Helbest – Dilê Dîn

Gelek kesan gelek caran ji min re gotin tu dîn î

Na! Ez ne dîn im

Lê belê mecnûn û aqilavêtî me

Ya ku ez kirim delodîn

Dêmek heyvîn

Kenek biharî bû

Ya ku ez kirim Dîno

Çavek kil kirî

Bêhnek binevşî bû

Gelek kesan gelek caran ji min re gotin tu bêdîn î

Na! Ez ne bêdîn im

Lêbelê ez bêîman im

Ya ku ez bêîman hiştim

Awirek melûl

Dêhnek xemgîn bû

Ya ku ez kirim bêdîn

Meşek hûrik

Timtêlek feriştehî bû

Şêx bi şêx

Mela bi mela

Ez gerandim

Paxila min tije nivişt kirin

Ayet û dûayên xwedayî li ser min xwendin

Doktor bi doktor

Ez gerandim

Dolaba min tije derman kirin

Kesî jî ji min nepirsî bê ka şîfa dilê min çi ye!

Ger bipirsîya teqez bersiv maçek ji lêvên tenik

Awirek muşfîk bû

Kesî jî serê min neda ser çonga xwe û negot çima serê te diêşê ji bilî dîya mina lal

Kesî jî dilê min neda ber dilê xwe û negot çima dilê te bi birîn e ji bilî bavê minê bêmiraz

Erê ez li xwe mikûr têm

Ez dînek bêdîn im

Lêbelê xwedî dilek şikestî û evînek im

Şev şahidê evîna min e

Û roj dijminê dilê min e

Dilbirîn Dilo

Etîket: dilê dîn, Helbest, Polylang KMR

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Kurteya Romana ”Hinara Dawî ya Dinyayê” ya Bextîyar Elî

Roman çima tên nivîsandin?

Bûyera Qîço

Giringiya edebiyatê di struktura netewî de tiştekî zêde zêde mezin e

Di Helbesta Kurdî Ya Klasîk De Bedîuzzeman

Çand Name

Edîtorê malperê – 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle