Hestî (bi latînî: Os), di laş da karê hilgirtina giranîya laşî dike. Di laşê mirovên gihaştî da kêmzêde 206 hestî hene.
Hestîyên mirov çiqas tendurist û zexm bin jî gelek caran ji ber ketin, çerixîn, lêdan û hwd. diderizin, dişikên û ji cî derdikevin.
Hestîyên diderizin, ji hev belav nabin û hevgirtî dimînin lê hestîyên dişikên pir caran ji hev belav dibin, hûr dibin.
Bi şikestîna hestîyan re hinek pirsgirêk û astengî derdikevin:
- Êş
- Kêmasîyên rewşa hestîyan
- Werm û germî
- Hestyarî
- Hişkbûna masûlkeyan
- Qirçînî, qirpînî
- Bêtevgerî, kêmtevgerî
- Lerizîn (cirifîn, ricifîn)
Başbûna Şikandina Hestîyan
Hestîyên şikestî, heta ku bicebirin û baş bibin di 3 qonaxan da derbas dibin.
- Serdema Kulbûnê
Bi şikestîna hestîyan re reh diqetin û xwîn û xwîna spî (lenf) kom dibin. Em ji vê rewşê re dibêjin hematom. Ev serdem, 3-4 rojan didome.
- Serdema Çêbûnê
Di vê serdemê da şaneyên hestîyan karekî girîng dikin. Osteoklast û osteoblast xwe bera nav hematomê (cîyê xwîn lê kom bûye) didin. Osteoklast, di hestî da cîyên bêkêr ji holê radikin. Osteoblast jî cîyên şikestî ji nû ve çêdikin. Osteoklast, şaneyên rûxandinê ne. Osteoblast jî şaneyên çêkirinê ne.
- Serdema Damezrandin û Vegera Rewşa Berê
Serdema herî dirêj ev e. Roj bi roj cîyên şikestî ji nû ve ava dibin. Hestî ji nû ve hêdî hêdî çêdibin.
Şikestin, derizandin, jicîderketin bi tenê bandorê li hestîyan nakin. Masûlkê, reh, rehik, girêk, jê (tendon) jî dikevin rewşên xeternak. Ji bo parastin û başkirinê li vir fîzyoterapî û rehabîlîtasyon karekî sereke dike.
Fîzyoterapîst, li gor rewşa nexweşan bernameya terapîyê (başkirinê) amade dikin.
Ji bîr nekin!
Şikestin, derizandin, jicîderketin ne rewşên ku mirov piştguh bikin.
Ji bo tenduristîya xwe di rewşên wiha da ji bo başkirinê herin cem bijîşkan, ji bo rehabîlîtasyonê jî serî li fîzyoterapîstan bidin.
Fzt. Mustafa Önal
Fîzyoterapî & Rehabîlîtasyon