Multiple sclerosis nerve disorder and damaged myelin or MS autoimmune disease with healthy nerve with exposed fibre with scarrred cell sheath loss with 3D illustration elements. (Multiple sclerosis nerve disorder and damaged myelin or MS autoimmune di

MULTÎPLE SKLEROZ (MS – MULTIPLE SCLEROSIS)

Multîple, “pirhejmar” e; skleroz jî “hişkbûn” e.

Multîple: Li gelek cî û deveran bandorîlêkirin e.

Skleroz: Piştî êrîşa pergala parastinê ya li dijî rûyê dora şaneyên rehikan (Myelin Sheath) hişkkirin û bi vî awayî bêkêrkirina rû ye.

MS, nexweşîyeke li ser mejî û mejîpiştê bi bandor e. Domdar e. Di laşekî tendurist da pergala parastinê şaneyên laşî nas dike û wan li dijî hûrjînewerên xeternak diparêze. Lê carîna ji ber sedemên nedîyar ev pergal hildiweşe û êrîşî şaneyên mejî û mejîpiştê dike.

MS, bi pêgirîyan (tevgerên neasayî) xwe dide der û di destpêkê da bi van xuyanîyan xwe dîyar dike:

  • Tremor (ricifîn-cirifîn-lerizîn)
  • Ketina bêsedem
  • Ji nişka ve korbûn
  • Diplopia (Wek du tiştan dîtina tiştekî)
  • Tevizîn û pûçbûna demkî

MS, mirovan nakuje lê divê rê ji bo dijwarbûnê neyê vekirin. Ku nexweşî dijwar bibe astengîyên cur bi cur derdikevin pêşberî nexweş. Heke em mînakekê bidin, dema ji mejî ferman neçin masûlkeyan tevger çênabin an jî kêm dibin. Jixwe bêtevgerî destpêka hemû astengîyan e.

MS, ne nexweşîyeke têger e. Kes ji kesî venagire. Ji ducanîtîyê re jî ne asteng e.

Hinek dermanên ji bo MSê tên bi kar anîn, dibin sedem ku nexweş li hemberî vegirtina êşan (enfeksîyonan) qels bibin. Ango li gor kesên din bêtir nexweş bikevin.

MS, ne nexweşîyeke derûnî ye. Nexweşîyeke pergala rehikan e (Mejî, mejîpişt).

Xuyanîyên (Nîşanên) MSê:

  • Westîyayîbûn
  • Di gelek cîyên laş da tevizîn, pûçbûn, bêhêzî
  • Pirsgirêkên hevsengî û meşê
  • Sergêjbûn/gêjbûn (vertîgo)
  • Pirsgirêkên axaftinê
  • Pirsgirêkên rêvî(rûvî) û mîzdankê (mesane)
  • Di dîtinê da xumambûn
  • Bêhntengî

 

 

Başkirin/Terapî:

Ji bo başbûna MSê rêbazeke misoger tune ye. Rêbazên heyî jî li gor serdemên nexweşîyên tên bi kar anîn: Başkirina xuyanîyan, başkirina pêgirîyan, rêlibergirtina pêgirîyan.

Fîzyoterapî jî ji bo başkirina rewşa heyî û jîyaneke aram pêwîst e. MS, dibe sedema bêhevsengî û bêhêzîyê. Ji bo ku nexweş li mal û karên xwe bibin serbixwe pêdivî bi hevsengîyeke birêkûpêk û masûlkeyên xurt heye. Li vir jî rêbaza herî girîng fîzyoterapî û rehabîlîtasyon e.

 

Fzt. Mustafa Önal – Fîzyoterapî & Rehabîlîtasyon

Derbar ziman

Check Also

Xwe Ji Depresyona Zivistanê Biparêzin

Ji bo ku meriv nekeve bin bandora depresyona zivistanê divê zêde zêde derkeve ber tavê. …

Leave a Reply