Di Derbarê Pêşengeha Pirtûkan de Çend Gotin

Li ser fuara pirtûkan a Amedê gelek gotin hatin gotin û gelek tişt hatin nivîsîn. Ez jî dixwazim bi çend gotinan çavdêriya xwe, tiştên ku min dît û dîtinên xwe bînim zimên.

Ez du sal berê beşdarê fuara pirtûkan a li Stenbolê bubûm. Di wê fuarê de nehemû, hinek weşanxaneyên kurdan beşdar bubûn. Lê ya li Amedê hema bibêj tevahiya weşanxaneyên kurdan beşdar bûn, stand vekirin û pirtûkên ku van weşanxaneyan weşandibû firotin.

Ji bo ku ji nîv milyonî zêdetir ji xelkê însan hatin fuarê lewre jî di fuarê de gelek pirtûkên kurdî û pirtûkên tirkî yên derbarê kurdan de hatin firotin. Pirtûkên kurdî herî pir di vê fuara Amedê de hatin firotin. Hinek weşanxaneyan di rojên fuarê de pirtûkên nû bi çapa dîgîtal çap kirin û anîn di fuarê de firotin.

Di fuarê de herî pir pirtûkên li ser dîroka kurdan, yên li ser folklorê û çîrokên folklorîk, lêkolînên li ser kurdan yên bi tirkî û kurdî, romanên kurdî û helbestên kurdî hatine firotin. Fuar digel firotina pirtûkan bubû qada şahiyê, hevûdu dîtinê, dengvedana stranên kurdî, festîfala çandî û hwd, bi rengîn bû.

Ji 300î pirtir nivîskarên kurd û hinek nivîskarên zimanê tirkî ku bi tirkî berhem afirandine beşdar bubûn. Ji derveyê welat, ji ewropayê beşdarî hindik bû. Ji Swêdê Malmisanij, Kemal Burkay, Ez/Lokman Polat û nivîskara kurd a jin Aynur Aras beşdar bubû. Ji Holandayê Yusuf Kaynak, ji Almanyayê Mîr Qasimlo beşdar bubû.

Pêşengeh/fuar ji bo nivîskaran bubû qada hevûdu dîtinê, hevûdu nasînê. Gelek nivîskarên ku min ew qet rûbirû nedîtibû di fuarê de min ew dîtin. Wek mînak: min birêz Yusuf Kaynak, Dr. Îbrahîm Mîrze, Îbrahîm Gurbuz, Roj Agir, Înan Eroglu, Nezîr Cibo û hwd, berê nedîtibû lê di fuarê de me rûbirû hevûdu dît. Min ji zûve mamoste Îsmaîl Beşîkçî nedîtibû (cara pêşîn min û wî hevûdu li Ankarayê dîtibû.) min li fuarê ew dît. Min ji zûve serokê PSKê Bayram Bozyel nedîtibû min ew jî dît û herweha min gelek nas û dostên xwe li wir dît. Serokê Dem-Parê û hinek wekîlên gel jî hatin di fuarê de geriyan.

Di fuarê de tiştkê ku bala min kişand sê, çar stand tim derdora wan qelebalix dibû. Standên ÎBV, weşanên Nûbihar û weşanên Aramê hertim qelebalix dibû. Standa ÎBV/Îsmaîl Beşîkçî Vakfî ji ber dîtina hêja Îsmaîl Beşîkçî qelebalix dibû. Standa Nûbiharê çiqas hecî, xoce, mele, îmam û kesên olî, olperest bihata berê xwe didane standa Nûbiharê. Stantda weşanên Aram jî tije keç, xort û jin dibû. Du nivîskarên ku heryek 30 sal hepis razabû, Mizgîn Ronak û Cîhan Ozyildiz di standa weşanên Aram de pirtûkên xwe îmze dikirin û derdora wan tije keç û xort û jin kom dibûn. Standa weşanên Deng jî ji ber bi serokê PSKê Bayram Bozyel re sohbet kirin, vala nedima.

Ji bo ku ez ji Swêdê çûbûm beşdarê pêşengehê/fuarê bubûm hinek kesan ji min pirsa çend nivîskarên kurd yên li Swêdê dimînin kirin ku çima ew nehatine beşdar nebûne. Min ji wan re got; Ez nizanim çima nehatine, lê ez hêvîdarim ku sala bê dîsa fuar pêk were û ew jî werine beşdar bibine.

Lokman Polat 

About Lokman Polat

Lokman Polat nivîskarekî Kurd ê navdar e, ku di 1ê Cotmeha 1956an de li navçeya Licê ya Amedê (Diyarbekirê) ji dayik bûye. Wî xwendina xwe ya destpêkê, navîn û lîseyê li Licê qedandiye. Di ciwaniya xwe de, di sala 1975an de, wî li Licê yekem rêxistina civakî ya bi navê Lik-Der damezrandiye û serokatiya wê kiriye. Ji ber rewşa siyasî, di sala 1984an de koçî Swêdê kiriye û li wir bi cih bûye. Li Swêdê, Lokman Polat dest bi nivîsandina çîrokên kurt kiriye û di rojname û kovarên cihê de berhemên wî hatine weşandin. Ew yek ji damezrînerên Komela Nivîskarên Kurd e û endamê PENa Navneteweyî û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye. Polat zewicî ye û bavê çar zarokan e (Sertaç, Şiro, Berîn û Hulya). Polat mirovekî xebatkar, wêjehez û azadîxwaz e, ku bi zimanê Kurdî û bi xebatên xwe yên li ser çand û edebiyata Kurdî tê nasîn. Lokman Polat nivîskarekî pirberhem e, ku heta niha 14 pirtûkên wî hatine weşandin; 4 ji wan bi Tirkî û 10 bi Kurdî ne. Berhemên wî yên Kurdî di nav xwe de 3 roman, 7 pirtûkên çîrokên kurt, pirtûkên helbestan û lêkolînan digirin. Wî herwiha 4 pirtûkên zarokan wergerandine Kurdî û kovarên bi navên Helwest (li Stockholmê) û Ronî (li Stenbolê) weşandine. Berhemên wî bi piranî li Stockholmê hatine çapkirin

Check Also

Ne Hewla Mîr Meyla Mîr

Mîr, bi ehlê diwana xwe ve derketibî, li nava bajêr digeriya. Venêrîna sûk û bazar …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *