE

Rojê zertavê li dû xwe hîştibû, bêyî ku tarîya êvarî bi stêrkan xwe bi de der û hîva serê mehê derkeve, min ji bêhntengîya xwe, xwe avêtibû bextê meşa ber êvarê. Werza havînê de dana ku herî zêde me bêhna xwe vedida û piçekê em li germê rizgar dibûn, dana …

Read More »

Kirasê Jîyanê

Êvarê kirasek reştarî li asoyê bajêr pêça bû, çiqîlên daran li ber bayê direqisîn, em hersê hevalên ku ew du sal bû di heman malê de diman, wê êvarê dîsa li şaneşînê rûniştîbûn û bibûn xemkûjên hev. “Xeyal ji hevîrê hêvîyan diafire” Got Gûlbînê, bêyî ku firek çay berde ser …

Read More »

Ber Kendal

Şevek tarî û zûlamat bû, min û Metîn me destên hev girtîbûn, em di rêyek nedîyar de dimeşîyan. Digel ku destê min di destê Metîn de bû jî, wê hêzek mezin jî dida min, lê dîsa jî xofek mezin di dilê min de peyda dibû: “Ya Rebbî ew çi rewş …

Read More »

Newroz – Rojbîn Ozkan

Newroz xewna Ehmedê Xanî Newroz evîna Mem û Zînê Newroz hêstên Feqîyê Teyran Newroz helbestên Mela yê Cizîrê Newroz şoreşa Mistefa Barzanî Newroz artêşa Qazî Muhemmed Newroz şex Seîdê kal Newroz Amed, Dersim, Hewlêr, Qamişlo, Muhabbad û Dihoka rengîn e Newroz çîyayê Ararat, Cudî, Zagroz û Sîbhan e Newroz Sîyamend …

Read More »

Xewna Jîyanê ya Herî Xweşik a Zaroktî

Di kela kela havînê de tiştê ku herî zêde tê bîra mirovan, bêgûman boy me gelê Serhedê çem, rûbar û kanîyên li çîyayê ne. Çend roj berê ez û çend hevalên xwe em boy seyranê çûne kampusa zankoya Mûşê, li wir ditîna kanîyekê xwezayî ya ku ava wê ya sar, …

Read More »

Jina Kurd û Edebîyat

Edebîyata Îslamî û  Jina Kurd Dîroka jina kurd wek gencînîyek weşartî maye.  Taybet di warê edebîyatê de gelek kes wîsa dihesibîne,  wekî ku qet muhedis, helbestvan romanûs û zimanzanên jin tune ye. Di vê nivîsê de min xwest ez li gor zanebûna xwe bersiva pirsa gelo jina kurd ji dîrokê …

Read More »