Nizanim ji ber çi tawan û gunehan Xwedê xezeb barandî bû ji asmanan Girtî bû her derî webayê Nalenalek êxistî bû dunyayê Nexweşî ku hat û mirinê li ber derî teqe teq kir Nevroz û çile çi ferq dikir Tehma devî di reviya bi yekcar Êdî aramiyê xatir dixwest û dikir bar Ne gur li pey berxan dibezîn Ne rûviyan …
Bêhtir »JINA ÇÊ Û YA NEÇÊ!
Pîrê Xerzanê gotiye ku ew bûye dîdevanê vê meseloka li jêrê: Li herêmekê dibêjin Hecî Elko hebûye, bavê 30 kur û keçana bûye û sê jinên wî jî hebûne. Lê mala her jinekê cuda bûye. Hecî Elko kesekî xuyaî û nandayî bûye. Sifreya wî ya xwarinê hertim li erdê bûye, mêvan dihatin û diçûn, piraniya gundiyên wî jî li ser …
Bêhtir »Dîk û Rovî
Wek qijo, dîk jî carek Rabû ser şaxê darek Ji rewşê dibû diyar Ne ferx e ew extiyar Bang didan bi kubarî Ka qirikê çi karî Rovî çawa dengê dîk Seh kir xwe gihand nêzîk Dilşad û bi lezgînî Got: Birako mizgînî Li hev hatin ajal tev Êdî ne hewce ye rev Ez sûnd dixwim bi îman Xirab nabe …
Bêhtir »Pîrê û Rovî
Hebû tunebû pîrikek û rovîyek hebû. Pîrê her roj çêleka xwe didot û şîrê xwe dikir bin teştekê û diparast. Rovîyek jî, her roj, bi dizî dihat mala pîrê û şîre wê vedixwar. Pîrê meraq dikir: Gelo ew kî ye şîrê çêleka min vedixwe? Rojekê pîrê bivirekî tûj dixe destê xwe û disekine. Rovî dîsa tê ku şîr …
Bêhtir »Derewa Ji Rastiyê Çêtir
Dibêjin, carekê şêxek ji şêxên Ereb, xeber ji qiralekî Kurd re hinartiye, gotiye: – Ez ê leşkerê xwe hildim û werin ser te. Ez ê qetik têxim stuyê te û te li dira serbajarê te bigerînim, heta ku tu ji kerê re bêjî ŞOŞ DAYÊ! Qiralê Kurd jî xeber ji wî Şêxê Ereb re şandiye û gotiye: – Ez zirt …
Bêhtir »Dûvkê rûvî
Hebû tunebû pîrek hebû. Bizineke wê hebû. Pîrê her roj bizina xwe didot, şîr dadanî sivderê û diçû malê cîrana. Heta vedigheriya, dahat dinhêrî şîr tune. Carekê ji bizina xwe dot, şîr dani ciyê her roj, da balte û xwe li pij dêri da teland. Hew nêherî rûvî tele/tel hat kete sivderê, devê xwe kire dîzikê, şîr gişk çelpand, ew …
Bêhtir »Mîh û Şêr û Gûr
Hebû tunebû, carekê ji caran êleke koçeran bar kir, mîhek li şûna waran ma. Mîhê jî rê girt ûçû, çû rastî mêrgekê hat; mêrgeke pirr xweş. Mîhê di mêrgê de warê xwe çekir û za; du berxên mê anîn. Rojekê mîhê dît ku vaye şêrek bi ser de hat. şêr jê re got: -Tu çima li vê derê yî? Mîhê …
Bêhtir »Zembîlfiroş (Şano)
Şanoname: Qasim Lîstikvan: Çîrokbêj, Gulxatûn, Zembîlfiroş PÊŞGOTIN Li gorî dîroka kurdan, Zembilfîroş ji Feqiye Teyran ve hatiye gotin. Wexta ku Feqiye Teyran di serî de zembîlfiroş devki gotîye, ê tabî çîrok jî her tim bi devkî belav bûye, veguherîye, veguherîye (wekî guh bi guh hatîye gotin) û hatîye wextê me. Vêca îro jî dîsa hat guhertin. Ji …
Bêhtir »Fermano Malxirabo
Ferman lawê xwe yê mezin sala par zewicandibû. Li ber zewac û bi mal û halbûna lawê xwe şadibû û dixwest ku îsal, zivistanê biçe mala lawê xwe û zivistana îsal li mala wî derbas bike. Bi malîvana xwe re ji bona çûyînê qise kiribû. Ferman, ji bona çûyînê biryar dabû. Çiqas bi malîvana xwe re qise kiribe û parve …
Bêhtir »Şahmaran
Nameyê çîroke ra zî dîyar beno ke “Şahmaran” yeno mana Şahê Maran yan zî Padîşahê Maran. Şah yanî qiral, hikûmdar û serwerê yew memleketî yo. “Mar” bi tirkî vanê “yilan”, labelê kelîma bi eslê xo ziwanê Aryanî ra yena; kurdî, farisî û sewbî ziwananê aryanî (Îranî) de zî esta. Bi bawerîya mi gore, ena çîroke kultirê aryanî ra vêyarta tirkî. …
Bêhtir »