Pirtûka Şerê Melazgirtê û Kurd

Dîroka tirkan li ser derewan hatiye avakirin û nivîsîn. Wan dîroka xwe bi derewan nivîsîne. Hinek nijadperestên tirk ji asya navîn heta çermsorên Amerîkayê hemû dikine tirk. Jineka keftar a tirkek kemalîst pirtûkek li ser derewan nivîsî û got Sumer jî tirk in. Dema mirov bê kok, bê esalet, bê esl û fesl be, dê weha bike. Mongolên hov yên asya navîn likur û Sumerên ku mohra xwe li şaristaniya cîhanê xistine likur. Derewek ewqas bêbinî ancax tirkên bêdîrok, bêesl dikarin bikin.

Di van demên dawîn de nîjadperestên tirk ên ku senteza tirk/îslamê diparêzin gelek pirtûkên derbarê dîroka tirkan de bi derewan nivîsîne. Hinek nîjadperest bi rêzefîlman Xwedêgiravî lehengî/hûn barbarî, hovîtî bizanibin û êrişkariya tirkên hov wek rêzefîlm kişandine û di TVên dewleta komara tirkan û di qanalên TVên taybetî de didine nîşandan. Di wan rêzefîlman de serî heta dawî êrişkarî, xwîn rêtin, barbarî, zilm û zordarî hene. Yek ji wan rêzefîlmên ku tê de dîroka derewîn pêşkêş dikin rêzefîlma bûyera şerê Malazgirtê ye. Derewên derbarê Selçukiyan û Alpaslan de ye.

Dîroknivîsê tirkan bi derew ji xwe re lehengekî bi nasnavekî ”Alpaslan” nivîsîne hertim behsa lehengî, mêrxasî û serdariya wî dikin. Ew kesê ku jê re wek nasnav dibêjin Alpaslan navê wî Mihemed Dawid bûye û ew jî girêdayê Xelîfeyê Abasiyan bûye. Tirk dibêjin ”Buyuk Selcuklu devletî” Yanî dewleta mezin a Selcukiyan. Ev jî derew e. Dewleteke bi serê xwe a mezin a nîjada tirk tunebuye. Ji xwe wê demê dewleteke netewî, nîjadî a tirkan li tu dereke tunebûye. Selcuk nave zilamekî ye û girêdayê dewleta Îslamî a Abasiyan bûye. Gotina ku tirkan Xwedêgiravî 16 dewletên serbixwe damezrandine jî derew e.

Nijadperestên derewkar ên tirk derew dikin û dibêjin; ”Alpaslan Anadoliyê kiriye tirk û kiriye misilman.Yek belgeyek jî nîne ku nîşan bide Alparslan ji Malazgirtê ber bi Rojava ve gav avêtiye, tevî îdiaya ku wî Anadolu kiriye tirk û îslam. Ev îdîa wan a derew weke derewa wan a ku dibêjin; Osmanî Kayî bûne, bêbingeh e.

Piştî van çend gotinan ez dixwazim bi kurtahî behsa pirtûka Profesor Dr, Abdullah Kiran bikim. Navê pirtûkê ”Malazgîrt û Kurd” e. Pirtûk lêkolîneke bi tirkî ye. Di nav weşanên ”Peywend” de derketiye. Pirtûk 154 rûpel e. Profesor Dr, Abdullah Kiran profesorekî kurd e, ji navçeya Amedê, ji Pasurê ye. Bi nasnavê Felat Dilgeş hinek pirtûkên wî yên kurdî û gelek gotarên wî yên kurdî di kovara Medya Guneşî/Roja Medya de derketibû. Niha jî di malpera “Serbestî“ de nivîsên wî derdikevîn.

Di salên 1070yî de Împaratoriya Romayê û dewleta Merwaniyên Kurd cîranên hevûdu bû. Di şerê Malazgirtê de leşkerên herî pir leşkerên kurd ên dewleta Merwaniyan bû. Leşkerên Selçukiyan hindik bûne. Ji xwe artêşa Alpaslan/Mihemed Dawid artêşa Xelîfetiya Îslamî bû, girêdayê dewleta Abasiyan bû. Alpaslan/Mihemed Dawid jî weke fermandarekî artêşa Îslamî bû.

Dema Selçukî ji asya navîn hatine sê dewletên/mîrekanên kurdan hebûne. Li Farqînê/Amedê Merwanî, li Gence/Azerbeycanê Şedadî û li Tebrîzê Rewadî desthilatdarbûne. Selçukî û tirkmenên koçber yên ku bi wan re bune ji xwe re li ser pişta hespan bi şêweyeke koçberî ji wir çune wir û di çadiran de bûne û hinekên wan diz û yên din jî talanker bûne, mal û milkên xelkên/gelên din dizî kirine, talan kirine. Hinekên wan jî çûne bûne leşkerên bi peran, ji bo dirafan leşkerî kirine.

Kurdan di nav xwe de cih nedane van diz û talankeran, berê wan dane rojhilatê Anatoliyê, wan şiyandine wir ku herin dizî û talana bîzansiyan/ruman bikin. Ji xwe ji bajarên kurdan ên tevahiya Kurdistanê jî diyare ku tirkên asyayî li Kurdistanê nemane, li Kurdistanê yek bajarek jî ava nekirine û di ti bajareke kurdan de wek hejmar pir tunene. Tirkên koçberên asyayî çûne aliyê Iznîkê, Bursayê li wan deran kon vekirine, çadirên xwe danîne û dest bi dizî û talan û paşê jî fetihkirina cih û waran kirine ku bi tevahî ronişvanên wan deran rum  bûne. Tirk/tirkmen û rum pir tevlihev bûne. Ji xwe paytextê Osmaniyan ê yekem bajarê Edîrne ye ku li rumeliyê ye.

Di pirtûka Prof. A. Kiran de derbarê mîrekiyên kurdan û di dema selçukiyan de hebûna sê mîrekiyên/dewletên feodal ên kurdan de agahdariyên berfereh hene.

Hezarsal berê netewe jî tunebûne û dewletên netewî jî. Ew dem dema koletî û feodalîteyê bû. Mîrîtî hebû û ew jî girêdayiyê Xelîfeyê ola Îslamê bûn. Şer di navbera olan de pêk dihat. Wan wek xirîstiyan û misilmanan bi hevre şer dikirin neku weke du miletan. Wek mînak; ”Selahattin-î Eyyubî Kurd e, lê hedef û amancên ku daye pêşîya xwe, Îslamîyet e û heta dawîya emrê xwe wî ji bo xurtkirin û belavkirina Îslamîyetê enerjiya xwe xerc kirîye.” Binêr nivîsa Siddik Bozarslan ya di malpera Netewe de.

Di pirtûkê de jî tê qalkirin, mîrên Selçukiyan û bi taybetî Ertugrul û Mihemed Dawidê ku tirkan nasnavê Alpaslan pê ve kirine, kesên talanker bûne. Likur fetih kirine li wir talan kirine. Di şerên li hemberê ermenî, gurcî û rumiyan de ku vana xirîstiyan bû, di artêşa Îslaman/misilmanan de ne tenê leşkerên tirk/tirkmen hebû, leşkerên ji gelên din hîn pirtir bû. Di şerê Melezgirtê de leşkerên tirk/tirkmen hindik bû yên kurd pir bûne.

Malbata Selçukiyan bi hêza artêşa Îslamî li kur fetih kirine, li kur zeft kirine li wir li ser nave Xelîfeyê Abasî xutbe dane xwendin. Binêr pirtûka Prof. A. Kiran rûpel 38/39.

Alpaslan bi nave wî ê rastîn Mihemed Dawid ji bo ku fermandarekî xizmetkarê Xelîfeyê Abasiyan bûye û ji bo ku kurd jî misilmanin, mîrên kurdan, axayên serokeşîran hemûyan piştgiriya Alpaslan kirine û li hemberê xirîstiyanan artêşa îslamî parastine, digel vê artêşê li hemberê xaçperestan şer kirine.

Belê, dema ku hêj nû tirk/tirkmenên talanker, hov û êrişkar ji asya navîn ji ber birçîbûnê koç kirine û hatine, wê demê li ser axa ku îro di bin desthilatdariya dagirkeriya Îran, Irak, Tirkiye, Azerbeycan, Ermenîstan û Gurcistanê de ye, li ser vê axa berfereh sê desthilatdariya mîrên kurdan ango sê dewletên kurdan ên feodal hebûn. Ji xwe wê demê Melazgirt jî girêdayê dewleta Merwanî bû û runiştvanên wir bi tevahî kurd bû.

Hem di dema şerê Melazgirtê de û hem jî demên paş, di dema desthilatdariya Selhadînê Eyubî de jî gelek tirk/tirkmen leşkerên bi peran bûne. Li gore tevahiya çavkaniyên dîrokî û di pirtûka Prof. A. Kiran de jî tê gotin ku di nav artêşa Împaratorê Bîzansê de leşkerên bi peran peçenek, kuman, îskît û oxizên tirk/tirkmen hebûne. Tirkên leşkerên bi pereyan (paralî asker) di dema şerê li dijê xirîstiyanan/xaçperestan de jî di artêşa xaçperestan de li dijê artêşa Selhadînê Eyubî şer kirine.

Dîrokzanê Bîzansî Mîchael Psellos di pirtûka xwe a bi nave ”Chronografia” de dibêje : ”Kralê pers û kurdan” yanî ew ji bo Alpaslan/Mihemed Dawid dibêje kralê kurdan û persan/farisan bûye. Ji bo tirkan û herweha artêşa îslamî/misilmanan jî ew peyva sîfata ”barbar/hov” bi kar tine.

Di artêşa bîzansiya ku fermandarê wê împarator Romen Dîyojen bûye, digel leşkerên bi peran ên tirk, leşkerên rumên bîzansî, makedonî, bulgar, kapedokyayî, frigi û frenk hebûne. Tevahiya xulam, qewraş ango xizmetkarên artêşa bîzansiyan jî tirk/tirkmen bûne. Fermandarê leşkerên tirkên oxiz ên ku di nav artêşa bîzansiyan de bûne, nave wî fermandarî jî Tarkan bûye. Di çavkaniyîyên bîzansiyan de ev nav weke Tarkhanîetes, Trachaînete, Tarchanaiates hatiye nivîsîn…

Nivîskarên dîrokzan û fîlm çêkerên tirk yên derewçîn Tarkan weke lehengekî tirk ku li hemberê bîzansîyan şer kiriye, têkoşîyaye dane nîşandan û li ser lehengiya wî pirtûk nivîsîn, fîlm çêkirine. Dema dewleta mirov hebe weha bi derewan mirov dikare bûyer û kesayetiyên dîrokî serobin bike, bermeqlûb bike û xayînan bike leheng. Mistefa Kemal bixwe bi siltanê Osmanî re xîyanet kir lê ji bo bi alîkariya îngîlîz û rusan bi ser ket, bû bavê tirkan. Tirk jî bav re ata dibêjin ew jî bû atayê tirkan ango Ataturk.

Di şerê Melazgîrtê de, di têkçûna împaratorê bîzansiyan de ji bo serketina artêşa îslamî/misilmanan du faktorên sereke hene ku bîzansî têk çûne û artêşa îslamî biserketiye. Yek jê; leşkerên tirk ên bi pereyan ku di artêşa bîzansiyan de leşkerên bi peran bûne bi bîzansiyan re bêbextî kirine û wan li hole hêştine û reviyane. Faktora din jî mêrxasî, şervanî û egîdiya leşkerên kurdên merwaniyan e. Ji xwe yê ku împarator Romen Diyojen dîl/êsîr girtiye kurdekî bûye. Ev kurdên mêrxas xulamê Cewher begê kurd bûye. Ji xwe Mîr Cewher navekî xas ê kurdî ye.

Dewletên berê bi nave kesan yan jî bajaran dihatin binavkirin. Selçuk nave kesekî bû. Eyubî, Merwanî, Osmanî, Abasî navên kesan in. Împaratoriya Romayê jî nave xwe ji bajarê Romayê wergirtiye. Bîzans jî nave Stenbolê ê berê bûye. Di dema împaratoriyên qedîm de, dema dewletên koledar û feodal de nave neteweyan nedihat bikaranîn. Di dema qedîm de bi nave tirk tu dewletek tirkan nehatiye damezrandin. Bi ya min dewleta Selçukî û Osmanî dewletên tirkan nebûn. Ji xwe di dema damezrandina van dewlet û împaratoriyan de netewebûnî tunebû. Netewe di berbanga kapîtalîzmê de pêk hatin, derketin holê. Dewletên netewî jî bi serkêşiya soreşa Fransayê derketin holê û hatin damezrandin.

Piştî têkçûna Împaratorê Bîzansê Romen Dîyojen, Alpaslan/Mihemed Dawid wî azad dike. Bi hevre peyman çêdikin lê belê yekî din li Stenbolê bûye împaratorê Bîzansiyan. Ew (Romen Dîyojen) diçe bajarê Tokatê li wir leşker dicivîne, di navbera wî û artêşa Bîzansê de şer derdikeve, di şer de fermandarekî ermenî ê bi navê Haçetur pê re bêbextî dike û artêşa Romen Diyojen têk diçe, ew jî li wir teslîmê leşkerên Bîzansê dibe. Paşê çavên wî kor dikin. Ji xwe re li bêbextiya tirkan û ermeniyan binêrin. Herdu bûn sedem ku du car Romen Diyojen têk biçe. Di şerê yekem de tirkan û di şerê duyem de ermeniyan bi împarator Romen Diyojen re xiyanet kirine.

Di pirtûka Prof. Abdullah Kiran de beşek jî li ser kesayetiya û kuştina Alpaslan e. Ew çawa hatiye kuştin? Kî ew kuştiye? Di pirtûkê de tê qal kirin. Çend varyantên qalkirina kuştina Alpaslan heye. Prof. A. Kiran behsa 5 varyantên qalkirina kuştina Alpaslan dike.

Li gorê dîrokzan/dîroknivîs Mateos, Abul Farac û Îbnul Esîr yê ku Alpaslan kuştiye Yusufê Harzemî ye. Alpaslan bi artêşa xwe ve diçe çarmedorê keleya Berzenê digre. Fermandarê kela Berzenê Yusufê Harzemî ye. Yusuf ji bo ku jina wî û zarokên wî dîl/êsîr nekevin destê artêşa Alpaslan malbata xwe dikuje û dema derdikeve pêşberê Alpaslan bi xencerê êrişê Alpaslan dike û wî dikuje. Novedarê/parastvanê çadira Alpaslan yekî ermenî bûye, ew jî Yusufê Harzemî dikuje. (Tê gotin ku Berzen/Barzan keleya kurdan bûye û Yusuf jî kurd bûye.)

Bûyera kuştina malbata Yusuf bi destê wî trajediye. Ev trajediya dîrokî hezar sal paşê tê dubare kirin. Serhildêrên serîhildana Agriyê li hemberê artêşa hov a newiyên Alpaslan şer dikin û ew jî ji bo ku jin û zarokên wan dîl/êsîr nekevin destê artêşa tirkên newiyên Alpaslan ew jî malbatên xwe bi destê xwe dikujin û ew bi xwe jî hetanî ku têne kuştin bi leşkerên tirkan re şer dikin.

Wek gotina dawî, şerê Malazgîrtê, têkçûna împaratorê bîzansê Romen Diyojen û serketina melîkê selçukî Alpaslan/Mihemed Dawid bi saya kurdên Merwanî, Şedadî û Rewadî bû.

Ez ê gotara xwe bi gotinên Fîkret Başkaya ku Fêrgîn Melîk Aykoç gotinên wî wergerandiye kurdî, dawî bînim. 

Dîroka netewdewleta tirk ya fermî:

”Dîroka fermî versiyoneke dîroka derew, tehrîfat, tinehesibandin [occultation], bi navê wê bangnekirin (heta qedexe kirin) sansur û oto sansurê ye. Têgîhîştina civakê anegorî pediviyên çîna serdest ji nû ve hatiye dagirtin. Ji ber vê jî dîroka ku nivşên nû fêrdibin, ne dîroka rast, ya li ser bingehê derewan, ya vexwendî ye….”

Fikret Başkaya di pirtûka xwe ya ”Pradîgmanin Îflasî” de jî dibêje tiştên ku M. Kemal kir soreş nebû, li hemberê saraya Osmaniyan darbeyek leşkerî bû. Ji xwe dîroka komara Tirkiyê dîroka derewan û darbeyên leşkerî ye.

Binêrin : Fikret Başkaya: “Pradîgmanin Îflasî / Rexneya li îdeolojiya fermî“ û “Resmi Tarih Tartışmaları-7”, Özgür Üniversite Yayınları, Ankara. Wergera kurdî Fêrgîn Melîk Aykoç.

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply