Duchenne Muscular Dystrophy – DMD (Duchenne Muskuler Dîstrofî)

Duchenne Muskuler Dîstrofî (DMD), nexweşîyeke masûlkeyan e. Ji nav nexweşîyên masûlkeyan ya herî zêde çêdibe DMD ye. DMD, zikmakî ye û bi lawazbûna masûlkeyan pêşve diçe. Ji alîyê zayendê ve bi giştî li zarokên kurîn (law, kurik) dîyar dibe. Zarokên keç jî pir pir kêm bi vê nexweşîyê dikevin. Her ku diçe nexweş astengîyan dijîn û hewcedarî alîkarîyê dibin.

DMD, cara yekem ji alîyê bijîşk Guillaume Benjamin Amand Duchenne ve hatîyê pênase kirin.

DMD, nexweşîyeke zikmakî  (genetîk) ye. Ji ber vê yekê di zewacên xizman da xetereya derketina DMDyê zêde ye. DMD, ji ber nebûna proteîna dîstrofînê derdikeve. Dîstrofîn, masûlkeyan diparêze û nahêle lawaz bibe, Bi rêya kromozoma (X)ê derbasî zarokan dibe. Dema ev proteîn neyê çêkirin nexweşîya DMDyê çêdibe.

Ongoing Clinical Trial Testing New Method for Monitoring Duchenne Muscular  Dystrophy Progression

DMD bi rêya kromozoma (X)ê derbasî zarokan dibe (Kromozom: Hilgirên taybetmendî û xuyanîyan in. Yekeyên DNAyê ne û taybetîyên zikmakî ên dê û bav derbasî zarokan dikin). Dê (XX), bav jî (XY) ye. Law (Y)yê ji bav digre, (X)ê jî ji dê digire. Keç jî (X)a bav û ji dê jî (X)ekê digire. Ji ber ku (X)a kurikan yek e; xetereya nebûna dîstrofînê zêde zêde ye. Ev jî dibe sedem ku DMD herî zêde li kurikan dîyar bibe. Keç jî, ji ber ku 2 (X) hene, dema (X)ek dîstrofînê çêneke (X)a din çêdike û nahêle masûlke lawaz bibin. Pir kêm be jî carina herdu (X) jî bi pirsgirêk in û dîstrofîn çênabe. Ev jî dibe sedema DMDyê.

Zarokên dibe ku DMDyî bin zû diwestin. Di rabûnê da, di derketin û daketina ji kaş û pêlikan da astengî derdikevin pêşberî wan. Zû dikevin. Bi çongên xwe digirin û radibin (gowers).  DMD, ne nexweşîyeke bi êş e.

Zarokên DMDyî bi piranî piştî 10 salîyên xwe nikarin bimeşîn û hewcedarî rûniştekan dibin. Piranîya nexweşan nabin 20 salî jîyana wan bi dawî dibin. Sedema mirina zû jî herî zêde çikandina hilmê ye.

Rêbazeke ji bo DMDyê ji holê rake mixabin tune ye. Ji bo ku zarok zû bi zû lawaz nebin fîzyoterapî & rehabîlîtasyon girîng e. Divê zarok di bin çavdêrîya fîzyoterapîstan da egzersîz û çalakîyên fizîkî bikin. Wekî din kortîzon jî tê bi kar anîn lê divê têkilîya bi bijîşk û pisporan re neyê qut kirin. Ji ber ku kortîzon dibe sedema kîloyên zêde û helandina hestîyan jî pêwist e malbat li vir baldar bin.

 

Fzt. Mustafa Önal – Fîzyoterapî & Rehabîlîtasyon

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply