NIRXANDINEKLI SER PIRTÛKA ”DÎROKA ROJNAMEGERIYA KURDÎ / 1 ” Beş – 2

Min di beşa yekem a nivîsa xwe de gotibû; ”Beşa pêncemîn a pirtûka Mîrhem Yigît li ser rojnamegeriya bakurê Kurdistanê ye. Beşa herî dirêj a pirtûkê ev beş e. Ji rûpel 179 heta rûpel 330 tam 151 rûpel in. Ji bo ku nivîsa min dirêj bû, derbarê vê beşê de, ez ê wek berdewama vê nivîsa xwe gotarek din binivîsim.”  Min berdewama wê nivîsê nivîsî û ez wê pêşkêşê xwendevanên kurd dikim.

Beşa ku min li jor bahs kir, bi danasîn û nirxandina rojnameya ”Şark Mecmuasî” dest pê dike. Ev rojname di sala 1950yî de ji alî Musa Anter ve hatiye weşandin. Ew di weşana rojnameyê de, di nirxandin û şîroveyên nivîsiye de zimanê ezopî bi kar tîne. Di pirtûka Mîrhem Yîgît de derbarê kar û xebata rojnamegeriya Musa Anter de nirxandin û şîroveyeke dirêj heye.

Di kar û xebatên rojnamegerî û weşangeriya kurdî de nivîskar û rewşenbîrê  Şehîd Musa Anter gelek aktîf e. Bi pêşengî, rêberî û hewldanên wî kovar û rojnameyên bi navê ”Şark Mecmuasî” , ”Îlerî Yurt” , ”Dogu / Rojhilat” û hwd, têne weşandinê. Digel van weşanan nivîsên wî, gotar/meqale bi nasnavên cuda di kovar û rojnameyên wan deman de, herweke; ”Bariş Dunyasî” , ”Dîjle/Firat” , kovara ”Deng” û hwd, de têne weşandin, derdikevin, dikevin destê xwendevanan/xwîneran.

  1. Yîgît, piştî qalkirina weşanên salên navbera 1950 û 1970yî, vêca qala weşanên piştî salên 1970 dike. Ew di qalkirina weşanên kurdî de bêalî û objektîf e. Di behsa weşana bultena DDKOyê de, di qalkirina kovara ”Ozgurluk Yolu / Riya Azadî” de û herweha di şîroveya kovara ”Medya Guneşî / Roja Medya” de helwesteke subjektîf û rexnegirî na, bi helwesteke realîst, objektîf, rastî çiye li gor wê rastiyê wan kovaran dinirxîne, şîrove dike, pesnê wan dide. Ew ji bo DDKO û bultena DDKOyê weha dibêje : ”DDKO di nav demeke li dora sal, sal û nîvekê de ewil li metropolên Enqera, Stenbol, Îzmîr û piştre jî li Amed, Ferqîn, Batman û hîn bajarokên din yên Kurdistanê li pey hev ketin jiyana siyasî civakî û kulturî ya kurdan…Di nav kurdan de û nemaze di nav endam û hevalbendên DDKO de sosyalîzm û netewiyet bi hev re û di nav hev de bûn. Mirov karê bêje ku DDKO li Kurdistana Bakur komela ewil e ku bi hedefên neteweyî, demokratîk û xwebirêxistinkirineke cihê ava dike…Di nav DDKO de nemaze di nav şaxên Stenbol û Enqere de dîtinên Partiya Demokrata Kurdistan serdest û xurt bûn, ev meyil bihêz bû…” Rûpel / 208 / 209.

Mîrhem Yîgît di nirxandin û şîroveya kovara ”Ozgurluk Yolu / Riya Azadî ” de jî objektîfe, rastiyê tîne zimên. Ew dibêje : ”Heta sala derketina Ozgurluk Yolu ku di dîroka weşangeriya kurd de weşaneke 8 hejmar derketibin tune bû, Ozgurluk Yolu ev hejmar çend caran derbas kir. Kovara ”Ozgurluk Yolu” di Hezîrana 1975an de kete jiyanê û heta bi çileya 1979an nesekinî. Rûpelên kovarê 96 bûn û ji hejmara 7an pêde cîh da nivîsên bi kurdî jî….Ozgurluk Yolu organê partiya PSKê ye ku di dawiya sala 1974an de hatiye damezrandin…Ferqa Ozgurluk Yolu ji weşan û çapemeniya qonaxên berêtir ango qonaxên berî 70î, di çend tiştan de ye. Weşan û kovarên berê temenkurt bûn, ji aliyê kesan, çend kesan, xwendevanên zanîngehan û bi giranî jî bi navên bajar û komelan derdiketin, katî bûn, gelekî dûr bûn ji pîvan û xisletên weşan û çapemeniyên serdem û hevtayên xwe. Ji awira form û teşe jî ne bi serûseket û ne ber bi hev bûn.” Rûpel / 228 / 229.

Niha ez (wek Lokman Polatê îroyîn) li salên 1970 ta 1980 dinêrim kovara Ozgurluk Yolu / Riya Azadî rast e weha bû ango wek ku M. Yîgît dibêje ye. Di hêla weşaniyê de,  di hêla analîzên teorîk de, gotarên siyasî de kovareke serketî bû. Lêbelê pir êrişkar bû, polemîkî bû, rexnegir û rexnekuj bû. Polemîk û rexneyên tuj li siyasetên din dihatin kirin. Ji derê xwe kesek rast nedidît, ji hinekan re goşîst, hinekan re miliyetçî, hinekên din feodal, burjuvayên bişûk, newelatparêz, dij şoreşger û hwd, wan sucdar dikir. Ev helwesta grubiya teng wan ji partî û rêxistinan kurdan ên din dûr dixist. Û ev sucdarî/tawanbarî ji bo yekîtiya kurdan, ji bo hevkarî û damezrandina eniya netewa kurd dibû asteng. Lewre jî ta niha eniyeke netewî û demokratîk di nav partî û rêxistinên kurdan de pêk nehatiye. Helbet di vir de netenê şaşiya Ozgurluk Yoluyê hebû, şaşiya yên din jî hebû. Ev helwestên êrişkarî, hevûdu reşkirin, bêtoleransî û xerabker zirarê dida doza kurd û Kurdistanê. Polemîk û rexneyên tûj ên êrişkar ku li siyasetên din dihatin kirin ji alî K. Burkay ve dihatin nivîsîn. Zimanê wî tûj bû, êrişkar bû, rexnekûj bû. Ew bitolerans û çêker nebû, xerabker bû. Helwesta wî ya nebaş partî û rêxistinên kurdan ji hev dûr dixist. Ji xwe paşê bîranînên xwe nivîsî û êrişê herkesê kir, hemû hevalên xwe xirab da nîşandan, wan reş kir.

Mîrhem Yîgît bi helwesteke baş û qenc, bi hizrên objektîf û ramanên realîst behsa kovarên kurdî dike. Ew ji bilî Kovara Ozgurluk Yolu behsa kovarên din yên îdeolojîk û siyasî ên kurdan dike û rastiya wan çiye, wê tîne zimên. Ew rexnekujî nake, wan tawanbar nake, çamor navêje wan, çibûne wê dibêje. Nirxandin û şîroveyên wî yên derbarê kovara Medya Guneşî, Rizgarî, Ala Rizgarî, Kawa, Dengê Kawa û hwd, bi tevahî weha ye, objektîf e.

MîrhemYîgît ji bo kovara Rizgarî û weşanên Komalê dibêje : ”Komal-Rizgarî û kesên li dora wê hatibûn ba hev gelek kitêbên li ser dîrok û rewşa kurdan çap kirin. Heta sala 1978an wek tevgereke xwediyê kadroyên bihêz, xebatên xwe domandin. Di vê salê de di nav gurub de nakokî û dijayetî derketin. Di encama van lihevnekirinan de baskek bi navê Ala Rizgarî veqetiya.” Rûpel / 231

Bi rastî jî weşanên komalê gelek pirtûkên hêja weşandin. Dema pirtûka Xalfîn ya bi navê ”Têkoşîna li ser Kurdistanê” derket, min ew kirî û xwend, pirtûkek gelek baş bû, hêjayê xwendinê bû, digel ku ez ne Rizgarîcî bum jî, min ji wê pirtûkê 10 lib kirî û wek diyarî da hevalên xwe ku ew jî bixwînin. Weşanên Komalê pirtûka Doktor Şivan/ Saît Kirmizîtoprak jî weşand ku tê de, derbarê başurê Kurdistanê de gelek agahdarî û mijarên girîng hebû. Pirtûkek bi navê ”Bilîm Yontemî” û yek jî bi navê ”Felsefe Încelemelerî” jî du pirtûkên gelek baş bun. Wê demê pirtûkên Îsmaîl Beşîkçî jî di nav weşanên Komalê de derdiket.

Mîrhem Yigît çîroka weşandina kovara ”Devrîmcî Demokrat Gençlîk / Ciwanên Şoreşger û Demokrat” dûr û dirêj di 7 rûpelan de qal dike. Ji zahmetiya derxistina wê heta naverok û weşana kîjan rêxistinê ye, nivîskarên wê kî bûne yeko yek rave dike û çend hevoka ji nivîsa xwediyê kovarê Medenî Marsil digre. Dure behsa Tîrêj kovara xwerû bi kurdî dike. Ji bo nasnameya kovarê bingeh ziman e. M. Yîgît dibêje : ”Dîroka nivîsandina bi kurdî, perwerde û rojnamegeriya bi kurdî bi serê xwe babetê lêkolînekêye ku wext, enerjî û sebrê dixwaze. Rojnamegeriyek bi zimanê xwe dibe xwedî nasname, zanav û kesayetî. Çawa ziman e yê ku wêjeyekê ji yekê din cihê dike.” Rûpel / 245/246.

Di beşa heştemîn a pirtûkê de bi sernavê ”Rojnamegeriya Apê Musa” rojnamegeriya Musa Anter tê qal kirin. M. Anter di hêla weşangeriya kurdî de kar û xebatên hêja kiriye. Wî çend kovar û rojname weşandiye. Di gelek kovar û rojnameyan de bi kurdî û tirkî nivîsiye, pirtûkên kurdî nivîsiye û weşandiye. Mîrhem Yîgît dibêje : ”Dema mirov li nivîsarên wî yên ku di rojname û kovarên wekî Dicle Kaynagî, Şark Postasî, Îlerî Yurt, Deng, Bariş Dunyasî û di van salên dawî de jî li yên Yenî Ulke, Welat, hwd, derketine dinêre, dibe heyranê hunermendiya wî ya polemîk û mizahiyên wî yên siyasî. Rûpel – 266.

Di pirtûka Mîrhem Yîgît de rewşa weşangeriya kurdî ya salên 1980yî jî tê nirxandin. Di vê beşê de rexneyeke baş û rast li Mistefa Kemal û Kemalîzmê tê girtin. Bingeha hemû xirabiyan û darbeyên leşkerî û faşîst bi kemalîzmê  re tê girêdan. Mîrhem Yîgît derbarê kemalîzmê de ne weke Lenîn û Stalîn, lêbelê wekî Troçkî dîtinên rast pêşkêş dike. Dîtinên Lenîn û Stalîn yên derbarê kemalîzmê de bi tevahî şaş in, Niha ez ê bi tevahî çend gotinên Mîrhem Yîgît yên derbarê M. Kemal û Kemalîzmê de bigrim vir.

”Turkiye welatê darbeyan e, ji darbeyan xalî nabe. Mebest li vir ne bi tenê hersê darbeyên salên ji sala 1960 î û pêde, belê giş salên ji 1920an û vir de ne. Tu li esil û esasê wê binêrî Komara Tirk bi salên berê û piştî 1960î komareke milîtarîst, paşe û generalên darbekar e. pêşengên giş darbeyên Gulana 1960î, Adara 1971ê û Îlona 1980î pişta xwe didin damezrênerên Komara Mustefa Kemal….

Mistafa Kemal ji her darbekarê piştî xwe re bûye çavkaniya îdeolojîk û siyasî, bûye referens û hêza meşrûiyetê. Di nav salan de bûye tabû, ketiye şûna Siltan û Xelîfe, ewçendî ku ji bo parastina wî qanûnên taybet, qanûnên destnedanê, payeya ”nayê rexnekirin” hatine derxistin.

Kemal ji aliyekî bi siyaseta xwe ya têkildarê gelên ne tirk, berdewamkirê xeta Enwer, Talat û Cemal Paşayên wek qatîlên ermenî, suryanî û kurdan ketine dîrokê ye û li aliyê din jî ji nîjadperestên piştî  xwe yên mîna Esad Bozkurt, general Alpdogan, Alpaslan Turkeş, Nîhal Adsiz û Knan Evren re bûye mamoste û navtêder. Bala xwe bidinê ji her kategoriyê kes, bask û aliyên darbekar çep yan jî rast, serketî yan binketî, ji generalên mîna Cemal Madanoglu, Memduh Tagmaç û heta bi Kenan Evren, giş pişta xwe didin Mistefa Kemal….piraniya siyasetmedarên tirk heta îro jî ji nav artêş û millîtarîzmê tên….di demên hilbijartinan de di nav namzetên partiyên dewletê de teqez çend kesên rutbebilind hene ku bi xwe jî dibin lingekî din yên artêşê di nav partiyên siyasî de.” Rûpel / 267 / 268.

Li ser darbeya askerîfaşîst ya 12 Îlonê û encamên siyaseta 12 Îlonê jî nirxandin heye. M. Yîgît ji hêla siyasî ve nirxandin û şîroveyên baş û rast kiriye.  Dîtinên wî yên takekesî û hizrên wî baş in, objektîf  in,  ramanên realîst in. Derbarê kirin û pêkanînên cunta faşîst a leşkerî ku serokê cuntayê Kenan Evrenê faşîst bû, zimanê kurdî bi yasayê faşîst qedexe dikin, ji bo kurdan dibêjin ”Ew tirkên çiyayî” ne û îdeolojî û siyaseta nîjadperest a kemalîst û siyaseta senteza tirk/îslamê diparêzin.

Mîrhem Yîgît dibêje : ”Bi riya kitêbên dersê îdeolojiya nîjadperest ango Senteza tirk/îslamê hate belakirin. Rejimê 12ê Îlonê kemalîzm û olê bi hev re ji her rejîmeke din zêdetir bikaranî. Kemalîzmê jî di destpêkê de hestên olî bikar anîn….” Rûpel 275.

Mîrhem Yîgît berbi dawiya pirtûka xwe de behsa kovara Medya Guneşî / Roja Medya û weşanên din ku ji alî hinek partî û rêxistinên kurdan ve legal li Stenbolê hatin weşandin dike. Wek tê zanîn di wan salan de gelek weşanên kurdan bi kurdî û tirkî hatin weşandinê. M. Yîgît di şîroveya xwe ya li ser weşana Medya Guneşî de gelek gotinên rast û girîng dibêje û girîngiya weşana kovara Medya Guneşî tîne zimên. Mîrhem Yîgît dibêje :

”Di kêliyeke dîrokî de ku hewcedariyek mezin pê heye, dikeve jiyanê, dibe bersîvek…Zû di cîhana xwendevanên kurd de cihê xwe çêdike û hejmara çavên li bendeyî derketina wê meh bi meh li welat û li derveyî welat zêde dibin, ew çendî ku dibe weşaneke neteweyî ku di nav sînorên gurûb, partî û aliyan de hilneye û di dilê her xwendevanî de jî xet û îdeolojê neteweyî û Kurdistanî cîhekî xwe çêbike…

Belê Medy Guneşî di nav hejmarek deng û nav de ku salên 80î li welat, derketine, ji awira pîşeyî, dibe nav û dengiklêkirî, sîstematîk, profesyonel û bi wezin û mêzêna xislet û dirûvên weşanekê dikin weşan de; bi teşe û mîzanpaja xwe, bi kadroyên dikevin bin bar de, ji awira gotar, analîz, hevpeyvîn û şîrovenûçeyên xwe, li pêş e û hê di mehên ewil de hejmar bi hejmar li welat û li derveyî welat dikeve malên sazî, komele û xwendevanên kurd û ji Kurdistanê.”Rûpel / 289/ 290.

Di pirtûka M. Yîgît de di beşa dehemîn de ku ev beşa dawî a pirtûkê cîlda yekem e, behsa rojnamegeriya salên 90î tê kirin. Di vê beşê de hem qala damezrandina partiyên legal ên ku ji alî kurdan ve hatin damezrandin û hem jî behsa weşanên ku di wê demê de ji alî kurdan ve hatin weşandin dike. M. Yîgît dibêje : ”Salên 90î di dîroka gelê kurd de bi giştî û di ya kurdên bakur de bi xweserî û encamên xwe ji deh salên berî û piştî xwe cihê ye…..tabûyên komara kemalîst dihêriv in û qebûla ”realîteya kurd” wek îfadeya qonaxê dikeve dîrokê. Serokwezîr û serfermandarê demê Suleyman Demîrel û Dogan Gureş, bi dû wan de serokkomar Turgut Ozal û serokwezîr Tansu Çîller her yekî û yekê bi reng û gotinên cihê behsa realîteya kurd dikin, ”federasyon jî di nav de her riya çareseriyê gerek ji niqaşê  vekirîbe”dibêjin û behsa modelê Spanyayê dikin.” Rûpel 301/302

Ji bo çapemeniya salên 90î jî M. Yîgît dibêje : ” Salên 90î  li Bakur salên çax û banga rojnamegeriya kurd û kurdî dikeve serad û beridaina xwe. Ulke, Welat, Welatê Me, Gundem, Polîtîka, Azadiya Welat, Azadî, Med Tvê û bi dehan weşanên gurûb, rêxistin, komele û komikan ûhd, ji diya xwe dibin.” Rûpel 311.

Di salên 90î de kovar û rojnameyên ku derketin piraniya wan, navên wan bi tirkî û hinek jî weke weşanên çepên tirkan bû. Hezar şahid lazim bû ku ji bo mirov ji bo wan weşanan bibêje weşanên kurdî yan jî weşanên kurdan. Lêbelê hinek jê hem navên wan bi kurdî û hem gelek nivîsên kurdî di wan de dihatin weşandinê. Helbet çend weşanên ku bi nav û naveroka xwe kurdî bû jî hebûn. Herweke rojnama Welat / Azadiya Welat, kovara Gulîstan û kovara Nûbihar, kovara Rewşen û hwd. Rojnameya Welat, paşî navî bû Welatê Me û dawî bû Azadiya Welat, kovara Rewşen paşê bû Rewşenname, Jiyana Rewşen, xwerû bi kurdî bû. Weşanên tradîsyona Ozgurluk Yolu/Pskê, Azadî, Dengê Azadî, Ronahî, Hêvî, Roja Teze, Dema Nû û herî dawî kovara Deng rêwîtiya xwe ya weşanê domandin û didomînin.

  1. Yîgît wek gotareke dirêj behsa weşanên bi navê ”Halk Gerçegî / Rastiya Gel” dike, lê bi min ev weşaneke neserketî bû. Ji hêla naveroka xwe ve gelek qels bû û herweke weşaneke çepên tirkan bû. Ji xwe zilamê ku ji rojnama Aydinlikê/gruba Dogu Perînçek hatibû û bi mentalîteya çepên tirkan wê diweşand berpirs û birêvebirê wê rojnameyê bû. Di wê demê de ji rojnama Halk Gerçegî baştir û serketîtir rojnameya bi navê ”Yekî Ulke / Welatê Nû” bû/

Di rûpelên herî dawî de jî behsa behsa rojnameyên rojane ya bi tirkî ”Gundem / Rojev” û ya bi kurdî ”Welat” tê kirin û bisernavê ”gotina dawî û kevirê xitme” pirtûka Mîrhem Yîgît ya bi navê ”Dîroka Rojnamegeriya Kurdî” / Cîld / 1” dawîdibe.

Di gotina dawî de Mîrhem Yîgît zahmetiya weşanên kurdî/kurdan, êrişên li hemberê wan, bombekirina avahiyên kovar û rojnameyên kurd qal dike.

Wek gotina dawî ez vê bibêjim; Pirtûka Mîrhem Yîgît pirtûkek akademîk nîn e lê  derbarê weşangerî  û rojnamegeriya kurdî/kurdan de pirtûkek baş a analîz, çavdêrî û  bîranînê ye. Lêkolîneke hêjayê xwendinê ye. Di derbarê medya kurdî/kurdan de agahdariyên berfereh bi rewşa siyasî ya demê ve tê rave kirin. Ji bo tevahiya weşanên ku qala wan dike bi şêweyeke realîst, objektîv tevdigere, dinirxîne, şîrove dike, di behskirina wan de rastî çibûye wê aniye zimên.

Bi hêviya ku ew kar û xebata xwe ya lêkolîneriya weşangerî û rojnamegeriya kurdî/kurdan bidomîne, derbarê weşan, kovar û rojnameyên li Ewropayê bi taybetî yên li Swêdê derketine binivîse, bi cîlda duyem lêkolîna xwe temam bike û pirtûkek hêja a din pêşkêşê xwendevanên/xwînerên kurd û dîroka weşangerî û rojnamegeriya kurdî/kurdan bike.

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply