Seyda Goyan: ‘Bi amatorî min dest bi berhevkirina gencîneya kurd kir’

Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz Seyda Goyan ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn?

Seyda Goyan – 1965an li Navçeya Goyan bajarê  Şirnexê  hatîme dinê. 1990an di Kargeha Elektirîka Tirk de wek karmend min dest bi karê fermî kir. Ji bo azadtir berhevkirin û parastina karê gencîneya kurdî bikim sala 2017an de min xwe ji karê fermî xanenişîn kir.

Di hemî beşên jiyana gelê Kurd de çi heye çawan dijîn qasî bi destê min ve hat, bi vîdeo foto û bi tekst berhemên min hene. Karê vîdeo montaje jî dikim. 2005an ve nûnerê Enstîtûya Kelepûrî  Kurd ya Silêmanîyê me. 5 pirtûkên min ser folklora Kurd çap bûne. Pûşpera 2020an min xaniyê xwe ê li Navçeya Goyan (Uludere) ser bajarê Şirnexê wergerand muzeya etnografî. Li Bakûrê Kurdistanê  yekem muzeya  etnografî ye.

Berhemên min ên hatîne çapkirin:

📌Antolojiya Dengbêjan

📌Destanên Kurdî Ji Devera Goyan (bi devoka Goyiyan )

📌Stranên folklorîk  ên Botan berga 1

📌Stranên folklorîk  ên Botan berga 2

📌Keça Ticar (Çîrok)

Lokman Polat – Pirs : 2 – Te kîngê û çima dest bi nivîsa kurdî kir? Berhema te ye pêşîn kîjan e? Û naveroka wê li ser çiye?

Seyda Goyan – Bi rastî ev pirs cihê daxê ye. Ez wekî kurdek ser axa welatê xwe, tiştekî min ji ti neteweyên dinyayê kêmtir nîn e eger ez bi zimanê xwe nenivîsim kesayet û hebûna min ji bo çî ye?

Ji sala 1993an bi çolkirina gundan bi amatorî min dest bi berhevkirina gencîneya kurd kir.  Stran, destan, gotinên pêşiyan, biwêj, leyistikên zarokan, leyistikên mezinan, xwarinên herêmî jiyana koçerî, kiştûkalî. gelek filmên dokûmenterî  ser jiyana berê min amade kirin. Profesyonel kameraman û fotografer im. Pêşangeha wêneyên min li Silêmaniye Hewlêr Dihok Zaxo Swêd Stokholm Batman, Şirnex û li Geliyê Goyan (Uluder) hatîne nîşandan. Pirtûka min ya Stranên folklorîk ên Botan li weşanxaneya  DO 2007 û Vate 2008an çap bû. 2012an jî li Dihokê pirtûka Antolojiya Dengbejan û Destanên li devera Goyan têne gotin, bi devoka Goyiyan çap bû. Keça Ticar jî 2023yan çap bû.

 

Lokman Polat – Pirs : 3 – Dema min anonsa derketina pirtûka te di facebookê de dît, min pîroz kiribû, weha nivîsîbû : “Pîroz be. Heger te berhemeke edebî a ku bi sahneyên erotîk hatiye xemilandin nivîsîye, nexwe tu jîr û jêhatî yî, mêr û mêrxasî. Gelek nivîskar yan şerm dikin Yan jî ne wêrane di berhemên xwe de cih bidine erotîzmê. Tu her bijî. Silav û rêz.”  Diyare cenabê te jî di berhemên edebî yên bi kurdî de kêmaniya erotîzmê dît û lewre jî vê pirtûka xwe nivîsî. Tu di vê hêlê de çi difikirî?

Di edebiyata kurdî a devkî de erotîzmeke dewlemend heye, lêbelê di edebiyata nivîskî de bi min qelsiyek heye. Ez dixwazim dîtinên te fêr bibim û pêşkêşê xwendevanan/xwîneran bikim.

Seyda Goyan – Çima şerm bikim madem rojane ev sohbet têne rojevê. Di pirtûka min ya stranên folklorîk ên Botanê de hinek stranên erotîk têde heye. Di dawetan de jin û mêr heta salên 1980,1990 jî dema êvarî strana dawî a dawetê jin digotin mêr li wan vedgerandin, bi ken û henek û germahîyeke civakî nayê rawekirin hebû bi hev re distrîn. Hestek xirab di dilê kesî de nediçû. Ev strana li jêr jî min ji devê jinekî wergirtîye

Mînak:

Lo gidyo lo lo gidyo

Lo gidyo pîremêro

Min pîremêr nevêto

Min kalemêr nevêto

Wextê ji mizfgeftê teto

Şeqreqê ji hêlgan têto

Pîremêrê Ripinî

Kalemêrê Ripinî

Kêrya rezan sekinî

Te kîr nukilê hêsin î

Pîremêrê Qulavî

Kalemêrê Qulavî

Te kîr xiyarê tovî

Beyaran neke şûvî

Vêca çi jin çi mêr dema samîmî bin bêne ba hev û sohbet germ bibe teqez mijar diçe ser çîrok û mijarên erotîzmê. Çîrok di civata meran de jin hebe, ne jî di civata jinan de mêr hebe nayê gotin û hêjayî gotinê ye, ev çîrokane parçeyek ji jiyana gel e û rojane têne gotin. Min xwest pêngaveke biçûk bavêjim, çend çîrokên wisa ên erotîk di pirtûka min ya çîrokan de di peşerojê de bête çapkirin wê derkeve.

Lokman Polat – Pirs : 4 – Tu bi nasnavê Seyda Goyan dinivîsî. Seydatî diyare tê zanîn, Goyan jî ez dizanim ku navê eşîreka kurdan e. Derbarê vê eşîrê de tu hinek kurteagahdarî bidî, baş dibe.

Seyda Goyan – Li gundê me kesek bi navê Şêx Ebdullah hebû bavê min navî wî li min kir lê ti caran ne li mal, ne li derve ez bi navê Abdullah nehatim bilêvkirin. Jiber ku ez kurmela bûm ji bavê min re digotin seyda, ez jî wekî kurseyda dihatim gazîkirin heta îro bi navê Seyda têm nasîn piştî min dest bi nivîsîna berhemên folklorîk û ferhengî kir min nav û paşnavê xwe bi fermî bi Seyda Goyan guherand. Goyan hem navê jînge û hem jî navê hoza navçeyê ye. Di mêjûya dûr û nêzîk de ti dewr û zemanan de sîstema axatî li wê navçeyê nebûye. Eşîra goyan ji 37 gundan pêk hatiye. 2 gund jê Keldanî ne niha çol bûye 1980 de ji gundê xwe derketine. Goyî çengek ê Konfederasyona Hacî Beyranê ye. Goyî, Şirnexî û Silopiyan ev hers sê bajar jêre Konfederasyona Hacî Beyran tê gotin. Li Navçeya Goyan gundekî de çend bavik hebin her bavikek rihsipîyê wî heye. Eger doz û dawa, kêşeyek navbera du bavik an jÎ du gından de hebe rihsipîyên wan gundan bi hev re li hev şêwirin biryara xwe dikin yek û ji wan rihsipîyan kî ji hemiyan pîrtir be ew dikin berdevkê xwe û ser navê hoza Goyîyan daxwiyanîya xwe didin.

Lokman Polat – Pirs : 5 Mijarên nivîsên te ên di masmediya kurdî de, di weşanên elektronîk ên înternetê de çibû? Te derbarê çi de dinivîsî? Parvekirinên min ser masmedya ser folklor kelûpelên Kurdî ne. Danasîna wan tiştan dikim, haya nifşên nû ji wan tiştan nîn in.

Lokman Polat – Pirs : 6 – Di Facebookê de astengî derxistin pêşberê te û qedexe danîn ser te. Sedemê xedexebûna facebookê çibû? Te kiribû, çi rexne girtibû?

Seyda Goyan – Bawer bike tu dibêjî qey Facebook ji aliyê dewleta tirkan ve hatiye kirêgirtin. Faşîstek çi gotinen giran û provakasyonî bike tiştek nabe lê dema dema mirov lihemberê wê parvekitrinê şîroveyek tûnd parve kir tu berê xwe didîyê roja paştir şîrove hatiye rakirin û heftiyek deh roj piraniya wan mehekî tên astengkirin. Ez yek ji wan mexdûran im. Navbera 2021û 2023de min 12 meh ceza xwariye.

Lokman Polat – Pirs : 7 – Hêjayiya Înternetê li holê ye, lêbelê hinek kesên xêrnexwaz, dilreş, hesûd û rexnekûj înternetê weke haceteke xirab bi kar tînin. Li ser navê rexneyê heqaret dikin. Tu di vê hêlê de çi difikirî?

Seyda Goyan – Nizanim ev îcazeta îxanet û nîştîmanperwerîyê ji ku derê bi çi şert û merc wergirtine.

Ez jî gelek caran ser facebook’ê rastê wê heqareta min heq nekirî hatîm e. Ew kesên min bi îxanet û nebaşiyê tawanbar dikin tu li facebook’a wan nihêrî yek gotina kurdî di di hesabên wan ên medyaya civakî de nabînî. Ken û girîyê wan bi tirkî ye, xwêdanek ya wan ji bo xizmeta ferhenga kurdî nîn in. Tu dibêjî qey îcazeta reş û sipî di destê wan kesan de ye. Heskî reş heskî sipî. Bi yek sloganî dikin welatparêz bi yek gotinek ne bi dilê wan jî mora îxanetê lê didin.

Lokman Polat – Pirs : 8 –Hizrên te ên kurdayetî diyar e. Bi hest û ruhekî kurd û Kurdistanî xebata derbarê ziman, çand û wêjeya kurdî herdem pêwîst e. Tu xebata di vê hêlê de çawa dibînî? Ji bo pêşketin û dewlemendiya edebiyata kurdî pêwîste divê çi were kirin?

Seyda Goyan – Pirsek pir hesan û pêngavek pir giran e. Mixabin di vê mijarê de gelek reşbîn im. Kurdên Bakûr di sekeratê de ne. Pêngavên sereke ên siyasetmedar û roşinbîrên kurdan de îhmal û xeletî gelek in. Ji berku ew referansa nifşên nû ne. Siyasetmedar, roşinbîr û hunermed çav û guhê nifşên nû ne. Nifşên nû çi dibînin, çi dibhisin çav li wan dikin. Di giyanê siyasetmedar û roşinbîr û komeleyên çandî û hunerî ên kurdan de giyanê netewayetî nabînin ku çav li wan bikin. Her tiştê wan ji ken bigre heta girîyên wan bi tirkîye. Ew xeletî di giyanê kurdên bakûr de bûye nexweşiyek kronîk. tedawîkirina vê êşê pir zehmet e.

Lokman Polat – Pirs : 9 – Em werin li ser  pirtûka te a hêja ya bi navê ”Keça Ticar”. Naveroka wê li ser çiye? Di pirtûkê de çend çîrok hene? Çîrokên gelêrî ne, te berhev kiriye yan te bi xwe nivîsiye?

Seyda Goyan – 55 çîrok in. Çîrokên erotîk, ken, çîrokên mirov jê ders bistîne têkel in. Min ji gel berhev kirine

Lokman Polat – Pirs : 10 – Nivîsîna berhemeke weha ji kur hate heşê te? Armanca te ya nivîsîna vê berhema te çibû?

Seyda Goyan – Mebesta nivîsîna min ji van çîrokan, mirina her mirovekî nêvser kêmbûna bidehan çîrok û stran ji gencîneya gelê Kurd e. Ez hizre paşeroja nifşên nû dikim keşkola wan xalî nebin, pêdivî bi çîrokên xelkê biyanî nebin.

Lokman Polat – Pirs : 11 – Ji wêneyên Faceboka te û ji xebata te diyar dibe ku te dest avêtiye karê muzeyê û amurên malan, hacetên kevn, tiştên entîqe yên dîrokî dicivînî. Ji bo ku dewleta kurdan tune muzeya kurd jî tune. (Li başurê Kurdistanê heye, tune ez nizanim, mexseda min bakurê Kurdıstanê ye.) Ji bo pêkanîna muzeyeke kurdî çi pêwîste ku were kirin? Bi vê pirsê ve girêdayî gelo xebata te ya ji bo pêkanîna Institute For Social Anthropolgy (Enstîtuya Ji bo Antropolojiya Civakî) di çi radeyê de ye?

Seyda Goyan – Min xaniyê xwe ê ji rehmetiyê bavê min ve gihayî min, min bexşê muzeya etnografî kir. Heta niha karek wisa li Bakûr çênebûye. Li du sê navçeyan wekî kolleksîyon hinek obje hatine berhevkirin lê ev a min muzeyek têr kelûpel û etnografîk e. Bizava min ya ji bo muzeya etnografî jî ne ji derveyê çarçoveya karê çandî û hunerî ye. Divê di hemî beşên jiyana gelê Kurd de çi heye çi bi nivîskî çi bi obje kelûpel bêne parastin. Kelûpelên dîrokî ji pirtûkan pêtir karîgerî li ser mirovan dike. “Teybet kesên nexwende re.” Dema çavê wan bi objeyên bav û dapîran dikeve dîrek mejiyê wan dixwîne. Di we kêliya di muzeyê de hîşe wan diçe ser zarokatiya wan bapîr û dapîrên xwe xeyal dikin. Li aliyê din jî ji bo lêkolînên antropoljî û arkeolojîyê jî jêderkek nawaze ye. Ji herçar parçeyên welat sembolîk jî be obje hene. Min gelek kelûpel ji xirbeavahîyan, ji kolanan ji govan derxist. Min hinek ji kesên nas stand. Ji bo kirîna hinek kelûpelan çend kesên nîştîmanperwer arîkariya maddî dan min.

Lokman Polat – Pirs : 12 – Edebîyata kurdî ya devkî gelek dewlemend e. Gelo tu rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî?

Seyda Goyan – Cihê daxê ye rewşa îroyîn de ne edebiyata devkî ne jî nivîskî baş nabînim. Edebiyata devkî hêdî hêdî ji nêv me bar dikin kesê şûna wan bigre pir kêm in. Û ya nivîskî jî nûser pir in xwendevan hindik in

Lokman Polat – Pirs : 13 – Li gor te kîjan şaxê edebiyata kurdî (helbest, çîrok, roman û şano) li pêş e û herî pir dewlemend e?

Seyda Goyan – Li gorî min Çîrok û helbest li pêş e.

Lokman Polat – Pirs : 14 – Li gor bîr û raya min, nêrîn, dîtin û ramanên min, rexnegirî tena serê xwe rexne nîn e. Digel rexneyê berhemê fêmkirin, şîrovekirin, ravekirin û nirxdayin e.  Bi gotineke kin û kurt, rexnegirî: Hunera şîrovekirin û nirxandina bi hişê têgihîştî ye. Rexnegirî, hunera nirxandinê ye. Şîroveya berhemê ye. Xwendina berheman e û herweha kar û xebateke lêkolînî ye. Tu ji bo rexnegiriya edebî çi difikirî?

Seyda Goyan – Ez vê pirsa te nikarim bibersivenim. Kurd siyaseta xwe ser her nirxî re dibînin. Ne nivîskar ne jî rexnegirên me ne azad tevdigerin. Berhem çiqasî baş be dema ne li gorî siyaseta rexnegirî de be teqez dê hêcetek ji bo reşkirina wî kesî bibînin.

Lokman Polat – Pirs : 15 – Dibêjin  ne hemû bin jî piraniya  nivîskarên kurd pirtûkên hev naxwînin, tu pirtûkên nivîskarên kurd dixwînî? 

Seyda Goyan – Ez di wê baweriyê de me. Çimkî ez ê xwe naxwînim heta ez ê yekî din dibixwînim. Ev kêşe di her pîşesazîyê de heye. Min ne bihîstiye du hempîşeyê hev ji hezkirî an jî hev razî bin.

Hatman ez pirtûkên Kurdî dixwînim û di mala min de gelek pirtûkên Kurdî heye. Ên Tirkî bi tilyan tên jimartin.

Lokman Polat – Pirs : 16 – Ev rastiyek e ku gelek nivîskar tehamulî rexnekirina berhemên xwe nakin.  Helwesta te li hemberê rexneyên li pirtûka te bêne  kirin çiye?

Seyda Goyan – Hinek rexne li min hatinkirin ji berku ez ne nivîskar im li zora min naçe. Gotin min stran xelet e an jî melodî niwisa tê gotin. An jî notasyona stranan de kêmasî heye. Min jî wek bersiv ji wan kesan re got, “Ne stran ne melodî ne jî nota ên min nîn in.” Eger xeletî di awaz û stranê de hebe ya dengbêjî ye ne ya min e û xeletîya notasyonê jîş ne ya min ez ne mûzîsyen im. Notaya wan stranan jî eger kêmasî hebe ya kese Zankoya Tehranê beşa mûzîkolojîyê xwendî Kawe Feqêzade’ye

Lokman Polat – Pirs : 17 – Çawa ku di berhemên edebîyata  cîhanê de erotîzm, pevşabûnên pornoyî hene, pir tebiiye, normale ku di berhemên kurdî de jî hebin û ji xwe di hinekan de hene. Bi taybetî jî wêjeya kurdî a devkî, kilam û stranên kurdî ji hêla erotîzmê ve gelek xurt e. Kurd neteweyek in û ji bilî dewleta wan tişteke wan kêmê neteweyên din nîn e. Dive erotîzm û pornoya wan jî hebe.

Lê hinek nivîskar şerm dikin û erotîzmê û pornoyê li cihek bêhil, qet hevûdu ramîsanê, hev maçî kirin jî di  berhemên wan de tunin. Tu di vê mijarê de çi difikirî? 

Seyda Goyan – Aha min ji wan nivîskarên şermîn re deriyek vekir. Yekî di facebookê de şîrove kiribû got, “ Abe ev e ne erotîk e porno ye” wisa bi ken pîrozbahî li min da. Jixwe kêşe di vê derê de ye. Nivîskar çima şerm bikin? Gelo çi jin çi mêr roj heye çîrokên erotîk an jî pornografîk ji hev re nebêjin û pişt û pişt li erdê re dirêj nebin çaya wan di pozê wan de neyê xwar?.

Lokman Polat – Pirs : 18 – Di hinek romanên  min de û di hinek romanên  Mehmed Uzun, Firat Cewerî, Bavê Nazê, Mîr Qasimlo, Helîm Yûsiv, Mihemed Şarman, Siud Kîkî, Devliken Kelogirî, Sevda Kaplan, Yildiz Çakar, Gabbar Çiyan, Nîhad Ekîncî, Cîhanroj û hwd, de sahneyên erotîk hene. Cenabê te romanên van nivîskarên ku min  bi nav kir û yên din ku di wan de pevşabûn û şadimaniyên seksê hene xwendiye yan na? Heger te xwendiye tu wan berheman çawa dinirxînî?

Seyda Goyan – Min ya kekê Devliken Kelogirî  tenê heye û gelek serketî dibînim. Di înstgram û facebookê de jî em hevalê hev in. Di hinek parvekirinên xwe xeber dijên erotîzm dike rêz

Lokman Polat – Pirs : 19 – Tu kîjan nivîskarên kurd nêzikê xwe dibînî û ji berhemên kîjan nivîskarên kurd hez dikî?

Seyda Goyan – Ji bo min kesê pênûsa Kurdî di destê wî/ê de hebe rêza min di asta herê jor de ji wan kesan re heye.

Lokman Polat – Pirs : 20Te qet pirtûkên min xwendiye?

Seyda Goyan – Pirtûka te ya bi navê Trajedya Evîndaran destê min de ye niha li muzeya etnografî li quncika pirtûkan e.

Lokman Polat – Pirs : 21Niha li ser çi dixebitî? Di nêz de berhemeke nû heye an na? Di pêşerojêde dê kîjan berhema te bê weşandin?

Seyda Goyan – Destê min de dîsa pirtûkek ya Stranên Folklorîk heye. Notasyona çend stranan maye biqede di pêşerojê de dê 2024’an min niyete bidim çapkirin. Wekî din berhevkirina kelûpelan ji bo muzeya etnografîk berdewam e.

Lokman Polat – Pirs : 22 – Gotina te ya dawî…

Spasiyên xwe arasteyê cenabê te w xendevanan dikim. Rêz û silav bo her kesî

Lokman Polat – Spas ji bo bersîvên te.

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply