Tag Archives: Helbest

Sibat, 2022

  • 19 Sibat

    Şîr û Şerav

    Şîrbirako, min di dojeha te de têkçûna kurikiya me dît, nizanim te di çavên min de bêhna bihûştê hilgirt an hilnegirt. Tu bêxatir û bêdestûr çûyî û te li paş xwe mêze nekir. Şîrê me diçelqî û herîmandin ne dûr bû. Tu bi qurçikan ketibû can û bedena xwe, birayê min di riya te de winda bûbû. Min berîya şîra …

  • 10 Sibat

    Ez Şerm Dikim Ji Mirovahiya Xwe

    wisa stembar li min nenihêrê ey zarok! tu ku wisa mêze dikî ez şerm dikim ji mirovahiya xwe ku tu dişewitî ku tu dimrî ji birçîna bê hêlîn dimînî ez şerm dikim ji mirovahiya xwe dema ku tu hembêza diya xwe de koç dikî bê wext gava bedena te ya biçûk bi ser avê dikeve gava derya laşê te daf …

  • 10 Sibat

    Gola Kurikiyê

    Li cîhê gola kurikiyê xwe me, li gola kurikiya xwe digerim, lê nabînim. Va çend roj in li golê digerim, na, nabînim. Niha van ristan li tala golê dinivîsim. Gol li van deran, li derekê bû, lê li ku derê bû? Nizanim. Yanî gelek hatine guherandin cîh û warên kurikiyê min. Niha kurik li ber çem dilêyzin, lê haya wan …

  • 6 Sibat

    Dara Selwayê

    Darekê din li ber çavên min hilweşiya. Darekê 90 salî. Vê carê navê darê Selwa bû. Rûyê min ber bi roja diçe ava, pişta min li dara gewijê ye. Li alîyê min a rastê de dara Selwa yê hildiweşe, li alîyê min a çepê riya gundên bêmahr dimînin. Guh didim gundîyan. Li ser kavil û mohra Ermeniyan Gûrcî tiştekî dibêjin, …

Rêbendan, 2022

  • 25 Rêbendan

    Mîrzayê Min

    Ez şahbanûya te Û tu mîrzayê min Li pişta kihêleke sipîçîl Minê xeyalên xwe Bi hêdîka Bisparta ser navmila te Di binê kofîya min de Xêliya dendika hinarê Wê wergirta Ruyê minê bextewarî Meyê rê û dirb Gund û bajar Axên mêrgên derizî Pelên kesk ên qedîfeyî  Bêhna nêrgizan Karxezalên bizdonek Gurîna çiravên şeyda   Li pey xwe bihîşta Em …

  • 25 Rêbendan

    Dîwarê Dawî

    Belkî hemû ûmrê min di navbera çar dîwarên kevn de derbas bû. Ewil ez çûm, piştre sê dîwarên din. Niha ji min de tenê dîwarekî kevn û kevzgirtî maye. Ez li gora xwe mêze dikim, dîwar jî li valahiyê dinê mêze dike.   Gava ku ez kut bûm, ez xistim navbera çar dîwarên bêçare, çar dîwarên mîna min. Ez Keça …

  • 24 Rêbendan

    Helbest – Dilê Dîn

    Gelek kesan gelek caran ji min re gotin tu dîn î Na! Ez ne dîn im Lê belê mecnûn û aqilavêtî me Ya ku ez kirim delodîn Dêmek heyvîn Kenek biharî bû Ya ku ez kirim Dîno Çavek kil kirî Bêhnek binevşî bû   Gelek kesan gelek caran ji min re gotin tu bêdîn î Na! Ez ne bêdîn im …

  • 10 Rêbendan

    Helbestên Fuzûlî yên ‘Kurdî’

    Helbestên Fuzûlî yên bi kurdî derketine holê. Helbestên winda ji aliyê helbestvan Selîm Temo ve bi alfabeya latînî hatine wergerandin. Cemal Sureya ger bi têra xwe bijiya dê “Beng û Bâde”ya Fuzûlî wergerandibû tirkiya îroyîn. “Ev helbesta dirêj wê bibe hembêzkirina Kurd û Tirkan” û Fuzûlî wekî sembola “biratiyê” nirxand. Lê çima ew ne helbestvanekî din e? Di gelek pirtûk û gotaran de …

  • 5 Rêbendan

    Serî

    Ne darek An berxek bûm Lê piçekê bi hev re kuripisîn Û di pey re serê min Bi kêreke kor jêkirin Dûr tol bûm Û li derê han Min xwe li ser çokan dît Destên min li paş min in Piştî çend çirkan Averşînka xwîna min rawestiya Ji min bi dûr ketin Bêyî ku li paş xwe binhêrin Piştî çend …

Hezîran, 2021

  • 28 Hezîran

    Govenda Sî û Çar Miriyên Roboskîyê

    Her ku 28ê Berfenbarê dibe, dilê min bi êşa Roboskîyê radiwesta, siziyên sar canê min radipêçin. Bombe dibarin di ser min de. Gerê erdê dibim bêziman. Di bin bombeyan de, di bin berfê de, di bin tarîyê şevê de hîn bêkes dibim, hîn feqîr dibim, hîn bêxwedan dimînim.   Her ku 28ê Berfanbarê dibe, dikevim riya bêveger, bi xewn û …