Govenda Sî û Çar Miriyên Roboskîyê

Her ku 28ê Berfenbarê dibe,

dilê min bi êşa Roboskîyê radiwesta,

siziyên sar canê min radipêçin.

Bombe dibarin di ser min de.

Gerê erdê dibim bêziman.

Di bin bombeyan de, di bin berfê de, di bin tarîyê şevê de

hîn bêkes dibim, hîn feqîr dibim, hîn bêxwedan dimînim.

 

Her ku 28ê Berfanbarê dibe,

dikevim riya bêveger,

bi xewn û xeyalên pûç û vala bi canê xwe dikevim.

Mazot û rûn û xwîna min tevlî hev dibin,

berfa gewr û spî sortarî dibe,

serdapê hemû bedena min şerm dike,

parçe parçe dibe zengelorka min.

 

Her ku 28ê Berfanbarê dibe,

dê û bavê min carekê din min winda dikin,

carekê din êtim dimînin,

carekê din di navbera sînoran de winda dibin.

pariyê nen di gewriya min de dimîne

ne kesî ez ditîm di çavên min de

ne jî min li kesî nêrî di bajarên dûr de.

 

Her ku 28ê Berfanbarê dibe,

ez dîsa dikevim govenda mirîyên Roboskîyê

û bi sî û çar meqaman diçerxîm

bi mijangên min ve çengelên kuliyên berfê

bi canê min ve agirê fîrokên şer

Nêzîktirîn çûyinê dibim,

mayîndebûn dibe meqtulên dûysalê.

 

Her ku 28ê Berfanbarê dibe,

bi gur û teyran re diaxîfim,

lal dibe însan, kerr dibe însan, sor dibe Roboskî.

Daye, hele carekê din bilorîne û biqîre: Ez mirîye kê me?

Ka term û gora min?

Ka xewn û xeyalên min?

Ma Alî Osman carekê din ferman rake, dê çi bibe, çi ma daye?

 

Her ku 28ê Berfanbarê dibe,

Were bavo û çavên min ên di riya sînoran de winda bûnî bibîne,

dest û lingên min di bin berfê de derxîne,

hîn jî xwîna ji dilê min diherîke, rawestîne.

Nema can di bedena min de.

Nema teqet di cokên min de.

Nema ronî di çavên min de.

 

Her ku 28ê Berfanbarê dibe,

parçe parçe dibe laşê min

di navbera çar sînoran de

carekê din can didim di bin berfê de

bi sî û çar meqamên bêt û bêqayit ve

bi sî û çar rêwîyên mazot û rûnê ve

dikevim govenda mirîyên Roboskîyê.

 

Faik Öcal

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply