Newroz – Rojbîn Ozkan

Newroz xewna Ehmedê Xanî
Newroz evîna Mem û Zînê
Newroz hêstên Feqîyê Teyran
Newroz helbestên Mela yê Cizîrê
Newroz şoreşa Mistefa Barzanî
Newroz artêşa Qazî Muhemmed
Newroz şex Seîdê kal
Newroz Amed, Dersim, Hewlêr,
Qamişlo, Muhabbad û Dihoka rengîn e
Newroz çîyayê Ararat, Cudî, Zagroz û Sîbhan e
Newroz Sîyamend û Xecê Fehrî û Sitî ye
Newroz behra Wanê Firat û Dîcle ye
Newroz em in, em Newroz in

Bi çil û çar zimanan Newroza we pîroz be!

Rojbîn Ozkan
Adar 2015

About Rojbîn Ozkan

Check Also

Ne Hewla Mîr Meyla Mîr

Mîr, bi ehlê diwana xwe ve derketibî, li nava bajêr digeriya. Venêrîna sûk û bazar …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *