Parkînson, nexweşîyeke mejî ye. Bi hilweşandina peywirên mejî xwe dide der. Ev nexweşî, herî zêde li kesên temenê wan dirêj xuya dibe û hêdî hêdî pêşve diçe. Parkînson ji ber nebûn an jî kêmbûna dopamînê derdikeve. Dopamîn, hêmaneke kîmyasal ya xwezayî ye. Gelek erkên dopamînê hene. Em dikarin hinek bandorên dopamînê wisa rêz bikin: Ji birêvebirina tevgerê re dibe alîkar …
Bêhtir »Girêka Çongê/Çokê ya Pêşî (Anterior Cruciate Ligament – ACL)
Hevsengîya movika çongê bi rêya masûlke û girêkan pêk tê. Em ê li vir li ser girîngîya ACLyê rawestin. ACL, di çongê da girêka herî girîng e. Di nav girêkên çongê da herî zêde ACL, bi qetînê re rû bi rû dimîne. ACL, ji ber gelek sedeman diqete lê bi gelemperî di dema çalakîyên werzîşê da diqete. ACL …
Bêhtir »Jidestçûna Axaftin û Têgihiştinê (Afazî )
Afazî (aphasia), pirsgirêkeke zimanî ye. Em dikarin bibêjin afazî, jidestçûn û hilweşandina axaftin (peyivîn) û têgihiştinê ye. Jidestçûna axaftin û têgihiştinê bi giştî afazî ye. Cureyên afazîyê pir in. Li gor cî û warê bandorî lê hatîye kirin afazî, bi navên cuda tê pênase kirin. Cureyên afazîyê yên herî berbelav ev in: Broca’s Aphasia Di mejî da cîyekî bi navê …
Bêhtir »Li Kargehan Pirsgirêkên Stû-Navpiştê Ên Xebatkaran
Tevger, ji bo berdewamîya jîyanê çalakîyên girîng in. Çi ne ev çalakî?: “Tevlivîn, zivirîn, lerizîn (cirifîn, ricifîn), meş, bazdan, avjenî…” Tevger, bi gelemperî, bi hevkarîya masûlke û hestîyan pêk tê. Bi tevgerê re xwîn, gera xwe ya laşî didomîne. Ev jî tê wateya berdewamîya jîyanê. Di laşê mirovên gihiştî da kêmzêde 206 hestî û 300 cot masûlke hene. Xebatkarên kargehan …
Bêhtir »MULTÎPLE SKLEROZ (MS – MULTIPLE SCLEROSIS)
Multîple, “pirhejmar” e; skleroz jî “hişkbûn” e. Multîple: Li gelek cî û deveran bandorîlêkirin e. Skleroz: Piştî êrîşa pergala parastinê ya li dijî rûyê dora şaneyên rehikan (Myelin Sheath) hişkkirin û bi vî awayî bêkêrkirina rû ye. MS, nexweşîyeke li ser mejî û mejîpiştê bi bandor e. Domdar e. Di laşekî tendurist da pergala parastinê şaneyên laşî nas dike û …
Bêhtir »Fîbromîyaljî – Fibromiyalji – Fıbromıalgıa
Fîbromîyaljî, nexweşîyeke ba ye. Êşa masûlkeyan û westîyayîbûn 2 taybetîyên sereke ên vê nexweşîyê ne. Ji ber ku sedem nayê zanîn bi gelek nexweşîyên din re tevlihev dibe. Fîbromîyaljî, nexweşîyeke ba ye lê ba çî ye? Ba ango bi navê zanistî “romatîzma”. Romatîzma bi girekî (yûnanî) ji peyva “rheuma” bingeha xwe distîne. Rheuma tê wateya “herikînê”. Ev jî bi kurtasî …
Bêhtir »Birîndariya Tora Rehikên Milê (Brachial Plexus Injury)
Brachial Plexus; ji tora rehikên li ser mil, enîşk, dest, zend û tiliyên destan bibandor re tê gotin. Ev tora rehikan ji nav movikên stû heta tiliyên destan dirêj dibe. Ji her rehikekê 2 cure hene; yek hest û tevgerên aliyê çepê pêk tîne, yek jî li ser aliyê rastê bi bandor e. Ev rehikên movikî C5, C6, C7, C8, …
Bêhtir »Duchenne Muscular Dystrophy – DMD (Duchenne Muskuler Dîstrofî)
Duchenne Muskuler Dîstrofî (DMD), nexweşîyeke masûlkeyan e. Ji nav nexweşîyên masûlkeyan ya herî zêde çêdibe DMD ye. DMD, zikmakî ye û bi lawazbûna masûlkeyan pêşve diçe. Ji alîyê zayendê ve bi giştî li zarokên kurîn (law, kurik) dîyar dibe. Zarokên keç jî pir pir kêm bi vê nexweşîyê dikevin. Her ku diçe nexweş astengîyan dijîn û hewcedarî alîkarîyê dibin. DMD, …
Bêhtir »Derizandin û Şikandina Hestîyan
Hestî (bi latînî: Os), di laş da karê hilgirtina giranîya laşî dike. Di laşê mirovên gihaştî da kêmzêde 206 hestî hene. Hestîyên mirov çiqas tendurist û zexm bin jî gelek caran ji ber ketin, çerixîn, lêdan û hwd. diderizin, dişikên û ji cî derdikevin. Hestîyên diderizin, ji hev belav nabin û hevgirtî dimînin lê hestîyên dişikên pir caran ji hev …
Bêhtir »Ankîlozan Spondîlît (AS)
Ankîlozan Spondîlît (AS), nexweşîyeke ba (romatîzma) û movikan e. Bi êş e, domdar (kronîk) e, pêşve diçe, sedem nayê zanîn. Bi kurtasî “kulbûna hestîyê piştê (stûna bi movik)” ye. Ankîloz, “bi pevkelîna movikan re hişkbûna hestîyê piştê” ye. Spondîlît jî “kulbûna movikan” e. Sedemeke taybet ji bo ASyê tune ye lê pêkerên rakendî (genetîk/irsî) kartêker e. Ji nav pêkerên rakendî …
Bêhtir »