Nameya Neşandî

Tu çû,
Dilên kelogirî
li dû te man.
Eva bû panzdeh sal
Şêst û yek demsal
Tu çû,
Em man.
Emrek e,
Bi gotinekî nayê ziman.
Çend xewn xilaz bûn
Stêrk şimitîn
Çend baran barîn
Çend dil sekinîn…
Zarokên hînga mezin bûn
simêl badan
Çend bûk bi zaro man
Eva bû çeeend zivistan
Çuqas lehî, şewat,
Û çuqas hêsir…
Min ji bîr kir.
Te simêlên teze xûdayî
Kenên ji nava dil
Biratîyek bê emsal
Û bîst salîya xwe ji min ra hîşt.
Tu çû
Havîn bû demsal.
Tu çûbû.
Xatir ji min ne xwest
ne te…ne jî çavên te.
Hê jî vedişêrim
emanetên te
di nav xeyalên hevrişîm da…
Kevokên spî
xeberên te tînin
ji welatên jêrê
xeberên xêrê…
me bîhîst;
te bêriya me kiriye.
Êêê ne hêsa ye,
Ji bîr nabin xwîşk û bira
Te pirsiye hal û hewal
Silav şandiye ji bavo ra.
Serê me sax be.
Zûda çû walî,
bavê meyê kal,
eva bû heft sal.
Tu dizanî
pirr kişandiye bavê me
derdê dostan û dijminan.
Ne ji bavê xwe têr bûye
ne jî ji lawên xwe.
Bavê me yê dilovan.
Pirr ketî bû vê dawiyê.
Heliyabû
mêrikê mîna qoçal.
Axayê salên feodal
Siwarê hespê boz
Çevbelekê nukul poz
Nebiyê Rostemê Zal,
Mêrê roja teng
Hunermendê merivatiyê
Bavê me yê dilsoz
Dostê dostan
Kelemê çavê dijminan.
Tu jî dizanî
Mîna kilamekî jiya
Lê îro tune ye,
bû xeyal
bi hisretiya te çû
bavê meyê kal…
Di rojên xwe yên dawiyê da
Pirr te difikirî,
Bi ber te diket.
Yek caran,
bi dilekî şewat
qala te dikir û digot:
“ Tu girtîgehê
tu tunebûnê
tu dijminatiyê
zora min nebir
bi qasî çûyîna wî,
çûyîna wî ya bêxatırxwestin.”
Û dest bi kilamekî dikir
di ber xwe da
wek axînekê…
“ Felekê emaaan,
xayînê yemaaan
wek destmêjên devê çeman
bi çargava diçe zeman.
hezar xwezil bi wan rojan
wan rojên xweş
li dawiyê man.
û xeyalên me
hê jî rehwan…”
Ku silav a te hilda
pirr şa bû
diya min
Merif qet ji şabûna digirî?
Ew giriya,
dayîka me ya qehrkêş
Xwarziya pehlewanan
di pazdeh saliya xwe da
bû bûka eşîrê,
dilê xwe kir kozik,
emrekî qehra me kişand
zarok anî yanzdeh zik
me hemiyan kir meriv
di tunebûnê da.
“ Mirin ji nan nêzîktir bû
di wan salan da.”
Digot, diya me.
keleha sebrê
qîza eşîrê…
ji boy te pir dua kir
pir giriya…
Hê jî dibêje;
“ Heyfa wan,
wan zarokan
heyfa emrê wan.
Rojekî xweş nedîtin
Wan delalîkên dayikan
ku sed Sîpan
nabin neynûkekî wan
heyfa wan
wan zarokan
tev jî hê tehr in,
mîna xemxemokan.”
Ber dilê wî digrim
Paşê jê ra dibêjim;
Tişta ku ew ji bonê çûne
ne erzan e
Desmala destê xortan
Evîna dilê qizan e
Axa pîroz gulistan e
Carekê çog dayne erdê
hezar Sîpan jê dizên
Hezar can, hezar canan
Û hezar jiyan…
Û dibêjim;
Ma qey tu nizane?
Di cografyayê da cîyê me
Di dîrokê da navê me tune
Di çîrokan da;
Berx, şivan,kûçik û gur hene
Di sêvan da kurm hene,
Em tune ne.
Di axa binê nigê wan da
Cendekên kalikên me dirizin
lê di defterên wan da
navên me tune ne.
Ka kijanî bêjim ji te ra
Ji Milazgirê vir da
em bi hevra ne
ne cinarin,
qaşo wek biran e.
Xwina me ji rijiya kozikên,
li qeraxê tengava Çaneqalê.
Hêviyên me ji qerrimin
di şefeqên sar da
li eniya qefqasê.
Zarokên me jî man li Yêmenê.
Ma kilama Xûşê
çima ziviriye ser navê Mûşê?
Ka me Qoreyê ji ku dizanî bû?
Bûkên me bî man ji bonê.
“Li pêşiya Rûhayê kî çavên xwe da?”
Li İntabê kî gulle avêt?
Topên ûris kî jê stend?…
Bi kurti çîroka me û wan
Ya qabil û habil e
Serî binî êş e, elem e, kul e.
Di dawiya hemû şerrên asê da
Hêkên bazan yê wan in
Para me jî sor nukul e.
Îro tu dibîne.
Ne bihara me bihar e
Ne ji havîn havîn e
Welat reş e xemgîn e
Birati jibîr bûne
Her derê girtiye tarî,
xîzanî ye, tunebûn e
Tu rengê cîhanê nemaye li vir
kok negirtiye
Evin bê nefes,
Zarok bê girî ne
Tilîlî nayên bihîstin êdî,
Kûrahiyên her dilî de
gazin û gilî hene
Ba tune, baran tune
Keskesor jî nayên axa me.
Kesk tune, sor tune, zer tune
Ev welat;
Diya zarokên tavê ye
Zarokên agir
Îro bê agir û bê tav mane.
Her bajarekî me
ji koledariyê ra kela ye
Di vê sedsalê da jî
bindestî li serê me bela ye.
Aliyek me nezanî,
Aliyek xîyanet e
Di parîkirina zanyariyê da
tûrikê me hê jî vala ye
Zikên me nîvtêr be jî
Di dilan da xela ye
Dibê ev zincîrên zengarî
werin qetandin.
Serê me bilind be wek berê
Hela demekê dîsa
sebir bike.
Emê demek dîsa bikişînin
van zehmetiyan
Hirç, ku birçî dimîne
Sebir dike
Kefa lepê xwe dialêse
û dizane ku
wê rojên xweş werin
Her zivistanek
ji biharekî ra avise
Ew jî heq dide min
Dibê:
“ Çi bikim lawo
ez dayîkim, ji bîr nakim.”
Em jî we jibîr nakin
Jibîrkirina we
Ji jiyanê ra îxanete
Emê bişewitin
wê çaxê
baranên mûsonê jî
nikarin gunehên me bişon
Kes nikare me ji wê şewatê xelas ke
Tu kekê mi nî
Şox û şeng, qeşeng.
Daxwaziyek me ji te heye
me ji bîr neke
û bizanibe
Em ji hev dûr bin jî
hestên me wek hev in
Em birayê hev in
Diya me yek e.
Atîlla Barişer

Derbar Atîlla Barişer

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply