Tag Archives: Helbest

Adar, 2019

  • 28 Adar

    Tu Jiyan

    tu jîyan tu ji boy min wek bilbilekê bê gul wek gulek bê bîn wek dayikek bê zarok wek zarokekê bê dayik î wek darek bê şax wek çivîkek bê hêlîn wek berxekê bê mak wek şivanek bê bir î wek welatek bê al wek kanîyek bê av wek axakê bê adan tu jîyan tu ji boy min wek leylanek …

  • 22 Adar

    Jîyan mafê min e!

    Jîyan mafê min e! Ez li ber derê jîyanê disekinim. Çimkî jîyan mafê min e. Heger wisa neba ez li vir nedibûm. Ez ne tesadûfek im. Ji ber sebebekî ez li vir im. Çarenûseke min heye. Armanceke min heye. Kenê zarokî li ser lêvên min, ez ji cûcikan bextewartir im. Şev û roj, xewn û xeyal, hebûn û tunebûn li …

  • 16 Adar

    Helepce – Mistefa Rêzan

    Warê roj û hetawê Di bin barîna bombeyan Ji dêleva beyanî baran Tê baran bi topbaran Beharên nevrûzê Her bi qêrîna dayikan Li ber guhê minalan Xwe dixemilîne Ji hestên azad Belam dijmin Dijmin Bi dijwartirîn hestên xwe Diverşe û dişêlîne Gelê rojê Li kuçe û kolanan Can li dû can Hildikşe û diçe Û mirov tê xwarê Ji mirovxwuran …

  • 11 Adar

    Reng – Helbeste Zarokan

    Hebû çûkekî rengîn Çûk ji ber bibûn xemgîn Ê te rengên te pir in Keskesor e difirin Hinek  ji me regek in Hinek ji me belek in Em ê ji war ê te herin Em şerm dikin bifirin Çûk ê rengîn gote wan Cudahî ne bi rengan Per û baskên min hene Wek per û baskên we ne Nav ê …

  • 1 Adar

    ADARê

    Adarê xweş Adarê dildara kulîlkên biharê strana hestên jîndarê xeml û rewşa jiyanê te em xistin nav vî arî her bimîne binexşîne erd û ezmên lihev bîne bixemilîne raxe li ber me nekişîne tu ji ber me vê jiyana bextewarî tu hatî çav li me ronî bûn bi ser me de ewr firikîn gûl û rihan xew ji me birin …

Rêbendan, 2019

  • 17 Rêbendan

    DENGÊ HAWARA TE

    dengê hawara te melûliya rondikên çavên ziwa ye keservedana temenekî bi jan e kaniya xeyalên bi coş e dengvedana şikeftên tenha ye têkoşîna li hember zexelên demê ye dengê hawara te guregura reşewrên barana azadiyê ye hêrsa pêlên okyanûsa ye kefenê mirineke zûhatî ye sebira xwedawendên bêdeng e dengê hawara te nalenala sînorên welatekî bindest e reşgirêdana gund û bajarên …

Sermawêz, 2018

  • 28 Sermawêz

    Şengebîyê

    Va ye can bidesta min tê Spîbextê min digel hiltê Dil nema di sîng de hiltê Hawar ji destê evînê Va ye jankuja min hat Ronahî da zinar û lat Jê re dil û can kir xelat Dermanê jana birînê Min dil da dîlbera reşçav Li min sotand dil û hinav Borî li min nekir silav Xema nexe xemrevînê Reşçavan …

  • 13 Sermawêz

    Keserên Lal

    ez êşa birînên qalik girtî bi keservedanên xeniqî vedibêjim qêrînên serhildêr di hinavên min de hatine veşartin teşqeleyên demên fesad bi pêjna dilê perpitî dişopînim bi çavên kor dibînim bi guhên ker dibihîzim bi pênûsa westiyayî dinivisînim û bi zimanê lalûte şirove dikim ji ber feryada dayikên Șengalê parsûya asîman qelişî can şewitîn mal wêran bûn bedenên mesûm di gola …

Cotmeh, 2018

  • 5 Cotmeh

    xatir

    min xewnek dîtî çawa dûr ketim bi xatirxwestin kelogirî çû ferek ji çavên xwe li bal te hiştî roniya rojê li xwe tarî kir maweyek dirêj bendewar bûm ez mîna pê zanî tim li bîrê bûyî gelek kes hebûn ji bilî me li wir bi çaverûyê bi me re dikenîn me jî ji bîr dikir ew hesreta bar min go …

Îlon, 2018

  • 30 Îlon

    halim ew e

    ez li ber deriyê dilê te mirina xwe dipêçim li stuyê te bi laveya gezikek hezkirin, dilopek ava firmêskan dirêjim dibim sêwîyê te çi bikim ne dibînî ne pirs dikî bê halim evdalê xwedê bi çarînek helbest qîrîneke bi dizî wek gerokekî westiyayî li ber deriyên biyan li te digerim çi bikim dinixumînim çavan qe nebe direvînim awiran ji tirsa …