Şîr û Şerav

Şîrbirako, min di dojeha te de têkçûna kurikiya me dît,
nizanim te di çavên min de bêhna bihûştê hilgirt an hilnegirt.
Tu bêxatir û bêdestûr çûyî û te li paş xwe mêze nekir.
Şîrê me diçelqî û herîmandin ne dûr bû.
Tu bi qurçikan ketibû can û bedena xwe, birayê min di riya te de winda bûbû.
Min berîya şîra biratîyê dikir, te dest bi çêkirina avahiyên din dikir.
Nasnameya te di çavên te de dişewitî û kesayetîya min di bin lingên min de tarûmar dibû.

Çîrokên me têne ji bîra te.
Yan jî leyîstokên bi kevir an jî tilîyan?
Tu çûyî û te şerav tevê şîr kir.
Te bi destên xwe şîra me yî biratîyê herîmand.
Em kurikên şîr bûbûn, şerav ne aîdê me bû.
Tu çûyî te şîra me dûy xwe hîşt.
Te li sepetên dayîka min îxanet kir, ked û xebata dayîka min berba kir.
Tu çûyî û te bûyî kurikê şeravê.
Cudahiyê di navbera şîr û şeravê de mîna cennet û cehennemê ye.

Diçim ku derê, bêhna şîr tê min û siziyekê bêwext bivilên min diêşine.
Li şeravê hez nekim.
Çimkî şerav têkçûna te ye, windabûna kurikîya me ye.
Rojên min dişibin şîra spî, şevên min dişibin şeravê tarî.
Rondikên sor diherîkin ji çavên min de.

Şîrbirako, hîn fehm nekim, çawa şerava te, ji şîrê me derket.
Gelo şerava te tim di şîrê me de hebû?
Dixwazim tu dîsa vegerî şîrê me, lê nikarî; çimkî şerav û xwîna te tevlî hev bûne.
Xencî Xwedê, kes nikare şerav û xwînê te ji hevdu veqetîne.
Tu derbasê alîyê din bûyî.
Alîyê din, welata Şeravistanê.
Xencî tu hemwelatiyekî Şeravistanê yî.
Ez hîn di bin siya sepeta dayîka xwe de kurikê şîr im.

Faik Öcal

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Careke Din Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN

Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paş xwe …

Leave a Reply