Fîbromîyaljî – Fibromiyalji – Fıbromıalgıa

Fîbromîyaljî, nexweşîyeke ba ye. Êşa masûlkeyan û westîyayîbûn 2 taybetîyên sereke ên vê nexweşîyê ne. Ji ber ku sedem nayê zanîn bi gelek nexweşîyên din re tevlihev dibe.

Fîbromîyaljî, nexweşîyeke ba ye lê ba çî ye?

Ba ango bi navê zanistî “romatîzma”. Romatîzma bi girekî (yûnanî) ji peyva “rheuma” bingeha xwe distîne. Rheuma tê wateya “herikînê”. Ev jî bi kurtasî bi tevgerê (liv, bizav) re têkildar e. Romatîzma bi giştî ji bo êş û jana masûlke, hestî û movikan tê bi kar anîn. Romatîzma gelek cure nexweşîyan di xwe da dihewîne ango romatîzma ji bo gelek nexweşîyan navekî gelemperî ye.

Fîbromîyaljî, bi êşa masûlkeyan û êşa domdar ya li hinek xalên dîyar xwe eşkere dike. Westîyayîbûn, bêxewî, bêhntengî hinek taybetîyên fîbromîyaljîyê ne.

Sedemên fîbromîyaljîyê ne dîyar in lê hinek pêkerên biguman hene:

  • Enfeksîyon (vegirtina êşan)
  • Genetîk (rakendî)
  • Bêhntengî
  • Trawma (birînên gîyanî, nexweşîyên derûnî ên piştî bobelatan)

Di nexweşîya fîbromîyaljîyê da xalên hişk û hestyar hene û hejmara wan bi giştî 18 heb in. Li hemberî zext û destdanê ev xalana bi êşê bersivê didin. Ji bo êşnasîya fîbromîyaljîyê divê ji van xalan herî kêm di 11 heban da êşa berbelav û hestyarî hebin.

Di fîbromîyaljîyê da çend xalên hişk û hestyar (Trigger Points):

  • Paş serî
  • Ser milan
  • Ser sîngê
  • Qorik
  • Çong/Çok
  • Enîşk

Ji bo êşnasîyê bi tenê dîyarkirina êşa van xalan têrê nake. Herwiha divê hebûna êşê, ji 3 mehan zêdetir be. Fîbromîyaljî li gor zayendê herî zêde li jinan xuya dibe.

Di başkirina fîbromîyaljîyê da bijîşk, fîzyoterapîst, derûnnas cîyên sereke digrin. Heke gumana hebûna fîbromîyaljîyê bi we re hebe, berî demekê serî li nexweşxaneyan bidin û ji dermanên bêkêr û çarenûsên xeternak dûr bin!

Fzt. Mustafa Önal – Fîzyoterapî & Rehabîlîtasyon

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply