Dîwarê Dawî

Belkî hemû ûmrê min di navbera çar dîwarên kevn de derbas bû.

Ewil ez çûm, piştre sê dîwarên din.

Niha ji min de tenê dîwarekî kevn û kevzgirtî maye.

Ez li gora xwe mêze dikim, dîwar jî li valahiyê dinê mêze dike.

 

Gava ku ez kut bûm, ez xistim navbera çar dîwarên bêçare, çar dîwarên mîna min.

Ez Keça Memê, roniya dê û bavê xwe, hêvîya du kurikên xwe.

Ewil hevjîna min çû, piştre yên din.

Gava ku stûna mala min hilweşiya şûnde min rastîya jîyanê û heqîqetê însên dît.

Ka sitranên hevalên min!

Ka denga “Keça Memê keça Memê, Were ba me were ba me…”!

Mîna xewnekê.

Na, na!

Mîna xewnereşkekê.

 

Her ku barê dinê li ser min giran dibû, min herdu sêwîyên xwe datînin ser pesîrên xwe.

Min bi bavê xwe re deng dikir:

“Bavo, te em ji kê re hîştin û tu çûyî.

Xwezî, niha te halê me bidîtiya.

Çar dîwar mîna çar dojehan tên ser min de.

Sêwîbûn zore bavo.

Mêrê min zû çû.

Ezê tenê bi serê xwe çi bikim, çito herdu kurikên xwe gir bikim.”

 

Di destpêka sala 1980an de kut bûm.

Nigên min gurra min nedikirin.

Nigên min îxanet li min dikirin.

Kut bûm.

Êzing dihatin xware, di nigên min de.

Kevir digirtin pahniyên min.

Hişk dibûn serî tilîyên min.

Min bi dîwarên re diaxivî.

Min bêgavî gora xwe dikola, di navbera çar dîwaran de.

Di salên 1980an de ez mirim û çûm.

Mala min bêstûn mabû.

 

Di sala 1990an de dîwarekî mala min hilweşiya.

We tu caran ditîye malekê bi sê dîwaran!

Mala min di ser gora min de hildiweşiya.

 

Di salên 2000an de dîwarê duyemîn hilweşiya.

Herdu dîwarên li baxçeya sêwîyên min dinêrîn hilweşiyabûn.

Tenê di dîwarên li rê dinêrîyan mabûn.

 

Di salên 2010an de dîwarê seyemîn hilweşandin.

Dewsa wî derîyekî gir û hesinî çêkirin.

Mîxek din kutandin di gora min de.

Dîwarê seyemîn bûbû xewnereşekî mîxî.

 

Niha tenê dîwarek maye, dîwarê bi hewşa mala kurikên min ve bûyî yek, dîwarê dawî.

Tirsa min evê ku di salên 2020an de bi hewşa re dîwarê çaremin,

dîwarê dawî jî hilweşe, ji holê rabe.

 

Ez mirim şûnde heman ez ji bîr bûm.

Tenê navê min dihat lêv kirin.

Weng xuya dike ku bi hilweşandina dîwarê dawî re navê min jî,

yanî Keça Memê jî were ji bîr kirin.

 

Faik Öcal

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Sê Qewmandinên Ecêb Ji Jîyana Ronakbîrên Me

Elîyê Ebdilrehman û êlêktrîka havîngeha wî Nivîskarê kurd Elîyê Ebdilrehman, ku di şerê dijî faşîstan …

Leave a Reply