Jidestçûna Axaftin û Têgihiştinê (Afazî )

Afazî (aphasia), pirsgirêkeke zimanî ye. Em dikarin bibêjin afazî, jidestçûn û hilweşandina axaftin (peyivîn) û têgihiştinê ye.

Jidestçûna axaftin û têgihiştinê bi giştî afazî ye. Cureyên afazîyê pir in. Li gor cî û warê bandorî lê hatîye kirin afazî, bi navên cuda tê pênase kirin.

Cureyên afazîyê yên herî berbelav ev in:

  1. Broca’s Aphasia

Di mejî da cîyekî bi navê (broca) heye. Broca, di mejî da cîyê ku deng û axaftin tên hilberandin e. Ev dever, ji alîyê bijîkê fransî Pierre Paul Broca ve hatîye bi nav kirin. Dema pirsgirêk li vir derkevin an axaftin ji dest diçe an jî ne herikbar e. Têgihiştin heye lê axaftin hilweşîya ye; dubarekirin, binavkirin, ravekirin têk çûne.

 

  1. Wernicke’s Aphasia

Wernicke jî wekî Brocayê di mejî da cîyekî bi ziman re têkildar e. Broca, ji hilberîna axaftinê (deng) berpirsîyar e;  Wernicke jî ji têgihiştina vê axaftinê (van dengan) berpirsîyar e. Bi kurtasî Wernicke, devera têgihiştinê ye. Pirsgirêkên li vir, dibin sedem ku têgihiştin têk biçe. Axaftin herikbar e lê ne watedar e. Ji ber ku fêhmkirin (têgihiştin) tune ye axaftin jî ji mijarê dûr e ango tu têkilîyên bersivan, bi pirsan re tune ne.

 

  1. Global Aphasia

Bi gelemperî, jidestçûn û têkçûna têgihiştin û axaftinê ye. Afazîya herî tund û bibandor e.

 

Nîşanên/Xuyanîyên Afazîyê (Symptoms Of Aphasia)

  • Di axaftinê da astengî
  • Astengîyên binavkirin, dubarekirin, ravekirinê
  • Di têgihiştinê da dijwarî, tênegihiştin, fêhmnekirin
  • Di nivîsîn û xwendinê da astengî
  • Axaftina bêwate, peyvên neguncan û lênehatî

 

Terapî/Başkirin

Bernameya başkirinê li gor gelek pêkeran diguhere: Temenê nexweş, sedema pirsgirêka mejî, cureya afazîyê, cî û mezinahîya birînê…

Afazî, mijara terapîya axaftin û zimanî ye. Di başkirina afazîyê da karên herî sereke yên terapîstên axaftin û zimanî ne.

 

Fzt. Mustafa Önal

Fîzyoterapî & Rehabîlîtasyon

Derbar ziman

Check Also

Xwe Ji Depresyona Zivistanê Biparêzin

Ji bo ku meriv nekeve bin bandora depresyona zivistanê divê zêde zêde derkeve ber tavê. …

Leave a Reply