Mirina Çîrokê

piştî esir
xwîn hêdî hêdî hat kişandin ji lingan
min xwest ku
çîrokeke bêdem û bêderdor binivîsim
lê xirxira gelê min
ji devê min derdiket.
Ku min jiyan ecibandiba
min çîrok nedinivîsand
Min çi dikir û ez mirim, tu bahsa wê bike
ez mirîyê kê me, hûn wê bibêjin.

berî muxrib
ji qolincan, xwêdan di min re avêtin
min jî xwest ku hinek li ser min bigirîn
lê zimanê min şikesti bû.
Min dawiya çîroka xwe meraq dikir
Ji mirinê bêtir
Kî dizane ku wê ev bibe ya kê
Dema ez mirim, çi di dilê min de bû ?
ez li ser kê dimirîm, wê bibêje

dema eşa
min jî xwest ku salvegera mirina min be
lê min serê xwe li ahda xist.
Min fêm dikir ku rojekê wê bi dawî bibe
Destpêka mirinê
Lê hesil bê wê çîrok li ku bê gotin
Di ber çi de ez mirim ?
ez ji bo çi hatim kuştin, wê bibêje

melayê sibehê
rih ji min çûbû
kanî bû çi !
heta ku ez nemirim
hişê min nehat serê min
ku min xwe elimandiba derewan
minê qîma xwe bi xwe anîba
ezê ji xwe re sitirîba di qurçikeke jiyanê de
ti kes bi min nedihisiya
lê wê kî çîroka min bibêje
wê çi bibe jê ?
Min çi ji jiyana xwe fêm kir ?
ez mirîyê kê me, wê bibêje

ez doh şevê din miribûm
ferza min hiştine nîvro
şahidê min nînin
li vê rastê
ti kes nizane bê ez şehîdê kê me
ez ditirsiyam ku bibim lehengekî ji rêzê
lewma ew çîrok ti carî neqediya
min ji zarokê xwe bêtir hij çîroka xwe dikir
binerin bê hûn min naweşînin!
Wê kî rehmê li min bike
Rebbê min kî bû, tu wê bibêje

Derbar Zîwer Îlhan

Check Also

Pirtûka Însan Bi Çi Dijî û Mamoste Medenî

Bi rastî  heger hûn bibêjin bé ma di wêjeya cîhanê de nivîskarê mezintirin kî ye? …

Leave a Reply