Danasîn

Melayê Bateyî Nasbikin!

Melayê Batê yan jî Mela Hesenê Bateyî helbestvan, wêjevan û nivîskarekî klasîkê kurd e. Navê Melayê Bateyî yê rastîn Hesen e.Melayê Batê, sala 1417an li gundê Batê ya ser bi Colemêrgê ji dayîk bûye . Navê bavê wî Mistefa ye û ji malbatên koçer in. Di sala 1491an de jî koça dawî kiriye.(rehma xwedê li wî be) Mela Bateyî her …

Bêhtir »

JI EHMEDÊ SEDEF DU ROMANÊN JÎRÎ ÇÊKIRÎ

Ev roman, berî ku jîrên çêkiri bi her ewayî bikeve nav jiyana me di sala 2021an hatiye nivisandin. Nivîskar weka ku roja îro dîbe, bi vê têbiniyê me hişyar kiribu: “Hej ku jîrî çêkirî an ji Nûjîr romana mirovan nenivîsîne, min hewl da ku ez romana wan binivîsîm. Hevî dikim ku ev hewldan ji bo civakê bibe jêrenoteke biçûk!..   Lehengên romanên …

Bêhtir »

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî gundî ji dayîk bûye. Taleswar goristana gund e, pênc birayên wê yên şehîd ketine û dê û bavê Melekeyl lê hatine veşartin. Ew di sala 1958an de li Elmaneyê ji dayik bûye, bi dîroka malbata xwe dest bi pirtûkê dike. Fereculla Xan bapîrê wî xwediyê …

Bêhtir »

Pirtûkeke Nû Ya PDFyî; Antropolojîya Kurd, Kurdî û Kurdistanê

Derheqê pirtûkê de; Ev berhem encama deh salên xwendin û lêkolînan e ku me di qalibê mirovnasiyê (antropoljiyê) de ro kiriye; bêguman berî me jî hinek hewldanên antropolojiyê yên destpêkî hatine amadekirin. Hêjayî diyarkirinê ye ku “Adat û Rusûmatnameyê Tewayifê Ekradiye” (Mela Mehmûdê Bazîdî, 1859) ji bo mirovnasiya kurdî çavkaniyeke girîng e; lê dîroka nivîsandina wê vedigere berî 150 salî …

Bêhtir »

Pirtûka Doktor Jîjo-2 Derket

Çûndina doktor hem ji bo zarokan hem jî ji bo malbatên wan meseleyeke dijwar e. Çimkî çûyîna doktor ji bo zarokan wekî travmayekê ye. Doktor Jîjo dixwaze vê travmayê mînîmalîze bike û di binhişê zarokê da çûyîna ser doktor normalîze bike. Zarokê ji fikra “kesê ku mirov dêşîne” dûr bixe û fikra “kesê ku mirov ji êşê xelas dike” pê …

Bêhtir »

Ferhenga Têgehên Bedenê

JI WEŞANXANEYA SÎTAVÊ BERHEMEKE NÛ! Van salên dawî gelek xebatên girîng têne kirin li ser ferhenga kurdî. Her ku ew xebat têne kirin, dewlemendîya zimanê kurdî derdikeve pêş. Ev xebata li ber destê we jî yek ji wan xebatên girîng e ku li ser ferhenga kurdî hatîye kirin. Heta niha di kurdî de ferhengeke xweser li ser peyvên ku ji …

Bêhtir »

Ji Nûbiharê Du Pirtûk!

Ji Sefera Şi’rekê Têm Niha Qedrî Sipranî çûkeke çiyayî me ez min ba diye baran diye berf û bapûk û tofan diye li deşt û naverastan nihêriye rojê pênc caran bangî xwedê hezar û pênc caran bangî dinê kiriye dinê xwe kerr û ker kiriye xwedê tenê xwedê zane ku çi kiriye! ISBN: 978-625-6605-03-9 Ebat: 13.50*21.00 cm Rûpel: 104 Kapak: Karton Kapak Kategorî: …

Bêhtir »

Ji Nûbiharê Du Pirtûkên Nû!

SÎSÊ Mîroyê Esed Amadekar: Mustafa Kılıçaslan & Mehmet Yıldırımçakar Ev novela Mîroyê Esed a bi navê Sîsê, yek ji nimûneyên romanên Kurdî yên dewra Soviyêtê ye ku tema û şêwaza wê piranî li ser realîzmeke civakî ye. Her wisa veguherîn û rabûna cima‘etekî ‘elam dike, ku tevî azadbûna ji rêwresmên berê ew fikra realîzma sosyalîzmê jî dihewîne. Dîsa jî di …

Bêhtir »

Ji bo zarokan kitêbên Nû

DU ÇÎROK Û NAMEYEK Çetoyê Zêdo Gerok û Gezok du mişkên destbirakên hev in. Di rojbûna Gezok de Gerok tê bajêr û dibe mêvanê wî… Di Çîroka duyem de Qero û Qoqo hene. Ew gerok in û dixwazin hemû dinyayê bibînin… Di beşa sêyem de nameya Deveyê Bedew heye: “…Em hemû zîndîwer tenê dişibin xwe. Her kes di çav xwe …

Bêhtir »