Birîndariya Tora Rehikên Milê (Brachial Plexus Injury)

Brachial Plexus; ji tora rehikên li ser mil, enîşk, dest, zend û tiliyên destan bibandor re tê gotin. Ev tora rehikan ji nav movikên stû heta tiliyên destan dirêj dibe. Ji her rehikekê 2 cure hene; yek hest û tevgerên aliyê çepê pêk tîne, yek jî li ser aliyê rastê bi bandor e. Ev rehikên movikî C5, C6, C7, C8, T1 e.

Pirsgirêkek di Brachial Plexusê da derkeve masûlkeyên ber stû, mil, enîşk, zend û destan nikarin wekî berê karên xwe bikin. Li gor asta birînê bêhestî, bêtevgerî, kêmtevgerî û hwd. diyar dibin.

Sedemên Birîndariya Brachial Plexusê

  • Ev pirsgirêk, di dema zayînên neasayî da ji ber xwarbûna zêde ya laş û stû bi rakêşana rehikan ve pêk tê.
  • Di zayînên asayî da jî bi xwarkirina serî û stû re bi kişandina tora rehikan ve pêk tê.
  • Zêdegiranî û sermezinî jî dibin sedem.
  • Bobelatên li kar û di dema çûnehatinê (trafîk)
  • Birîndariya di şerê çekdarî da
  • Li erdê ketin
  • Birîndarbûna piştî nişdariyê/cerrahiyê

Birîndariya Brachial Plexusa pitikan li gor ciyê birînê 3 cure ne

  1. Erb-Duchenne: Cureya herî zêde derdikeve ev e. Li vir bandor li qurma jora plexusê dibe. Ango bandor li ser C5-C6yê dibe. Piştî vê bandorê tevgerên mil ji holê radibin. Di dirêjkirin û zivirîna destan da astengî derdikevin. Milê bi pirsgirêk, li gor milê din li jêr dimîne.
  2. Klumpke: Ev cure zêde çênabe. Bandor li ser C8-T1ê ye. Di dest û zendan da bêhêzî, bêhestî û bêtevgerî pêk tê.
  3. Total: Tora rehikan bi giştî birîn dibe. Di tevgerên mil, enîşk, zend, dest û tiliyan da astengiyên cuda cuda hene.

 

Rêbazên Başkirinê/Terapiyê

Piştî êşnasiyê êdî dor tê li ser hilbijartina rêbazên ji bo başkirinê. Li gor asta pirsgirêkê nişdarî û fîzyoterapî rehabîlîtasyon 2 vebijarkên sereke ne. Hevkariya bijîşk û fîzyoterapîstan encamên erênî derdixe holê. Rehik bi giştî qetiyabin divê berê nişdarî bê hilbjartin. Dû re divê bernameya rehabîlîtasyonê bi rêk û pêk bê sepandin.

 

Armanca Rehabîlîtasyonê

  • Pêkanîna tevgerê û jiholêrakirina hişkbûna masûlkeyan
  • Ji bo berdewamî û serkeftina rehabîlîtasyonê agahdarkirina malbatê
  • Xurtkirina masûlkeyan
  • Parasina movikan û bi vî awayî rêlibergirtina pirsgirêkên din.

 

Fzt. Mustafa Önal – Fîzyoterapî & Rehabîlîtasyon

Derbar ziman

Check Also

Xwe Ji Depresyona Zivistanê Biparêzin

Ji bo ku meriv nekeve bin bandora depresyona zivistanê divê zêde zêde derkeve ber tavê. …

Leave a Reply