Bi zimanê Kurdî pirtûkekê kurt û bisûd em didine pêşberî we. Hevalê ezîz kanin daxînin û bixwînin.
Nîsan, 2024
Adar, 2024
-
28 Adar
Vîrusên Mîna Ebolayê
Testeke teze a ku tespîtkirina vîrusên mîna ebolayê hêsan dike hat kewşkirin Bi testa VîroCapê ve her cure vîrusên di însên û heywên de dê bên tespîtkirin. Zanyarên ji Amerîkayê testeke nû ya ku tespîtkirina vîrusên mîna ebolayê hêsan dike û beriya ku belav bibe rê lê digire, kewş kirin. Lêkolînerên Zanîngeha Washingtonê ya li Missouriya eyaleta DYAyê daxuyandin ku wan …
-
25 Adar
Gelo Jibîrkirin Kîcax Dest Pê Dike ?
Heta niha zanyar di wê baweriyê de bûn ku bi giştî ji temenê 55 saliyê û pê de jibîrkirin dest pê dike, lê lêkolîneke nû eşkere kir ku jibîrkirin di 30 saliyê de dest pê dike. Di rapirsiyeke derbarê jibîrkirinê de, ji sedî 11ê beşdaran bersiv dane ku ew rastî derdê jibîrbûnê hatine, her ji temenê 40 saliyê ve. Ji …
-
18 Adar
Glîkolîz
Di sîtoplazmaya xaneyê de bi navbeynkariya enzîman, hilweşandina glukozê bo pîruvatê wekî glîkolîz (bi înglîzî: glycolysis) tê navkirin. Peyva glîkolîz ji du peyvên grekî; glykos û lysis pêk tê. Di zimanê grekan de peyva “glykos” ji bo şekir, şîrînî tê bikaranîn. Wateya peyva “lysis” jî dabeşkirin, helandin, parçekirin e. Ango wateya “glîkolîz” parçekirina şekir (glîkoz) e.[1] Hemû enerjiya ko xaneyên zindî ji bo …
-
13 Adar
Tewere
Tewere, rîşaledemar an jî akson (bi îngilîzî: axon) beşekî demarexaneyê yê. Xaneya demar bi şeweyê liqdar e, li gel gellek liqin kurt, bi gelemperî liqek dirêj jî ji parzûna xaneyê ber bi derveyî demarexaneyan dirêj dibe. Ev liqê dirêj wekî tewere tê navkirin. Ango tewere liqê dirêjtirîn ê demarexaneyê ye ko demareragihandinan vediguhazîne dûrê laşexaneya demarexaneyê. Anatomiya tewereyê Bi gelemperî xaneyên demar yek an jî du tewere lixwe digirin, lê hin demarexane …
Sibat, 2024
-
29 Sibat
Guhaztina oksîjenê di nav xwînê de
Bi henasewergirtinê oksîjen ji dîwarê sikildanokan û yê mûlûleyên xwînê derbas dibe û dikeve nav xwînê. Piraniya oksîjenê tê guhaztin bi şeweyî oksîhemoglobînê, hinek jî bi şeweyî tiwawe li plazmayê de tê guhaztin. %1,5ê oksîjenê di nav plazmaya xwînê de dihele û bi navbeynkariya plazmayê tê guhaztin. –Pêkhateya hemoglobînê– %98,5ê oksîjnê xwe bi hemoglobînê ve girê dide û bi vî …
-
19 Sibat
Gehînke
Gehînkeya demarî, demaregehînke an jî gehînke. Gehînke (bi îngilîzî: Synapse) pêkhateya taybet a demarekoendamê ye ji bo guhaztina ragîhandinan, ji demarexaneyek ber bi demarexaneya din, an jî xaneyek din. Ango xala ko du an jî zêdetir demarexane digihêjin hev wekî gehînkeya demarî tê navkirin. Pêkhate Gelemperiyê xala gehînkeya demarî, ji beşên xaneya pêşgehînke, …
-
11 Sibat
Derbirîna Gen
Pêvajoya çêbûna ARN an jî proteîn ji zanyariyên li ser beşek ADN-yê de kodkirî wekî derbirîna gen (bi înglîzî: gene expression) tê navkirin.[1] Berhema derbirîna gen bi gelemperî proteîn e. Proteîn bi navbeynkariya ARN-peyamberê di rîbozoman de bi pêvajoya wergeranê tê çêkirin. Lê dibe ko hin caran jî berhema derbirîna gen ne proteîn, lê ARN-yên nayên wergerandin (ARN-yên nekodkirinê) bin. Wekî mînak, ARN-guhêzer, ARN-rîbozomî, ARN …
Rêbendan, 2024
-
18 Rêbendan
Koda bomaweyê
Koda bomaweyê (bi înglîzî: genetic code), koma qaîdeyên ko zanyariyên bomaweyî yên di ADN an jî ARN-yê de hatine şîfrekirin, ji aliyê xaneyên zîndeweran ve tê wergerandin bo çêkirina proteînan. Zanyariyên bomaweyî bi şîfreyên (kodên) ji sêyaniyên nukleotidên dûvyek (kodon) ên ADN û ARN-yê de cih digin û ji bo çêkirina proteîn, rêzeya asîdên amînî diyar dikin.[1] Li gel molekula ADN-yê, ARN-peyamber, ARN-guhêzer, rîbozom, asîdên amînî û hin enzîm jî …
Hezîran, 2023
-
19 Hezîran
Asîda rîbonukleyî
ERK Û PÊKHATEYA ASÎDA RÎBONUKLEYÎ (ARN) Asîda rîbonukleyî (ARN) yek ji du corên asîdên nukleyî yên xaneyên zîndeweran e. Di xaneyan de li gel ARN-yê, asîda deoksîrîbonukleyî (ADN) jî cih digire. Hemû zanyariyên bomaweyî di ADN-yê de embarkirî nê. Ango çalakiyên xaneyê li gor ADN-yê tê rêvebirin. ADN jî ji bo birêverina çalakiyên xaneyê, ARN-yê bi kar tîne. ARN …