Êşa Perwînê

Qijikên Kertinisê hîn di ser serê min de difirin.

Perwîn bi dilê bavê xwe duayan dike.

Tim hêlekê Perwînê kêm û vala ye.

Perwîn keça min a Kertinîsê ye.

Hîn hêleke min diêşe.

 

Zeviyên jiyana min şewîtin.

Min bi lingên xwe rêya Kertinisê kûr kir

bi xwîna xwe kil kir

bi ketinên xwe mohr kir.

Perçeyekî lingên min di rêya Kertinisê de mabû.

Piştre perçeyekî dilê min

perçeyekî çavên min.

 

Perwînê li ber çavên min xwe kuşt

holika xwe xera kir

xewnên çiyan bi hêsirên xwe şûşt

û bi awirên xwe tabîr kir.

Niha bêxezal in çavkanîyên min.

Tenê êşa Perwînê bi min re mabû

mîna mîxekî zengarî

mîna bîrekê miçiqî

mîna kevirekî pûç.

 

Di beroşa ûmrê min de xeribî û feqirî gora min dikolin.

Bêhna terma Perwînê tê min.

Qijikên Kertinisê ji xewn û xeyalên min dernekevin.

Li ber min terma Perwînê

li ser min qijikên Kertinisê.

Min bi zimanê kujerên xwe çîrokên xwe dinivîsî.

Niha ne zimanê min heye ne jî guhdarên min.

 

Berf û pûkê zivistanê tu caran li ber deriyê min neçû.

Qijikên min tim bi min re hatin.

Perwîn hîn diçe, ji dilê min.

Perwîn, keça min, cana min, delala min.

Perwîn, anika min, dayika min, evîna min.

Perwîn, êşa min a bêziman

birîna min a bêderman

mala min a bêban.

Ketin destên sînorên şevên min.

Niha meşên min ên şevînê hîn kêm in,

hîn jar in,

hîn êtim in.

 

Zeman ji qeyişa xwe derketiye, ji şerîda xwe dûr ketiye.

Zeman ji qefîleya xwe derketiye, ji destpêka min dûrketiye.

Hîn di lojmana xwe de me.

Bi tenêtiya xwe rêûrisman çê dikim, li ser dîwara odeya xwe.

Helbestên asî û tîrok dinivîsîm li rojnivîska xwe.

Piştre bi êşa Perwînê êgir berê rojnivîska xwe didim.

Dişewite her tişt û her kes.

Bi xweliya helbestên kin û xurt rûyê xwe dişom, rêya xwe eşkere dikim.

 

Lojman sar û lihêfa min biçûk e.

Ji xwe re ez şûnekê ewle nabînim.

Li her derê zêde me.

Li her derê hevalê qijikan

û xwediyê êşa Perwînê.

 

Dewr û dewrana min hîç nebû.

Tim neçîrvana ûmrê xwe bûm.

Her ku diçûm neçîrê bi qijikên Kertinisê ve

min tenê xwe dikuşt bi miriyên xwe ve.

Vedigeriyam ji neçîrê.

 

Bi êşa Perwînê ve diçim, bi êşa Perwînê agirê dojeha xwe vedixim.

Êşa Perwînê destpêka dojehê bû

êşa Perwînê teswîra cehennemê bû

êşa Perwînê dîyariyê Kertinisê bû.

Dizanim ji vê şûnde ez nikarim bê êşa Perwînê bijîm.

Min hemû hebûna xwe li ser êşa Perwînê ava kir

qijikên Kertinisê şahidên min bûn.

Ez ê çawa têkevim bihuştê?

Gelo êşa Perwînê bi min re têkeve bihuştê?

Bihuştekê êş tê de tê vejandin, bihuştekê çawaye?

 

Min Araf li dûr xwe hişt.

Tu caran li şevbuherkan jî cihê min nebû.

Perwîn tê bi destên xwe yî spehî û biçûk dilê min xwîn dike û diçe.

Perwîn tê û evîn diçe.

Perwîn tê û dê û dapîra min diçe.

Perwîn tê û xwişk û xwiçkên min diçin.

Perwîn tê û qijikên min difirin

û Kertinis di bin berfê de dimîne.

 

 

Faîk Ocal

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply