Lêkolîn

Nîsan, 2024

  • 22 Nîsan

    Fikra Netewî û Pirsgirêka Kurd – Mücahît Bilici

    Selamûn Eleykûm! Ey gelê Kurd, hun bi xêr hatin! Û Gelên Tirkiyê, hun bi xêr hatin! Mîrata dînî, rewşenbîrî û civaknasî ya Bedîuzeman Seîdê Nursî mixabin têgihîştineke heq kiriye, nedîtiye. Hin lêkolînerên xerabmebest xwestin ku vê mîratê li hember nûjeniya Kemalîzmê wek bertekeke paşverû bidin nîşan. Nêrînên dilpak jî Seîdê Nursî, herî zêde wek têkoşerekî ku li hember veguherîna tevgera …

Adar, 2024

  • 3 Adar

    Girê Mirazan /Xirabreşka (000000 – 10 000 beriya Mîladê)

    Divê em ji bo têgîhîştina rastiyên dîrokî li belgeyên dîrokî yen nehatine tehrifkirin binêrîn. Di nava van belgeyan de yên herî kevn sembol û rolyefên perestgeha Girê Mirazan (Xirabreşka) ne. Ev cihê pîroz 12, 13 hezar sal beriya roja me hatiye avakirin. Ev perestgeh hemû doktorîn û têgîhîştinên heyî û li gel îdîayên baweriyan tev de ser û bin kir. …

Sibat, 2024

  • 14 Sibat

    Destnivîseke Şêx Eskerîyê Kurê Şêx Ebdurrehmanê Aqtepî

    Sala 2016an, Fuadê Erxenî, pirtûkên erebî, osmanî û kurdî yên Mela Zulkufê Zîlan radestî min kir. Di nav wan de menzûmeyeke fiqhê ya bi navê Sefînetu’l-Ekrad bi kurmancî û Feraidu’l-Exyara Şêx Eskerî jî bi zimanê erebî, bi awayê destxet hebû. Di vê nivîsê de dê destnivîsa Şêx Eskerî bihê danasîn. Alîyê Teşeyî yê Destnivîsê Bergê wê qartonekî stûr ê renghêşînî …

  • 12 Sibat

    Saeta Wenda

    ustin Wright û Edward Breath, du misyonerên ameríki, gava ku li Îranê digeriyan û çerx dibûn û hey çerx dibûn, li aliyê Kurdistanê, li Mîrektiya Botanê, Mîr Bedirxan ji mêj de hikmê xwe xurt kiribû, xutbe li ser navê xwe dabûn xwendin, sike li ser navê xwe dabûn çêkirin û ji xwe re gotibû Hakimê Kurdistanê. Van du camêrên ha …

Rêbendan, 2024

  • 28 Rêbendan

    MIROVNASÎ (ANTROPLOJÎ)

    Mirovnasî (antropolojî) wekî zanisteke serbixwe Mirovnasî (anthropology) lêkolîneke zanistî ya derbarê mirovî de ye ku li ser pêkhateya wî, geşedana wî ya dîrokî, ciyawaziyên cureyê wî û rengvedanên civakî yên hebûna wî xebatan dimeşîne; dibe ku ev xebat di qadeke teng de bê meşandin û tenê cureyek were vekolîn, her wiha dibe ku li ser asta cîhanê cureyên mirovan bên …

Hezîran, 2023

  • 20 Hezîran

    Paşeroja fêrkirina zimanê kurdî li Rojavaya Kurdistanê

    -Awireke zanistî ya berawirdkirî ligel rexneyeke çaksaziyê: dagirtina naveroka pirtûkên dersê li gorî zanistên perwerdekariyê û çend pêşniyar ji bo sererastkirina şaşiyên kevn- Pêşek Bêguman ji aliyê dîtbariyê ve şaristanî li ser hêma (sembol), alfabe û jimareyan ava dibin; lewre pergala fêrkirina her zimanî neçar e ku van her sê hêmanan bi hev re bi kar bîne. Zimanê kurdî yê …

  • 19 Hezîran

    Ala Kurdistanê; berhemê têkoşîna netewî ya miletê Kurd e û berîya sed (100) salan hatîye çêkirin

    Ala Neteweyî Remz û sembolên wekî ala, di dirêjayîya dîrokê de ji pirr berê ve, ji alîyê gelek kom, dewlet û miletan ve ji bo armancên ciyawaz, bi şikil û awayê cihê cihê hatine bikaranîn. Di vê nivîsê de, ez dê nekevim nav babeta dîroka alayan (aleman), bi giranî dixwazim behsa alaya neteweyî ya ku piştî peydabûna netewe-dewletan çêbûne bikim. …

  • 17 Hezîran

    Li Tirkiyê Antî-Kurdism an jî Kurdophobia û Encamên wê

    Li Tirkiyê, roja îro dihê gotin ku kurd welatiyên resen û demazranerê, komara Tirkiyê ne û hîç, cudatiyek di navbera tirk û kurdan da tune. Lê rastî, ne wusa ye û ji bo bîreweriya giştî a tirk, kurd “ên din” in û tiştê ku ji me kurdan dihê xwestin jî, rêzgirtin û pejirandina tirkîtiyê ye. Hest û hîsa dijber a …

Sermawêz, 2023

  • 26 Sermawêz

    Helbest Ji Bo Zarokan

    Ez gelekî dixwazim bibêjim ku ji bo zarokan tiştekî bi navê helbestê tuneye. Derbarê zarokan de gelek helbest hene; û hin ji helbestên baştirîn ên ku heta niha hatine nivîsîn li ser zaroktiyê ne; piraniya helbestvanan, herî dawî yan jî dawiya dawî wê pêvajoya dawetkar -ciwantî û mezinbûna xwe- kişf dikin. Qismekî mezin ê ku jê re kanona helbesta zarokan tê gotin, qet ji bo nûciwanan nehatibûn nivîsîn; bêtir ew helbest bûn ku mezinan ji bo zarokan minasib didîtin. Vê kanonê jî antolojînûs diyar dikin.

  • 12 Sermawêz

    Teyrê Sîmir û Rengvedanên Wê di Folklora Kurdî da

    Yek ji pênaseyên herî manadar û balkêş ên mîtosê ew e ku ew zanîna seretayî, çîrokên afirandinê û endîşeya li ser hebûnê ye. Ya ku mîtosê xurt kiriye û zinde girtiye jî bawerîya pê ye. Sîmir û manaya wê jî hebûneke mîtolojîk a Kurdo-Îranî ye ku li ser afirandinê û xisûsen di afirandina her heyînekê da tecellîya herî nêzîk a Xweda ye. Raz û sirreke xwedayî ye. Kan û çavkanîya bereketê ye û hêj gelek manayên din lê barkirî ne. Ew hîn di vegotinên mîtolojîk da jî weku teyrekê hatiye şayesandin û mirovan ew wisa xeyal kiriye ku xwedî perên biheybet, hêlîneke ezamet, dinyayeke derveyî vê dinyayê qasidek e ji bo mirovan. Nêzî heman tesewurên mîtolojîk di folklora Kurdî da jî Sîmir fîzîkî weku teyrekê lê bi gelek mana, raz û temsîlan dagirtî heta roja me hatiye neqilkirin. Bi rêbazeke analîtîk di vê xebatê da ev mana û temsîlên Sîmir ên di folklora Kurdî da hatine nirxandin. Ji aliyekî va manayên Sîmir ên mîtîk hatiye zelalkirin û ji aliyê din va rengvedana van manayan di folklora Kurdî da hatiye destnîşankirin. Di encama lêkolîneke bi vî rengî da em gihiştine wê qenaetê ku Sîmir fer/îlahî ye, Sîmir çavkanîya hebûnê ye û Sîmir bi hêz û zana ye. Sîmir di folklora Kurdî da jî weku rêber, pêşbîn, kahîn, perwerdekar, hekîm, alîkar, hêzdar û totema lehengan û heta weku ferîşte û ne ji vê dinyayê lê qasideke di navbera vê dinyayê û dinyayên din da ye.