Tenduristî

Qefesa sîngê

Qefesa sîngê beşek ji tewerepeyker a koendama peykerê ye. Qefesa sîngê ji 12 heb birrbirre, 12 cot parsû, kirkirkên parsûyan û hestiyê sîngê pêk tê. Birrbirreyên sîngê li aliyê paşî, parsû li herdu kêlekê û hestiyê sîngê jî li aliyê pêşiya qefesa sîngê de cih digirin. Qefesa sîngê bi eslê xwe kelênek e ko di nav wê de dil û …

Bêhtir »

Geh/Cumge

Geh an jî cumge (bi îngilîzî: joint) Peykerekoendam ji boy girêdana masûlke, endam û çerm rûyek req ava dike. Herwisa yek ji karê sereke ya peykerekoendamê jî parastina endam û pêkhateyên laş e. Lê li gel destekkirin û parastinê, peykerekoendama mirov bi navbeynkariya gehan, çemînbarî û livîna laş jî rêk dixe. Bi gelemperî cihê ko du an jî pirtir hestî …

Bêhtir »

ŞANEYA XWÎNÊ

Laşê mirov gelek cureyên şane li xwe digire, lê ji vana, şaneya xwîn yekane şaneyê ku şile ye. Xaneyên xwînê di nav plazmaya şile de cih digirin, ango derdora xaneyên xwînê ji madeyek şile pêk tê, loma, şaneya xwîn ne req e lê şilemenî ye. Karên sereke yên xwînê; -Oksîjenê ji pişikan diguhêzîne hetanê hemû şane û xaneyên laş. -Ji …

Bêhtir »

Dil ( Qelb, Cor-Cardia-Heart)

Di qefesa sîngê de, navbera her du pişikan, li ser betanîka zik (dîafragma), li paş Sternûmê(Hestiyê sîngê yê pêş ku parsû lê tên hev) û kostayên (parsû) 4,5,6an bi cî dibe. 2/3ê dil li çep, 1/3ê dil jî li aliyê rastê yê qefesa sîngê ye. Tê gotin ku dilê her kesî qasî kulma (hutik, gurmik, 🤛 ) wî ye. Di …

Bêhtir »

Kilox (Kafatasi) Nasbikin

Kilox, kiloxê serî an jî kelleserê mirov, (bi îngilîzî: skull) Kilox beşek ji tewerepeykerê ye. Kilox mejiyê diparêze û destek dide bo pekhateyên ser rûyê mirov. Kilox ji 22 hestiyan pêk tê û hestiyên pan û hestiyên bêserûber li xwe digire. Kilox dabeşî du beşan dibe; hestiyên serî (bi îngilîzî: cranial bones) û hestiyên rûyê (bi îngilîzî: facial bones). Herwisa …

Bêhtir »

Derziya koronayê û rewşa pandemiyê

Wekî tê zanîn nexweşiya Covîd-19’ê salek li dû xwe hişt û geşedanên baş û erênî jî çêdibin. Her çi qas hê rewşa xetere û nazik berdewam be jî li gel tevdîr û qedexeyan nexweşî hinekî sist bûye. Jixwe xala sereke jî ew e ku bi tevdîr û baldariyan berbelavbûna nexweşiyê kêm bibe. Ez zêde naxwazim li ser tiştên ku pir …

Bêhtir »

Fitiqa Navê-Fzt. Mustafa Önal

Fitiqa Navê (Lumbal Disc Herniation) Nav an jî navpişta mirov, di stûna piştê da ji 5 movik (vertebra), reh, rehik (rîşe, nervus/nervi) û çend masûlkeyan pêk tê. Di hestîyê piştê da cîyê herî çalak û herwiha herî zêde bandor lê tê kirin devera navê ye. Bi navê zanistî lumbal/lomber e. Hestîyê piştê, di piştê da ji stû heta dûvikê didome. …

Bêhtir »

ÊŞ (ALGESIA – ALJEZÎ) ÇI YE

Êş, hestîyarîya zêde ye. Ji jana di cîyekî laş da rûdide re êş tê gotin. Bi latînî algesia/aljezî ye. Zanista li ser êşê lêkolînan dike jî algolojî ye. Êş, her çiqas hesteke ne xweş be jî, ji bo parastina laş mirov hişyar jî dike. Mirov ji karên giran dûr dixe û mirov neçar dike ku xwe biparêze, li xwe bipirse, …

Bêhtir »

Mejî (Brain)

Di hundirê tasika serî de bi cî dibe û organa herî tevlihev a laşê mirov e. Dişibe gwîzê (gûz). Giraniya mejî her çi qas li gora kesan biguhere jî kêm zêde 1,4-1,5 kîlo ye. Mirov dikare mejî wekî rêveberê laş bi nav bike. Mejiyê mirov, bi saya rehikên serî (cranial nerves, sînirên kranial) û mejîpiştê (spinal cord, omurilik) sîstema rehikan …

Bêhtir »

Romatoîd Artrît

Romatoîd Artrît, nexweşiyeke bi kulbûnê xwe dide der. Ev nexweşî domdar e û sedemên wê nayên zanîn. Herî zêde bandorê li movikan dike lê di hinav û gelek lebatên mirov da jî dibe sedema kulbûnê. Kes vê nexweşiyê ji kesî venagire. Romatoîd, ji peyva “rheumatos” û ji paşgira “oid” pêk tê. Ev bêje wateya “wekî ba/romatîzma” dide. Artrît/arthritis jî “kulbûna …

Bêhtir »