Ez Şerm Dikim Ji Mirovahiya Xwe

wisa stembar li min nenihêrê

ey zarok!

tu ku wisa mêze dikî

ez şerm dikim ji mirovahiya xwe

ku tu dişewitî

ku tu dimrî ji birçîna

bê hêlîn dimînî

ez şerm dikim ji mirovahiya xwe

dema ku tu hembêza diya xwe de koç dikî bê wext

gava bedena te ya biçûk bi ser avê dikeve

gava derya laşê te daf dide perava xwe

ez şerm dikim ji mirovahiya xwe

wisa  stembar li min nenihêrê ey zarok!

tu dibêjî qey ez te nas nakim

çawa ez te nas nakim

navê te Mizgîn e,

 

navê te Azad e,

Hîvda ye,

Alan e,

Cîhan e navên te

û

dema ku hûn dişkên mirovahî dişkê

dema ku hûn kêm dibin mirovahî ji xwe kêm dibe.

 

Muqades Agirî

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Edebiyata Goranî Ya Klasîk

Edebiyata Kurdiya Goranî ya nivîskî ya klasîk li herêma Hewramanê û bi taybetî jî li …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *