Heyder Omer nivîsevanê Rojavayê Kurdistanê li herêma Çiyayê Kurmênc / Efrîn sala 1952 hatiye dinyayê, û ji sala 1999ê de li Almanya dimîne. Li Sûriyê û Lîbyayê mamosteyê ziman û wêjeya erebî bû, û li Almanya jî mamosteyê her du zimanên kurdî û erebî bû.
Di meydana nivîsîna kurdî de bi lêkolînên wêjeya kurdî naskirî ye. Lêkolînên wî di rojname, kovar û malperên kurdî, nemaze her du kovarên PIRS û PÊNÛS de hatine weşandin, û di heman demê de endamê desteya her du kovaran bû, û serokê desteya kovara PÊL bû.
Xwendina sereta li gundê Kotana, û ya navend û lîsê li bajarê Efrînê bi dawî kirî, û sala 1974ê lîsansa wêjeya erebî ji zanîngeha Heleb, û sala 1978ê dîploma perwerdeyê ji zanîngeha Dîmeşqê wergirtine.
Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz Heyder Omer ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn? (Kek Lokman ev gotina jor bila pêşgotinek, ku te bo hevpeyvînê, nivisandî.) û bila ji dêvla bersiva pirsa yekê be. Yanê pirsa 2ê wê bibe ya 1ê.
Lokman Polat – Pirs 1– Te kîngê û çima dest bi nivîsa kurdî kir? Berhema te ye pêşîn kîjan e? Û naveroka wê li ser çiye?
Heyder Omer: Dema ku ez xwendekarê zanîngehê bûm, min hinek helbest û gotar bi zimanê erebî nivisandin, di rojnameya erebî EL-CEMAHÎR li Helebê weşandin. Lê gotarên bi zimanê kurdî min di kovarên partiyên kurdî de weşandin. Ehmedê Xanî û Men û Zîna wî mijara yekemîn gotara min bi zimanê erebî bû, min di kovawa RASTÎ ya komela kurdî li Beyrûtê sala 1973ê weşand. Ev gatar bû motika yekemîn pirtûka min (Ehmed Xanî di destana helbestî Mem û Zîn de) bi zimanê erebî. Ev pirtûk sala 1979ê bo çapê amade kir, lê derfeta çapkirina wê sala 1991ê bi dest min ket, min ew li Dîmeşqê çap kir. Mijara vê pirtûkê li ser ramana E. Xanî ya netewî û civakî, û awayê avakirina vê destanê bû. Hêjayî gotinê ye, ku min ev pirtûka sala 2007ê bo zimanê kurdî wergerand û çap kir.
Lokman Polat – Pirs : 2 – Hinek nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, bi tirkî dinivîsin. Lête tercîha xwe bi kurdî nivîsînê kiriye. Nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in lê bi tirkî, arebî, farisî dinivîsin, nivîskarên kurd in yan nivîskarê zimanê tirkî, arebî, farisî ne? Tu ji bo nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, lê berhemên xwe bi zimanên neteweyên serdest (tirkî, erebî, farisî) dinivîsînin çi difikirî?
Heyder Omer: Ez heya anka jî bi her du zimanên kurdî û erebî dinivîsim, her weha divê nivîsevanê kurd bi zimanê xwe û yê cîranan binivîse, ji ber ku pêdivî heye ku kurd xwe bi cîranan bidin naskirin. Cîranan û kesên din jî gelek şaşîtî, li gorî berjewendiyên xwe, di dîroka Kurd peyda kirine, gelên cîran kurd bi pirtûkên wan naskirine, û ew şaşîtî û sextekarî di hişên wan de cih girtinê û lûs bûne. Divê lêkolînerên kurd wan sextekariyan ji holê rakin, dîroka miletê xwe bi pênûsa xwe binivîsin, wêneyê gelê xwe yê rast bidin pêş gelên cîranan. Ev yeka bi zimanên wan çareser dibe, ji ber ku ew zimanê me nizanin.
Lê aliyê nivîsînê yê din, mebesta min aferîn û pexşan e. Ez bawer im, ku hemî aferînerên kurd, ên bi zimanên cîranan dinivîsin, awayê avakirina celebên wêje; çîrok, roman, û şano û gotar, bi dest xistine, tenê bo wan ziman divê. Min li Rojavayê Kurdistanê digote wan nivîsevan: Eger hûn bi zimanê kurdî binivîsin, hûnê ji du aliyan de bo wêjeya kurdî sûdmend bin; celebên wêjeya kurdî dê bi berhemên we pêş de biçe, ji ber ku hûn di huner û avakirina van celeban de şarezan in, û pexşana kurdî wê bi berhemên we re pêş de biçe, çimkê pexşan bi nivîsîna çîrok, roman, şano û gotarê re geş dibe, ne bi helbestê.
Lê pirsa, ku di vê meydanê de dubare dibe, û li ser zimanan digere ew e, ku gelo berhemên nivîsevanên kurd, ên bi zimanên cîranan, li ku têne danan, di nav wêjeya kurdî, yan di nav wêjeyên cîranan de?.
Bila em û nivîsevanên bi zimanên cîranan dinivîsin xwe û miletê xwe nexapînin, ziman nasnameya wêje ye, yanê wêje bi zimên tê naskirin, ji hêla din de wêje bo zimanê, ku pê tê nivisandin, sûdmend e, wî zimanê ber bi pêş de dibe, wek nimûne em Yaşar Kemal û Selîm Berekan binerin. 22 sal berê min lêkolînek di rojnameyeke erebî li ser Y. Kemal xwend, lêkolînek baş û dirêj bû, bêtirî deh caran hevokek bi vê wateyê tê de dubare dibû “Yaşar Kemal nivîsevan tirkî yê mezin”, yanê nijad û eslê wî di siya zimanê berhemên wî de hatin veşartin re, û ew berheman bo wêjeya tirkî sûdmend bûn. Selîm Bereka jî wisa ye, rexnegirên wêjeya erebî weha diçin, ku S. Bereka ji hêla zimên de bi peş nivîsevanên ereb ketî, berhemên wî jî bo wêjeya erebî sûdmend bûn. Ji hêla nirxandina zimanê berhemên wan de, dê di çarçoveya hevokavakirin û rêzimana zimanê berhemên wan bên nirxandin. Gelo eger rewş wisa ye, çawa berhemên wan wê di wêjeya kurdi de bêne danan (tesnîf)?
Lê tevî vê rastiyê, eger jiyana kurdî naveroka wan berheman be, û bi kîjan zimanî hatibin nivîsîn, wê bo pêşvebirin û geşbûna hestê netewî û civakî kurdî sûdmend bin. Bi ser de jî mirov dikare bêje, ku ew nivîsevanên kurd, ku bi zimanên biyaniyan (ên cîranan jî di nav de) dinivisîn dikarin civaka kurdî bi wan miletan bidin naskirin. Ji ber vê yêkê Dr. Ebdilmecîd Șêxo bo wan nivîsevanan dibêje: “Nivîsevanên kurd ên zimanbiyanî”.
Lokman Polat – Pirs 3 – Edebîyata kurdî ya devkî dewlemend e. Gelo tu rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî bi gelemperî çawa dibînî? Û herweha li rojavayê Kurdistanê çawa dibînî?
Heyder Omer: Bi rastî ev pirseke aloz e, çima? Ji ber ku rewşa nivîsîn û nivîsevanên kurd yekeke aloz e, ji hêlekê de 4 sînoran ne tenê erdnîgariya Kurdistanê perçe kirine, belê gelê Kurd û nivîsevanên Kurd jî, ji hevdu dûrkirine, haya wan ji hevdu nîne, yan jî qels e, tevî ku di van 15-20 salên dawî de înternêt giraniya vê rewşê sivik kiriye jî, lê bandora wê hîna jî neyênî heye.
Ji hêla din de, beşekî mezin ê wêje ya kurdî li derveyê welêt; li biyanistanê hatiyê û tê nivisîn. Ev jî aloziyekê peyda dike. Min hinek berhemên biyanistanê, nemaze yên nivîsenanên Rojavayê Kurdistan, xwendine, naveroka pirên wan girêdayî hundir welêt e, eger rexnegir, lêkolîner û xwendevan nizanibe xwediyê berhemê mişextî bûye, nikare mişxtîbûna wî di berhema wî de bibîne. Ev yeka xaleke girîng e, ji ber ku wêje awêneya (neynik) rastî û nerastiya hunerî ya berhemê û xwediyê wê ye.
Lê tevî van têbiniyan jî, ez dikar im bibêjim, wêjeya kurdî gavên ber bi çav pêş de qevaztine, li Rojava rewşa çapeminiyê baş bûye, û gelek berhemên nû hatine çapkirin, li Başûr ji xwe hokarên geşbûna wêje ji zû de hukardar in, li Bakur di van 15 salên dawî de tezên macister û duktorayê li zanîngehan tên gengeşekirin, li Rojhilat jî bi rêya hin hevpîşeyan pê hay bûme, ku tevgera wêje hinekê çalak e.
Lê tevgera rexneyî qels û jar e, û berhemên rexnê, yên hene jî kêmasî tê de pir in. Wek nimûne; min hinek tezên macisterê, ku li zanîngehên Bakurê kurdistanê hatine gegeşekirin xwendine. Bi piranî li ser wêjeya gel in, û gengeşeyên li ser zimên ji hemî waran de, gelekî kêm in.
Lokman Polat – Pirs 4 – Li gor te kîjan şaxê edebiyata kurdî (helbest, çîrok, roman û şano) li pêş e û herî pir dewlemend e?
Heyder Omer: Gava mirov li nexşeya wêjeya kurdî kurmancî dinêre, yekser helbest tê ber çavên wî, ango berhemên, ku bi helbestê hatine nav kirin, lê gelo bi rastî ew hemî helbest in?!. Eger tu helbestiya wan bidî ber rexneyê û binerxînî, gelekên wan dê ji qada helbestê bêne avêtin, lê tevî vê rewşa tehl jî, helbesta kurmancî gavên mezinber bi bêş de qevaztine.
Çima em wusa dibînin? Civaka kurdî heya demeke ne dûr xakeke lêvane bû, qedexeya zimanê kurdî, nebûna dibistanên kurdî û nebûna dewleta kurdî, ev hokeran hemî bûne kend û bend li pêş pêşve çûna wêje, nemaze jî pexşanê, lê nikarîne rêya helbestê teng bikin, ji ber ku helbest, bi alîkariya awaza xwe zû tê jiberkirin, pê re jî zû di nav civakê de belav dibe. Her weha helbest berhema hêrs û helçûnê ye, zû bi bûyeran re kel diçe. Jiyana kurdî jî her tim bi bûyerên giran re rûbirû bûye û dibe jî. Ev rewş bo helbestê gelek guncaw e, ji ber ku helbest dikare derûnan germ bike, li gel civakê bide û stîne.
Jiyana kurdî ya her bi bûyerên giran û belayên metirsîdar û nîgeraniyê (bêtebatî) dagirtî ye, ji bo helbestî guncaw e, ne ji bo celebên din ên wêje, çîrok, roman û şano. Rewşa hêdî (hêmin) bo van celebên guncaw e, vê lomê pey helbestê diyar dibin.
Lê di sî salên dawî de em dibînin çîrok û roman rê li pêş helbestê teng dikin, û gavên fireh, bi bsaya hinek pênûsên jîr û jêhatî ber bi pêş de diçin, û pexşana kurmancî geş dikin, pê re zimanê kurdî jî geş dibe, ji ber ku pexşan zimên ber bi pêş ve dibe, ne helbest.
Lokman Polat – Pirs 5– Li gor bîr û raya min, nêrîn, dîtin û ramanên min, rexnegirî tena serê xwe rexne nîn e. Digel rexneyê berhemê fêmkirin, şîrovekirin, ravekirin û nirxdayin e. Bi gotineke kin û kurt, rexnegirî: Hunera şîrovekirin û nirxandina bi hişê têgihîştî ye. Rexnegirî, hunera nirxandinê ye. Şîroveya berhemê ye. Xwendina berheman e û herweha kar û xebateke lêkolînî ye. Tu ji bo rexnegiriya edebî çi difikirî? Û li rojavayê Kurdistanê rewşa rexnegiriya edebî/wêjeyî çawaye?
Heyder Omer: Rexne li ser bê (hewayê) avanabe, rexne wek tu jî dibêjî çar istûnên xwe hene: fêmkirina berhemê, şirovekirin, ravakirin û nirxandin. Her sêyên pêşî rê li ber ê çarem dûz dikin.
Dêmek têgihîştina berhemê, ji bo rexneyê, gava yekemîn e. Lê tunebûna zimanekî dibistanî pirê caran rê li ber fêmkirina berhemê teng dike, pirêcaran xwendevan û rexnegir jî berhemê baş fêm nakin, ji ber ku wêjevan car caran peyvên devoka herêma xwe bikartîne. Gelo eger rexnegir berhemê fêm neke, wê çawa şirove bike?! Çawa rava bike?! Çawa binerxîne?
Ji hêla din de, tunebûn, an jî hingikiya pirtûkxaneyan tevgera pirtûka kurdî zor sist dike, destên xwendevanan û rexngiran nagihînin pirtûkan . pê re jî tevgera rexneya wêjeyî sist dibe.
Tevî vê rewşa tehl jî em nikanin tevgera rexneyî tune bikin, lê lawaziya tevgera pirtûkê pirê caran rê li ber me digre, û nahêle em nav û pirtûkên rexneya wêjeyî, ku hene jî, bibhîsin. Rewşa rexneyê li rojavayê Kurdistanê jî wusa ye. Hinek gotarên rexneyê di kovar û malperan de tên weşandin, lê pirtûk kêm in. Pirtûkeke Tengezar Marînî çap bû ye, û min jî pirtûkek xwerî rexne, bin ser navê (Vegedenga hestan, hunera ) berî deh salan çap kir, lê ev herdu pirtûk jî li Ewropa, ne li welêt, çap bûne.
Lokman Polat – Pirs 6–Tu difikirî ku rexnegir bi têra xwe girîngiyê didin xebatên te? Eger wisa nafikirî, sedemên vê yên girîng çi ne?
Heyder Omer: Me got ku tevgera rexneyê li ba Kurd lawaz e. Bandora vê yekê tê kişandin ser xebatên rexnegiriyê jî. Ji hêla din de berhemên min bi herdu zimanên kurdî û erebî lêkokînên wêjeyê û dîrokî ne. Mixabin, tevî girîngiya van cureyên xebatan jî, lê li ba civaka me hema tu dikarî bibêjî, paşguh dibin. Tenê pirtûka min (Osman Sebrî helbestvan û nivîsevan), ku min sala 2004ê li Almanya çap kir, û sala 2006ê li Kurdistanê hat çapkirin, di nav civakê û nivîsevanan de deng veda, yekî ji wan got: “Heyder Omer Osman Sebrî ji nû ve vejand”. Her weha bi bandora vê pirtûkê 2 tezên macisterê li Başûrê Kurdistna hatin pejirandin û gengeşekirin, û xwediyên herdu tezan li gel min têkildar bûn û me gelek xalên vê mijarê pev re gengeşe kirin.
Lokman Polat – Pirs 7 – Mijara berhemên te bi giranî li ser çine? Ez cenabê te wek rexnegirekî edebî/wêjeyî dinasim. Tu nafikirî ku pirtûkek bi taybetî mijara wê li ser rexnegiriyê be binivîsî…
Heyder Omer: 45 sal berê, gava min dest bi xwendin û nivîsîna kurdî kir, ez pê hay bûn, ku tevgera lêkolînên wêjeyî lawaz e, ev cureyê lêkolînan , li ba me, nemaze li Rojavayê Kurdistanê, kêm e, vê lomê min bervê xwe da van lêkolînan, çi bi zimanê kurdî û çi jî bi zimanê erebî, min lêkolînên xwe di kovar û malperên kurdî de weşandin. Pêşî min bi zimanê erebî lêkolînek, Men û Zîna E. Xanî mijara wê bû çap kir, û pey wê min yekeke din, mijara wê F. Teyran bû, dîsan bi zimanê erebî çap kir, mebesta min ew bû, ku ez wêjeya me bi cîranên me Ereb bidim naskirin, paşê min lêkolînên xwe bi zimanê kurdî nivisandin. Û wek min berê jî got, ku min pirtûkek (Vedenga hestan, hunera helbestê) xwerî rexneya têorî ye, sala 2014ê çap kir. Mijara berhemên min bi tevayû lêkolînên wêjeyî û rexneyî ne. Lê di van çend salên şerê Sûriyê de ez pê hay bûm, ku civakên Sûriyeyê, yên curbecur, û rewşenbîrên wan jî, gelê Kurd baş nas nekirine. Vê lomê min du pirtûkên din bizimanê erebî çap kirin; yek bi sernavê (Lêkolîna wêjeya folkilora kurdî), ku sala 2018, li Istanbulê, û sala 2022ê li Qahîreyê dubare çap kir. Ya din bi sernavê (Çanda kurdî û çandên cîranan) 2022 dîsan li Qahîreya Misirê çap kir. Çima Qahîreyê? Bi baweriya min Misir; nemaze Qahîre, navenda rewşebîriya erebî ye, vê lomê min ji her pirtûkekê tenê 50 – 100 lib hanîn, û yên din, tevî ku min lêçûna (mesref) çapkirinê dabû jî, min ji weşanxwaneyê re hêştin da li Misirê û welatên Ereban belav bike.
Lokman Polat – Pirs 8 – Dibêjin ne hemû bin jî piraniya nivîskarên kurd pirtûkên hev naxwînin, tu pirtûkên nivîskarên kurd dixwînî?
Heyder Omer: Ev boçûna te ta radeyê rast e. Tu jî dizanî pirtûkxaneyên kurdî yên ku pirtûkan difiroşin tu dikarî bêjî hema hema tunene, pirtûka kurdî bi vê boneyê kêm belav dibe. Vê carê çavên nivîsevanê kurd her tim li înternêtê ne. Tevê vê yekê jî pirê caran ji gera nav înternêtê destvala derdikeve, û bi ser jî nivîsevanên kurd pirtûkên êliktironî bo hev naşînin. Nimûne, beriya demekê min rûpela hevpîşyekî ya facebookê nerî min dît nivisandiye, “Kî vê pirtûka min bixwaze, ezê PDF a wê jêre bişînim”. Min nivisand (tikaye bo min bişîn) û min Emaila xwe bo wî şand, lê mixabin pirtûk nehat. Lê bi baweriya min pirtûka kixazê ji ya êliktironî hem baştir e, û hem jî tenduristî ye, ji ber ku xwendina ya êliktironî ji komputerê bo çavan ziyandar e. Xwendina ji komputerê bandoreke neyênî mezim li çavên min kirî.
Lokman Polat – Pirs 9 – Rexnegiriya helbestan ji ya romanê û çîrokê cuda ye. Rexnegir carna maneyên ku helbestvan qest nekiriye didine helbestê. Di eniya Wêjeya Kurdî de helbestvan gelek in lê rexnegirên helbestan kêm in. Tu li ser vê mijarê çi difikirî?
Heyder Omer: Ne tenê rexneya helbesta û ya romanê û çîrokê ji hev cudan e, belê bi ser de jî rêbazên rexneyê jî gelek in, û h´ji hev cudan in. Bi baweriya min eger tevgereke rexneyî bi hêz û çalak hebe, dê gelek berhemên ku bi helbestê hatine navkirin, bavêje dervayî qada helbestî.
Rexneya çîrok û romanê jî ewqas ne çalak e. Rexne bi xwendina berhemên wêjeyî pêş nakeve, divê rexnevan rêbazên felsefî û rexneyî bixwîne, sermiyanekî rexneyî bi ser dest xwe xîne. Ji bo vê yekê wergerandin wan rêbazan bo zimanê kurdî pêdivî ye.
Lokman Polat – Pirs 11 – Berpirsiyariya nivîskar û rexnegir li pêşberî hev çine? Helwesta wan a li hemberê hev divê çi be, çawa be?
Heyder Omer: Civaka me delameta rexneyê nasnekirî, rexne bi wateya erzankirinê sixêfan û gotinê erzan hatiye fehmkirin. Nivîsevanê me berhema vê civakê ye, vê lomê rexnekirina berhemên xwe napejirînin, pê re jî rexneya kurdî bû ye pesinandin, an jî erzankirina berhemê. Ev rewş heyameke sar dixe navbera aferîner û rexngir, û ziyana giran dikşîne ser têkiliya navbera wan, û ser tevgera wêjeyî kurdî jî. Tê bîra min rexnegirekî ereb ê sûrî paybilid digot “rexnekariyê dost bi min nehêştine”. Ya rast ew e, ku rexnegir rê nede têkiliya kesayetî navbera xwe û nivîsevan da bandorê li lêkolîna wî bike, û li gor pêdiviyên rêbazên rexneyê berheman vekole, û dive helwesta nivîsevan jî wusa be, û ji bîra neke, ku eger rexne tunebe tevgera wêjeyî bi gelemperî, û xebata wî ya wêjeyî bi taybetî ber bi pêş de naçe. Bi saya rexneyê wêje pêş de diçe.
Lokman Polat – Pirs 11 – Çêbûna atmosfera rexneyê bi çi ve girêdayî ye? Çima rexne nayê pêşwazîkirin?
Heyder Omer: Rexne bi gelemperî li gel têgihîştina wê girêdayî ye, li gel asta hişyariya civakê girêdayî ye. Yanê divê civak, û qe ne be jî entilcênsiya ya civakê, nivîsevan jî di nav de, delamdta rexneyê nas bike ew çî ye?. Eger rewş ne wusa be, wek min berê jî got, rexne dikare têkiliya civakî navbera nivîsevan û rexnegir hilweşîne û berê wan ji hev biguherîne. Ev yeka dikare bandora xwe ya neyînî bikşîne ser tevgera wêjeyî û wê lawaz bike. Divê em tev, civak, nivîsevan û rexnegir, têbigihînin, ku rexne avakar e, ne wêranker e.
Lokman Polat – Pirs 12 – Çawa ku di berhemên edebîyata cîhanê de erotîzm, pevşabûnên pornoyî hene, pir tebiiye, normale ku di berhemên kurdî de jî hebin û ji xwe di hinekan de hene. Kurd neteweyek in û ji blî dewleta wan tişteke wan kêmê neteweyên din nîn e. Dive erotîzm û pornoya wan jî hebe.
Lê hinek nivîskar şerm dikin û erotîzmê û pornoyê li cihek bêhil, qet hevûdu ramîsanê, hev maçî kirin jî di berhemên wan de tunin. Tu di vê mijarê de çi difikirî?
Heyder Omer: Êrotîzm bi zimanê îngilîzî wateya “kîşwariya seksî” dide. Bi gelemperî di wêjeyên cîhanê de ne nû ye, belê gelekî kevn e, beşekî çanda cîhanê ya kevn e, efsaneyên Girîkan, û ya Gilgamêş bi wêneyên êrotîkî mişt in.
Êrotîzm li ba Someriyan nerêtiyek ayînî û civakî bû, li gel pêdiviya pesendan, bepît (riştîn) û geşekirinê girêdayî bû. Her weha wêjeya hemû miletan ne bê êrotizm e, ji ya Girîkan de bigirî heya ya Hindistanê, ya Çînê, ya Japonê, ya Ewropayê re derbas bî, ta digihînî ya Ereban wek helbestên Entere, û yên Umru-i Elqeys û helbestvanên serdema Umewiyan û hinên din. Her weha di Încîlê û Qur-anê de jî êrotîzm heye. Umru-i Elqeys di helbestek xwe li gel yara xwe dipeyive, dibêje:
“Ez çûm cem ên wek te ducanî û şîredar / min ew ji şîrmij emijûl kir.
Gava şîrmij girî li pey wê / Nîvê wê çû ba wî, û nîvek bin min de ma”.
Her weha di çîrokên “Hezar şev û şevekê” de gelek wêneyên pornografî hene. Ne tenê wusa, belê hinek danerên ereban hene pirtûkine xwe êrotîzmî lêkirine, wek dadgerê dadgerên Iskenderiyê Ettîfaşî (1184 – 1254) û Jelaldîn Esseyotî (1445 – 1505).
Eger em wêjeya folkilora kurdî, kulam û e binerin, emê bibînin ku ew ji êrotîzm ne bê par in. Nimûne destana Dewrîşê Evdî û kulama Lawkê Metînî , û wêjeya kurdî kilasîk jî wusa ye, wek nimûne Mem û Zîn a E. Xanî wêneyên pornografî dihewîne, eger em bêşê, ku E. Xanî tê de ser derbasbûna Tacdîn ba Sitiyê binerin, emê bibînin çawa hevdu radimûsin, ta lêvên wan sor dibin, di ser hevdu re diqulipin, herdu gewdeyên wan dibin yek, û kevan şûna xwe distîne. (Biner: Ehmedê Xanî: Mem û Zîn. Şirovekirin û lêkolîn: Mihemmde Emîn Osman, çapa yekem, çapxana El-Cahêz, Bexda 1990, rû 174-180). Her weha di helbestên Cegerxwîn de jî gelek wêneyên êrotîzmê hene.
Ne ji bo ku êrotîzm di wêjeya cîhanê heye, divê di ya kurdî jî hebe, na ne xêr, hebûna êrotîzmê di wêje ya kurdî tiştekî xweriskî (zikmakî) ye, ji ber ku li gel pêwîstiya (pêdivî) mirovî peywendîdar e. Eger wusa ye,
Çima nivîsevanê me wê di bin siya şermê de kêmasiyekê di berhemên xwe de bihêl? Dibêjim tunebûna êrotîzmê di berhemên kurdan de kêmasî ye, ji ber ku wek min got, êrotîzm pêdiviyeke mirovane ye.
Lokman Polat – Pirs 13. Di hinek romanên min de û di hinek romanên Mehmed Uzun, Firat Cewerî, Bavê Nazê, Mîr Qasimlo, Helîm Yûsiv, Mihemed Şarman, Siud Kîkî, Devliken Kelogirî, Sevda Kaplan, Yildiz Çakar, Gabbar Çiyan, Nîhad Ekîncî, Cîhanroj û hwd, de sahneyên erotîk hene. Cenabê te romanên van nivîskarên ku min bi nav kir û yên din ku di wan de pevşabûn û şadimaniyên seksê hene xwendiye yan na? Heger te xwendiye tu wan berheman çawa dinirxînî?
Heyder Omer. Min berê jî got ku gera pirtûka kurdî lawaz e, ji ber ku me pirtûkxaneyên pirtûka difroşin, nîn in, an jî hindik in, di van çend salên dawî de carcaran pêşengehên pirtûkan li Istenbulê û Bakur û başûrê Kurdistanê çêdibin, lê ne her xwedevanek, lêkolînerek û rexngirek dikar biçe wan pêşnegehan, û pirtûkan bi destxîne. Vê lomê min pirên romanên romannivisên cenabe te bi navkirine, min nexwedine, belê min hinek Helîm Yûsif û Jan Dost xwendine, ew ji êrotîzmê ne bê par in.
Lokman Polat – Pirs 14 – Di berhemên edebî yên kurdî de bandora kîjan ekola cîhanê a navnetewî heye?
Heyder Omer: Wêje awêneya jiyanê ye, eger em vê boçûnê bawer bikin, û li gor vê baweriyê jiyana civaka kurdî, gelê kurd binerin, û zor û zehmetiya, ku giraniya xwe dide ser gelê me jibîra nekin, emê bibînin pirên nivîsevan û helbestvanên me ev yek jibîra nekirine, û berhemên xwe bi hulmeke realîzmî nivisîne.
Ne tenê ji bo vê rewşa gelê me rêbaza realîzmê di wêjeya me de serdar û li pêş e, belê ev yeka li gel asta hişyariya civakê jî berstandî ye, civaka me bi gelemperî hey nak a baş di wan rêbazan negihîştî, ew rêbazine ramanî felsefî ne, têgihêştina wan li ba civaka me hinekê lawaz e, nivîsevanên me ev rewş naskirine, vê lomê piraniya berhemê wan realîzmî ne.
Lê ev yeka rê li ber rêbazên din, ku cenabê te bi nav kirine, nagire, ango wêjeya me, nemaze helbesta nû ji wan rêbazan ne bê par e.
Lokman Polat –pirs 15 – Nivîskar afirîner e. Afirînerî beriya hertiştî bi xeyalê pêk tê. Ji bo afirîneriyê xeyal, hest û eqil pêwîst e. Li gor min di edebîyata kurdî de xeyal kêm e, realîzm zêde ye. Li gor te di roman û çîroka Kurdî a nûjen-modern de xeyal çiqas heye?
Heyder Omer: Wek min berê jî got, piraniya berhemên nivîsevanên kurd realîzmî ne, hişyariya civakî ya civaka me ev yeka sepandî. Wêjeya realîzmî giraniyê dide naverokê, mebesta wê ew e, ku wateyên wê sayî û rava bin, hemî çînên civakê tê bigihînin. Vê lomê şêweyê derbirîn û avakirina berhema wêje li ba pirên nivîsevanên kurd yekser e. Çima ? Pirên nivîsevanên me bi vê yekê bawer dikin, ku wêje alava hişyariya netewî û civakî ye, û divê wêje ji asta hişyariya gel ve nêzîk be, pê re jî fantazî tê qels û lawaz e, çimkê ji bo
têgihîştina fantaziyê asta hişyarina hunerî bilind divê û pêwîst e.
Lokman Polat – pirs 16 – Afirînerên edebiyatê avahîsazên cîhaneke wêjeyî ne û cîhana wêjeyî wê bibe çîrok, roman, avahî û naveroka wê çîrokê, romanê dê hebe. Ji bo wê jî mijar hewce dike. Mijar, bi xeyal, hest û mêjî ve di hundirê şiyana afirîneriyê de ye. Li gor min piraniya mijarên berhemên gelek nivîskarên kurd biyokrafîk in, hinek jê jî otobiyokrafîk in. Li gor te mijara berhemên kurdî ên nûjen li ser çine? Û herweha mijara berhemên te çîne? Û Tu bi gelemperî ji bo mijara berhemên edebî çi difikirî?
Heyder Omer: Bersiva pirsa jorîn de min got, ku rêbaza realîzmê di berhemên nivîsevanên kurd de serdest e, û şiyakirina civakî û netewî mebesta wan e, ev yeka jî bervê nivîsevanên kurd ber bi mijarên civakî û netewî de dikşîne. Bi nerîna min wêje bê armanc nîn e, û divê rewşa civakê xem û qisawetên wê be.
Berhemên min, bi gelemperî lêkolînên wêjeyî û rexneyî ne, û di van çend salên dawî de, nemaze di vê dema kirîza Sûryeyê de, ez pê hay bûm, ku cîranên me ereb milet û civaka kurd baş nasnekirine, loma jî min bi zimanê erebî çend berhem çap kirin, mijara wan ramanî, wêjeyî û çandî ne.
Lokman Polat – Pirs 17 – Çima hinek kurdên ji rojavayê Kurdistanê ewqas pir pesnê Selîm Berekatê ku tenê bi arebî dinivîse didin, lê pesnê nivîskarên ku bi dehan pirtûkên kurdî nivîsîne nadin? Tu di vê mijarê de çi difikirî?
Heyder Omer: Ez bawer im, ku pirên nivîsevanên kurd ên Rojava berhemên Selîm Berekan nexwendine, û li gor ku dibhîsin, nerîna xwe diyar dikin. Ji hêla din de, pesna wî didin ji ber ku ew bi şêweyê nivîsna xwe nivîsevanên ereb ên mezin derbas kirî, û bi pêş wan ketî.
Lê çima pesna nivîsevanên kurd nadin? Bi baweriya min ev yeka ji ber nexwendina wan pêk tê, bi ser de jî divê ji bîra nebe, ku pir kesên kurd nizanin kurdî bixwînin.
Lokman Polat – Pirs 18 – Tu kîjan nivîskarên kurd nêzikê xwe dibînî û ji berhemên kîjan nivîskarên kurd hez dikî?
Heyder Omer: Bi gelemperî ez her berhemeke bi dest min dikeve dixwînin, û li gor hezkirinê li berheman nanirim, belê li gor mijarê berhem bala min dikşîne.
Lokman Polat – Pirs 19 – Te qet pirtûkên min xwendiye?
Heyder Omer: Min beriya çend salan romana te ”Filosof” xwend.
Lokman Polat – Pirs 20 – Niha li ser çi dixebitî? Di nêz de berhemeke nû heye an na? Di pêşerojêde dê kîjan berhema te bê weşandin?
Heyder Omer: Naka min du piroje hene. Wek tu jî dizanî ku herêma “Çiyayê Kurmênc/Efrîn” şeş sal in bin dagîkeriya Tirkiyê û çeteyên wê îslamî radîkal de ye, û pêrgî guhertina demografîk bû ye, daristanên wê dişewitînin, darên zeytûn dibirrin û wek êzing bi kar tînin û difroşin, destan didin ser mala û milkên xelkê herêmê, û gelek destdirêjiyên din jî. Herêma ”Çiyayê Kurmênc/Efrîn” ji warê îthnî de paqijtirîn devera Kurdistanê ye, rêjeya Kurdan derdora %95 bû,, lê naka kêmtirî %30 ye. Ne tenê hewl didin, rêjeya kurdan li herêmê kêm bikin, belê bi ser de hewl didin surûşta herêmê jî biguhêrin.
Pirojeya yekem ew e, ku ”Atles”ekê bo herêma ”Çiyayê Kurmênc/Efrîn” amade dikin. Vê lomê min gropek ji 4 nivîsevanan, bi min ve dibin 5, peyda kir, da vê Atlesê amade bikin, ku rewşa herêmê berî dagîrkirinê bidin xuyan, û di vî warî de bibe belgename. Meraq heye, ku wê ev “Atles” bi sê zimanên kurdî, erebî û almanî bê çap kirin.
Pirojeya din ew e, hemî pirtûkên, ku efrîniyan li ser herêmê nivisandine, careke din bin senavê (Ansîklopiya Çiyayê Kurmên” an jî (Efrîn bi pêsên efrîniyan) çap bikin. Naka pirtûka yekem (Dîroka Efrînê) bi zimanê erebî li çapxanê ye, wê nêzîk bikeve ber destan.
Piştî ev Atles di dawî bibe, ezê vegerin karê ku tê de dixebitîn, ew jî bi zimanê erebî, li ser guhertina demografîk li Kurdistanê ji talanên (fitûhat) îslamê de heya naka ye. Min dest bi vê xebatê kiribû, lê Atlesa herêmê xwe da pêş.
Lokman Polat – Pirs 21 – Gotina te ya dawî.
Heyder Omer: Bi rastî pirsên te gelek xem û qisawetên rewşa wêjeya kurdî livandin, divê ev qisawetan balên nivîsevanên kurd bikşînin, û xwe pê mijûl bikin. Loma jî te spas dikim.
Lê berî tu yan jî nivîsevan û xwendevan bipirsin, gelo min dest ji nivîsîna bi zimanê kurdî kişandî? dibêjim rewşa Kurdan û têkiliya wan û cîranan, ereb, tirk û faris, bû ye sedem, ku hin berheman bi zimanê erebî lêkim. Loma jî min 3 berhem bi zimanê erebî çap kirin ; yek wergera ji zimanê erebî ye”Kurdistan berî her tiştî” 2015, û dudu jî danerî ne (Lêkolîna wêjeya folklora kurdî) 2018, û (Çanda kurdî û çandên cîranan) 2022.
Lokman Polat – Spas ji bo bersîvên te