FÊKIYEKE BALKÊŞ HINAR DERMANÊ HEMÛ DERDA YE

Hinar  di Qur’ana pîroz de bi navê xwe, sê caran derbas dibe. Rebbê alemê balê dikişîne ser van fêkiyên qedirbilind. Ji bo wê tê gotin ku hinar, di warê wîtamîn, mineral û antîoksîdanan de gelekî dewlemend e û mirov kare hinarê ji bo hemu derdan û nexwaşyan, weke derman bixwe, û bi kar bîne. 

“Hinar, ji dil ra pir baş e, panzehîra pençeşêrê ye. Bedena insan xurt dike, enerjiyê dide meriv, heraretê dibire, laş, dil û pêduyan xurt dika, tamarên xetimi vedike, rê li ber naxwaşya şêkir digre, nahêle çerm biqermiçe, dengê meriv dike zengil, kolestrola xunê û tansiyonê dadixîne. Û hîn gelek faydeyên din jî hene.” (1) 

 Henar sen’atekî îlahî yê pir qedirbilind e. Di sureya enam ayeta 99 de dibêje; “Bahçeyên xurma ku guşiyên wan dirêj bûne,  tirî û hinar û zeytîn ku hebeyên wan ku li ser hev siwarbûne ji bo we derdixînin”. Dibêje. Çêkirna hinarê tenê bi serê xwe mûcizeke mezin e, ambalaja wê, rengê wê û te’ma wê bi serê xwe mûcîze ye. Dunya hemû li hev bicive hemû fabrîqeyan bixebitîne, nikarin ambalaja hinarek ê çêbikin.  

 Lewra dara hinerê kok û rîçikên xwe berdide nava heriyê û celbê. Dar bi xwe celbê dixwe û dikişine bunyeya xwe, û şerbeta wek hingivîn dide zarok û renga reng hebeyê fikiyên xwe. Wan fikiyan jî bi nizam û întizameke bê hemta ambalaj dike û îkrama însanan dike. Ew te’ma wê, ew bîna wê û ew cur be cur rengê hebeyên wê,  xweşikbûna wê, mucîzake mezin e, ne herî, me însanan nasdike, ne av û ne jî roj însanan nasdike,  ku wê îkramê ji însanan re bike. Lê belê di paş perdê de qewet û qudrete ka bê sînor û bê hemta însên nas dikiye û li gor vî însanî ew fêkiya çê kiriye û ikrama însanan dikiye, ku navê wî jî Allah û Zûlcelal e. 

Dara hinarê biçûk e lê belê fêkiyên xwe der dora yek kîlo dibin. Tirşê hinarê çêdibe, mot û dimsê hinarê çêdibe. Ewa êmîşê van hinaran heta salekê didome û pir bi fêdeye. Dimsê hinarê ji bona tansiyonan pir şîfaye pir rinde.  

Rebbê alemê bi vî awayî xwe bi însanan dide naskirin û xwe dide hezkirin kû însan jî wî Xaliqê alemê nas bike û pêra perestiyê bike.  

Xaliqê aleme ê me hemiyan ê kû wî nas dikin û pêra perestiyê dikin û heq û huquqa însanan ra birêz in li wan kesan bike. 

 

Adem MURTEZA  

12.12.2023 

 

 

Çavkanî 

1)- Hındık Rındık 

Derbar Adem Murteza

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply